Îranê cezayê îdamê da melayekî Kurd

Îranê cezayê bidarvekirinê da melayê Kurd Mihemed Xizirnejad.

Mihemed Xizirnejad yek ji alimên diyar ên bajarê Bokanê ye.

Îranê bi hinceta ku beşdarî çalakiyên “Jin, Jiyan, Azadî”yê bûye cezayê daleqandinê dayê.

Rêxistina Mafê Mirovan a Hengawê da zanîn ku Mihemed Xizirnejad 45 salî ye û bi hinceta “xisardayîna yekparçeyiya welêt” cezayê îdamê lê hatiye birîn.

Li aliyê din bi hinceta “propagandaya li dijî rejîmê” jî 15 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.

Şaxa Sêyem a Dadgeha Şoreşê a bajarê Urmiyeyê, bi serokatiya dadwer Riza Necefzade ev ceza li melayê Kurd biriye.

Rûniştina dozê bi rêya vîdeo-konferansê hat kirin û Mihemed Xizirnejad ji mafên xwe yên hiqûqî bêpar hat hiştin.

Dadgehê rê nedaye ku xwe biparêze

Malbata wî da zanîn ku dadgehê tenê li gorî raporên îstixbaratê biryar daye û rê nehatiye dayîn ku Mihemed Xizirnejad xwe biparêze jî.

Mihemed Xizirnejad û kurê xwe yê bi navê Yasir Xizirnejad, 19ê Çiriya Paşîna 2022yan li meşa tevgera “Jin, Jiyan, Azadî”yê ji aliyê hêzên îstixbaratê ve li mala xwe hatibûn girtin.

Mihemed Xizirnejad li Girtîgeha Urmiyeyê rastî şkenceyên giran hat û bi darê zorê tişt pê dan qebûlkirin.

Yasir Xizirnejad jî demekê girtî ma û hat berdan.

Mihemed Xizirnejad piştî salvegera mirina Esed Rehîmiyê ku di çalakiyên “Jin, Jiyan, Azadî”yê de canê xwe ji dest dabû, li Mizgefta Îftixariyê ya Bokanê axivîbû.

Melayê Kurd di vê axaftina xwe de rexne li helwesta Îranê ya li bermaberî xwepêşanderan girtibûn û hatibû girtin.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *