Hilbijartina Iraqê û xiyaneta 16ê Cotmehê

Di nava heftakê de, em du hestên dijî hev jîyan. Hilbijartina Iraqê ya Pêşwext, bi egera ku PDK li Seranserê Kurdistanê piranîya dengan bi destxist û bû partîya yekem, dîsa îspat kir ku gelê Kurd dengê xwe da dewletbûna Kurd. Bi taybetî li deverên Mîna Şingal, Kerkûk,Silêmanî ku dengên xwe zêdekir, ew kesên ku li parlamentoya Bexdayê bi dijminê Kurdan re hevkarî dikirin, ceza kirin û vê carê nehatin hilbijartin. Partîyên bi Heşdî Şabî re bûn yek, Şingal û Kerkûk teslîmî dijminê Kurdan kirin, ji gelê Kurd şîlmaqek demokrasîyê xwarin! Gelê me li Başûr, di vê hilbijartinê de, bêtir da fêmkirin ku welatperwer in û di zanîna berjewendîyên xwe de ne. Gava gelê Kurd, ne di bin gefa qirkirinê de be, hertim di şiûra netewîtîya xwe de bûye.

Gelê Kurd, xwedîyê dîrok û çandek hezar salan e. Xwedî folklor, muzîk û zargotinek dewlemend e. Neteweyek ne nîjadperest û xwedî bawerîyên hişk e. Lê ji alî Îngîlîz û Fransîyan layiq nehat dîtîn ku wek dewlet an xweserîyek ku karibe hebûna xwe biparêze.

Deweletên ku neteweya Kurd di nav xwe de par kirin, bûn xwedîyê îdeolojîyek hevbeş: ew jî bi hevkarî helandin û tunekira gelê Kurd bû. Tevlî piştgirîya hemû dunyaya medenî, dewletên Îran, Turkîye, Iraq û Sûrîye di bişaftin û tunekirina Kurdan de bi serneketin.

Bi destdirêjiya Amerîka ser Iraq û hevkarîya bi hêzên Kurd re, beşek ji Başûrê Kurdistan ket bin şemsîya ewlehîyê û bi hilbijartina qanûna bingehîn ya Iraq û Kurdistanê, gelê Kurd li beşek vî perçeyî bû xwedîyê îdareya Federal, mafê xwe parastin û xwe rêvebirinê bi destxist. Îro li beşê Başûrê Rojavayê Kurdistanê jî bi piştgirîya Amerîka derîyê xweserîyê vebûye.

Lê Turkîye û Îran`a ku hebûna xwe li ser tunekirina Kurdan avakirine, tevlî ku dunya medenî û demokrat jî ji wan dixwaze ku mafê gelê Kurd di nava pîvanên demokratîk û mafê mirovan de qebûl bikin, di aştîyê de bijîn û xwe pêşde bixin; lê ew bi berahevdana hêzên Kurd û tunekirina desketinên Kurdan ve meşgûl in.

Sîyaseta Pkk/Pyd, li vî perçî jî li dijî berjewendîyên Kurd û li gor sîyaset û îdeolojîya tunekirina Kurdan ya dewletên mêtinkar dimeşe. Hem li dijî hevbendî û hevkarîya hêzên Kurd in û him jî statuyek bi axê û netewê ve girêdayî ji gelê Kurd re naxwaze.

Kurd li her perçakî Kurdistanê, heta sitatuya xweserîyek demografî û erdnîgarî, federalî, konfederalî an dewleta serbixwe bi dest nexe, wê asîmîle bibe û bihele.

Îro hêvîya hebûna Kurdan, tenê rêvebirîya Federal ya Herêma Kurdistana Başûr e. Li tevaya dunyayê û li her perçeyekî Kurdistanê kî xwe wek Kurd bi nav bike û beramberî zordarî û tadeyekê were, yek xwedî jê re heye, ew jî Kurdistana Federal e.

Îro li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê, hêvî gelê Kurd ew e ku dema doza mafê xwe bike ji alî dijmin ve neyê qirkirin. Ji bo ku nêta mêtinkarên Tirk û Faris tune ye ku mafê gelê Kurd nasbikin, loma ji her alî ve êrîşî PDK û rêvebirîya Başûrê Kurdistanê dikin û dixwazin statuya wê hilweşînin. Tevlî van êrîşên hundur û derve, dîsa jî di herêmê de dewleta herî demokratîk û laîk e.

Pêşmergeyan bi xwîna xwe erda Kurdistanê ya dervî rêvebirîya Kurd ji DAÎŞê sitend. Erbên nîjadperest yên Bexda, bi handana Îran û Turkîye, nehîştin şertê makezagonê pêkbê û bi serde butçe neşandin. Ev jî nebes e, dîsa destûra dunyaya emperyalîst wergirtin, bi hêzên xayinên Kurd mîna Ynk, Goran, Komela Îslamî û Pkk re prtokol çêkirin tevlî mîlîsên Îran Heşdî Şabî û çavdêrîya muxaberata Tirkî êrîşî Şingal û Mûsil û deverên din kirin û ji nuh de dagîr kirin. Ev jî dide xuyakirin ku pilanê tunekirina Kurd ji sed salî de hîn dewam dike!

Emê ya dev ji Kurdbûna xwe berdin û bibin dewşirmê xwebexş, yan jî divê em li destketinên Başûr xwedî derkevin û bi hevkarîya hêzên her çar perçan doza xwe pêşde bixin û mafê xwe yê neteweyî bi destbixin.

 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *