Cîhana Pirtûkan / KERR Û KULIK

 

KERR Û KULIK

Lokman Polat

Kerr û Kulik di mîtolojiya kurdî de destaneke gelêrî ye. Çîrokbêjên gelêrî di nav gel de çîroka Kerr û Kulik dibêjin. Ev destan yek ji wan destanên gelêrîye ku edebiyata kurdî ya devkî pê dewlemend bûye. Di nav edebiyata kurdî a devkî de çend destanên gelêrî hene ku bi sedsalan e di nav gel de tê gotin, tê qalkirin. Destanên kurdan yên bi navûdeng, destana Memê Alan, Mem û Zîn, Siyabend û Xecê, Evdalê Zeynikê, Kerr û Kulik û hwd. in.

Westayê edebiyata kurdî Ahmedê Xanî berhema xwe ya nemir “Mem û Zîn” ê ji ber destana “Memê Alan” afirandiye. Destana Siyabend û Xecê wek çîrokeke ji alî Huseyîn Erdem ve û wek şêweya çîroka dirêj a gelêrî/folklorîk ji alî Zeynelabîdîn Zinar ve hatiye nivîsîn û herdu jî wek pirtûk hatine weşandin. Destana Kerr û Kulik jî wek çîroka gelêrî ji alî Ahmed Aras ve hatiye berhevkirin û ji nû ve hatiye nivîsîn. Ez ê pirtûka Ahmed Aras “Kerr û Kulik” bi kurtahî bidim danasînê.

Nifşên berê bi çîroka Kerr û Kulik dizanin. Lê, qirnên nû, xwendevanên kurd yên xort û ciwan bi piranî vê çîrokê nizanin. Loma jî, ez ê bi kurtahî behsa naveroka pirtûkê, anku behsa bûyera Kerr û Kulik bikim.

Beriya danasîna pirtûkê, ez çend gotin di derbarê Ahmed Aras de bibêjim. Ahmed Aras nivîskarekî kurd e. Ew ji navça Qereyazîyê ye. Piştî 12-ê Adara 1971-ê ji ber hukmê leşkerî reviyaye û çûye Swêdê. Hetanî sala 1978-an li ewropayê maye û paşê vegeriyaye welêt. Ew di sendîqa karkeran -Dîsk- ê de xebitiye. Ew niha li bajarê Îzmîrê dijî.

Dema min kovara Helwest /kovarek çandî û edebî bû/diweşand – di sala 1995-an de- min bi Ahmed Aras re hevpeyvîn çêkir û di kovara Helwest hejmara 6-an de weşand. Ahmed Aras di wê hevpeyvîna xwe de diyar kiribû ku “ew li ser gelek destan û çîrokên kurdî/gelêrî dixebite, wan berhev dike û ji bo çapê amade dike.” Wî bi navê ”Evdalê Zeynikê” pirtûkek din jî weşand. Lê, çi heyf ku piştî herdu pirtûkên wî “Kerr û Kulik” û ”Evdalê Zeynikê” tu pirtûkek wî a din derneket. (Heger derketiye jî haya min jê tune.) Helbet, miheqeq gelek sedemên nederketina berhemên wî hene. Şert û şût, rewşa aborî û civakî, bêîmkaniyetên çapkirina pirtûkan û gelek tiştên din dibin sedem ku Ahmed Aras û gelekên weke wî îmkan nabînin ku berhemên xwe biweşînin. Ez zanim ku gelek nivîskar û lêkolînvanên kurd berhem afirandine, pirtûk nivîsîne, lê îmkanên weşandinê nedîtine. Xweziya weşaneke ku ji hêla aborî ve rewşa wê baş û dewlemend hebûna yan jî koperatîfeke weşangeriyê ya kurdan hebûna û ji wan nivîskarên ku pirtûk nivîsîne û nikaribûne biweşînin re îmkanan amade bikirana û pirtûkên wan biweşandana.

Pirtûka Ahmed Aras “Kerr û Kulik” di sala 1993-ê de, di nav weşanên “Firat” de li Stenbolê hatiye weşandin. Hetanî niha, li ser vê pirtûkê di tu weşaneke kurdî de – di kovar û rojnameyên kurdan de- nivîsên nirxandinê derneketiye. Ev pirtûk jî weke gelek pirtûkên kurdî yên din ku derketine û hatine jibîr kirin. Di hêla danasîn û nirxandina pirtûkên kurdî de xemsariyeke bêserûber di nav weşanên kurdî de xwe dide nîşandan. Nivîskar, berhevkar û lêkolînvanên kurd bi hezar zehmetî, bi kedeke giranbiha pirtûk dinivîsin, lê dema pirtûkên wan derdikevin, kesekî behsa wan nake, wan nade danasînê. Lê hemberê van pirtûkên kurdî piranî kerr û lal in, bê deng in. Ez ji bo vê bêdengiyê bişkînim, vê mentalîteyê mehkûm bikim, çi ji destê min bê dikim û loma jî dema pirtûkeke kurdî bikeve destê min, yan jî dema ku ez pirtûkên kurdî dikirim, li gor zanebûna xwe ya edebî, pirtûkê dinirxînim, li ser nivîs dinivîsim, pirtûkê didim danasînê. Min hetanî niha li ser 200 romanên kurdî, 50 pirtûkên çîrokan û 40 pirtûkên helbestan nivîs nivîsiye.

Ev deh, panzdeh, bîst salin ku ez li gor îmkanên xwe hemû weşanên kurdî -kovar, rojname û pirtûk- teqîp dikim, dikirim û dixwînim. Ez carna qîma xwe bi xwendinê naynim û li ser pirtûkê nivîs dinivîsim. Di salên derbasbûyî de tu nivîskarekî kurd bi qasê min nivîsên danasîna pirtûkan -li ser kovar û pirtûkên kurdî- nenivîsiye û neweşandiye. Helbet ez nabêjim ku tu nivîskarekî kurd bi qasî min baş û rind nenivisîye. Ez dibêjim ku, weke hejmara nivîsan, anku li gorê pirbûna nivîsên ku hatine weşandinê, tu keseke bi qasê min pir nenivîsiye. Nexwe, yên ku ji min baştir û rindtir nivîsên nirxandinê, danasînê dinivîsin, analîza pirtûkan dikin hene û gelekin jî.

Lêbelê, weke ku min got, tu kesekî wek hejmar bi qasê min nivîs nenivîsandiye. Li ser danasîna pirtûk, kovar û rojnameyên kurdî du pirtûkên min bi navên ”Danasîna kovarên kurdî”, sê pirtûkên min bi navê “Bîst romanên kurdî”, ”Pêncî romanên kurdî” û ”Çil romanên kurdî” derketine. Niha jî bi navê ”Hunera romanê û 33 romanên kurdî” pirtûkek min li ber çapê ye.

Ji bo ku weşanên derdikevin neyên jibîr kirin, ji bo ku nirxandinên berhemên edebî edebiyatê pêşve dixe, ez nivîsên weha dinivîsim. Ez hêvî dikim ku gelek kurdên din jî bi vê cureyî nivîs binivîsin û ji dewlemendbûna ziman û edebiyata kurdî re xizmet bikin.

Niha, ez ê dest bi danasîna pirtûka “Kerr û Kulik” bikim. Pirtûk 87 rûpel e û wek min got di nav weşanên “Firat” de li Stenbolê derketiye. Nivîskarê pirtûkê Ahmed Aras pêşgotineke nivîsiye û tê de behsa berhevkirina destana Kerr û Kulik dike. Ew sê varyantên çîroka Kerr û Kulik bi dest dixe û ji nû ve ji ber zargotinê anku edebiyata devkî a kurdî, çîroka Kerr û Kulik dinivîse.

Navê lehengê çîroka Kerr û Kulik Silêmîn e. Navbera Silêmîn û axayê eşîra wî xirab dibe. Silêmîn dixeyide, ji gund koç dike û diçe. Silêmîn diçe li deşta Sirûcê rastê êleke -eşîreke- tê, ew dibe mêvanê axayê eşîrê.

Di nav eşîrên kurdan de, tore ye, adet e. Hetanî heft şev û heft rojên -li hinek cihan sê şev û sê rojên- mêvan neqede, jê pirs nakin ku “kî ye, kude tê, kuve diçe?” Piştî heft roj û heft şevan axa jê dipirse û ew jî çîroka xwe ji axa re behs dike. Axa jî jê re pêşniyaz dike ku li cem wan bimîne û bibe rêncberê malbata wî.

Silêmîn dibe rêncber. Pezê axa diçerîne, şivantî dike. Weha bi şivanî û rêncberiyê çend sal derbas dibe. Rojek li bêrîyê keça axayê Gesîya dibîne. Navê keçikê Werdek e. Tu kesekî bi gulaşê bi keçikê nikare. Ji xwe keçikê gotiye “kîjan xort bi min re gulaş bigre, pişta min bide erdê, ez ê wî bistînim, bi wî re bizewicim.”

Werdek û Silêmîn bi hevre gulaşê digrin. Şertê Werdekê ev e ku; heger ew pişta Werdekê bide erdê, dê werdek pê re bizewice, lê heger Werdek pişta wî bide erdê, pê çi bike dikare bike. Yanî çavên wî derxe, dest û guhên wî jêke, êdî li gor dilxwestina xwe çi bike, dike. Silêmîn şertê wê qebûl dike û bi hevre gulaş digrin.

Di gulaşê de Werdek têk diçe û Silêmîn bi ser dikeve û pişta wê dide erdê. Werdek li ser soz û peymana xwe disekine û dixwaze ku bi Silêmîn re bizewice. Lê, birayên Werdekê dilreşî dikin, qaîl nabin. Ew dibêjin “em bawer nakin ku wî pişta Werdekê daye erdê. Bila carek jî li ber çavên me gulaşê bigrin. ” Silêman cara duyem jî di gulaşê de bi ser dikeve û bi Werdekê re dizewice.

Piştî zewacê sal û demsal derbas dibin, ji Silêmîn re du kur dibe. Navê yekî Kerr û yê din Kulik datîne. Ji xwe navê çîrokê ê eslî “Kerr û Kulikê Silêmîn” e. Silêmîn tim diçe nêçîra xezalan. Rojeke beriya ku biçe nêçîrê, jina wî jê re dibêje : “Nêçîra karxezalan wi wayikin, xêr jê nayê. Ez ditirsim tiştek bê serê te.” Silêmîn jî lê wesiyet dike ku, dema tiştek pê bibe, bila ew herdu kurê xwe bigre û biçe Serhedê cem eşîrê.”

Rojeke Silêman diçe nêçîrê. Ew karxezalan dikuje. Di vegerê de nexweş dikeve û dimire. Kuştina karxezalan bêyewm e, li wan nayê. Paşî bavê Werdekê jî dimire. Birayê wê yê ji dêmariyê dibe axayê eşîrê. Birayên Werdekê ji herdu zarokên wê aciz dibin. Werdek jî herdu kurên xwe hildida û diçe Serhedê cem eşîra Silêmîn.

Axayê eşîra Silêmîn, Emer axayê zengûzêrîn e. Ji bo ku zengûyê hespê wî zêrîn e, jê re weha dibêjin. Emer axa qedr û qîmet dide Werdekê. Jê re xanî ava dike. Werdek zarokên xwe bi bextiyarî mezin dike.

Kerr û Kulik mezin dibin, dibin du xortên çeleng. Ew jî bi pelewaniya xwe nav û deng didin. Diya wan Werdek jî ji wan re hem dikîtî dike û hem jî bavîtî dike. Werdek li wan şîret dike, dibêje : “Gotinên pêşîya guharên guhê merivan e; merivên bieqil pê riya xwe dibînin. Merivên bêeqil guh nadinê, dawiya xwe tînin.”

Rojek du Dewrêş tên mala axa. Emer axa li mal nîn e. Jina wî Perîşan xwarin û dîyarî dide Dewrêşan. Derwêş jî dibêjin “hertiştên vê malê temam e, tenê Bilîcana Elîsarê Gesî ji vê malê kêm e.” Bilîcan navê mehîna Elîsarê Gesî ye û ew jî birayê Werdekê ye. Dema Emer axa tê malê, jina wî jê re dibêje “Bilîcana Elîyê Gesî ku hate mala te, ez jina te, ku nehat bi xatirê te. Ez pişta xwe didim te û diçim.”

Emer axa bi şêwermendên rûspî yên eşîrê dişêwire. Li ser pêşniyara şêwermendên rûspî hemû xort û mêrên eşîrê dicivîne û ji wan re dibêje “kî fincana qahwê a ser tepsiyê hilîne, divê biçe Bilîcana Elîsarê Gesî bîne ku ez jî keça xwe bidimê.”

Fincana qahwê li ber herkesî digerînin, kesekî hilnade. Emer axa ji bîr kiriye û bangê Kerr û Kulik nekiriye. Ew paşî bangê wan jî dike. Ew jî tên nav cimeetê û fincana qahwê hildidin, şertê axa qebûl dikin.

Kerr û Kulik tevdîra xwe dikin, berê xwe didin oxirê, pişta xwe didin felekê û dikevin rê. Kerr û Kulik naçin ji diya xwe re nabêjin ku dê biçin bi xalanên xwe re şer bikin û mihîna xalê xwe, Bilîcanê bînin. Lê, qewraşa Emer axa dişe xeberê dide Werdekê û hertişt jê re dibêje.

Ahmed Aras pirtûka “Kerr û Kulik” bi şêweya çîrokbêjên gelêrî nivîsiye. Tê de hem çîrok û hem jî kilam hene. Ji xwe gelek dengbêjên kurd jî dema kilam dibêjin, pê re çîroka kilamê jî dibêjin. Dema werdek pê dihese ku kurên wê çûne bi xalên xwe re şer bikin, kilameke dibêje. Werdek di kilama xwe de ji bo Emer axa dibêje :
” Çawa xwarzan di ser xalan de dişîne
Wê afatekî bi ser kurên min de bîne ”

Piştî çûyina herdu kurên Werdekê, agir û şewat dikeve dilê wê û ew jî radibe li pey wan diçe. Ew di rê de digîşe wan. Ew dixwaze ku kurên wê neçin, vegerin. Lê, Kerr û Kulik dibêjin : ” Dayê tu qet xwe aciz neke, em ê herin.” Werdek li kurên xwe şîret dike û kilameke dibêje. Werdek ji kurên xwe re dibêje :
” Heft xalên we hene
Wek heft guran in”

Werdek kilama xwe dibêje û vedigere, Kerr û kulik jî riya xwe diçin.

Diya Kerr û Kulik vedigere malê. Lê, ew dê ye, wek dêyên her ewladî heş û eqilê wê li ser kurên wê ye. Dîsa agir dikeve dilê wê. Ew difikire ku çareyeke bibîne. Tê heşê wê ku Sofî Mihemedê cîranê xwe bişîne cem birayên xwe. Dilê Sofî Mihemed tê de heye, ew dixwaze bi wê re bizewice, lê hetanî wê demê cesaret nekiriye ku vî tiştî ji Werdekê re bibêje.

Werdek jê re dibêje : “Ez ê niha kaxizeke binivîsim û bidim te. Tuyê herî deşta Heranê wê bidî Elîsarê Gesî û vegerî werî. Tu ku ew xizmeta bi kar anî û vegeryayî hatî, bi qewlê mêrê berê be, ez ê te bistînim.”

Sofî Mihemed qebûl dike, kaxiz digre û dikeve rê. Kerr û Kulik jî diçin digîşin ber êla mala xalanên xwe. Kulik diçe ser kanîya êlê, Bilîcanê ji kurê xalê xwe distîne û tîne. Mêr û mêrxasên eşîrê pê dihesin û li pey wan dikevin. Di nav wan mêrxasan de bi navê Ubeydê dîn zilamekî şerker jî heye. Xalê Kerr û Kulik ê biçûk naxwaze ku li pey xwarzan biçe.

Ubeydê dîn di pêşî de diçe û bi Kerr û Kulik re şer dike û tê kuştin. Vêca şerê xal û xwarzan dest pê dike. Xalê biçûk herçiqas naxwaze ku bi xwarzan re şer bikin jî, yên din guhdariya wî nakin û dest bi şer dikin. Kulik di şer de birîndar dibe. Li ser vê, Kerro li xalan tê xezebê. Ew şeş xalên xwe dikuje û serê wan jê dike. Kerro xalê xwe ê biçûk nakuje. Ew wî dîl digre û tîne ber Kulik.

Kulikê birîndar beriya ku bimire, wesyeta xwe dike û dimre. Kerro laşê birayê xwe li ser hespê girê dide, Bilîcanê digre û berê xwe dide malê. Diya wan pê dihese ku kurê wê hatiye kuştin. Di nav eşîrê de heft şev û heft roj şîna Kulik dikin, paşê jî daweta Kerro û Perîşanê dikin û çîrok diqede.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *