Serokkomarê Îranê: Qasim Suleymanî nehişt ku Îsraîleke din ava bibe

Serokkomarê Îranê li Kirmanê Amerîka û Îsraîl bi destwerdana di teqînên Kirmanê de tometbar kir û ragihand ku plana Amerîkayê ya avakirina Îsraîleke din li herêmê ji aliyê Qasim Suleymanî û hêzên berxwedanê ve hatiye pûçkirin.

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di merasîma veşartina qurbaniyên teqîna Kirmanê de behsa rola fermandarê berê yê Supaya Quds a Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî di bihêzkirina Îranê li herêm û cîhanê kir û got:

“Dijmin dizane ku Îrana îro Îraneke bi hêz, qehreman û bihêz e û Hacî Qasim jî ji bo vî welatî berhemhênerê hêzê bûye.”

Îbrahîm Reîsî got, “Sedema rik û kîna dijminan a ji Qasim Suleymanî ew e ku Hacî Qasim karekî mezin kiriye.”

“Dixwest DAIŞê wekî xîlafeteke Îslamî ava bike”

Îbrahîm Reîsî diyar kir ku DAIŞ bi destê Îsraîlê hatiye avakirin û anî ziman:

“Rejîma Siyonîst dixwest bi navê Îslamê li herêma me xîlafeta Îslamî ava bike, li wir (Filistîn) di bin navê cihûtiyê de û li vir jî bi navê îslamê.

Li Îraq û Sûriyeyê dixwest ku DAIŞa xwe wekî xîlafeteke Îslamî ava bike lê Hacî Qasim Suleymanî tevgereke berxwedanê ya herêmî li dijî wan ava kir.”

Li gorî Serokkomarê Îranê, her çend Filistînî ne xwedî hêzên esmanî û deryayî bin û tenê hêzeke wan a bejayî heye lê wan Îsraîl têk bir.

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî herwiha got:

“Qasim Suleymanî bi hemû hêz û aliyên navçeyê re bi şev û roj hewl da ku rê li ber tevgera şeytanî ya DAIŞê li Îraq, Sûriye û tevahiya navçeyê bigire.

Ewlehiya îro ya li rojavayê Asyayê deyndarê Hacî Qasim Suleymanî ye.”

“Wî karekî mezin kir”

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di berdewama axavtina xwe de got:

“Plana Amerîkayê ya avakirina rejîmeke din a Siyonîst li herêmê ji aliyê Hacî Qasim û hêzên berxwedanê ve hat pûçkirin. Hacî Qasim Suleymanî nehişt ev plana Amerîkiyan bi ser bikeve.

Wî karekî mezin kir, kîn û nefreta Amerîkiyan, rejîma Siyonîst û birîkarên wan ên li herêmê li hemberî Hacî Qasim, navê wî, rêya wî û ziyaretkarên mezargeha wî, sedema kiryarên terorîstî yên wan e.”

“Îsraîla duyem” an jî “Îsraîleke din” ev têgeh piştî referandûma 25ê Îlona 2017an a li Başûrê Kurdistanê zêdetir tê bikaranîn.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *