DAXWUYANIYEK JI BO RAYA GIŞTÎ

Di 20ê nîsana 2022an de, endamê Komîteya Navendî ya AKPê birêz Abdurahman Kurt bi nûnerên çend partî, rêxistin û tevgerên kurd û Kurdistanê re hevdîtin û sohbetek amade kir.

Rojek berîya civînê, serokê PAKê birêz Mustefa Özçelik di derheqê daxwaz û pêşniyara birêz A. Kurt de agahdarî da me û got ku “kîjan hevalê we wê beşdarî civînê bibe ji min re bişînin ku ez ji A. Kurt re bişînîm”. Li ser wê daxwazê, hevalan navê hevalekî da. Berîya civînê bi 6 seetan birêz A. Kurt telefonî hevalê me kir û di derbarê civînê de daxwaza xwe anî ziman. Hevalê me jî bi taybetî “çerçeweya civînê û li ser navê çi wê pêk bê” ji wî pirsî. Abdurahman Kurt bi zelalî got ku “ez li ser navê xwe dixwazim bi we re sohbetek şexsî bikim. Hevalê me dubare jê pirsî: ev civîn li ser navê partîya we pêktê? Wî got: “Na xêr! Ez dixwazim li nivîsgeha xwe, bi we re sohbetek şexsî bikim.”

Divê bi awakî zelal em diyar bikin ku ev hevdîtin û sohbet ne li ser navê AKPyê, bi însîyatîva şexsî ya birêz Abdurahman Kurt ve hatiye amadekirin. Li ser daxwaz û rica birêz Abdurahman Kurt, ev sohbet ji raya giştî û çapenîyê re nehate diyar kirin. Lê weha diyar dibe ku beşdarekî vê civînê, ku navê xwe veşartîye, ew jî cîhê pirsê ye: gelo çima navê xwe dîyar nekirîye û beravajî rastîya civînê tevgerîyaye.

Kanala Rûdawê jî bê ku rastîya naveroka vê sohbetê pişterast bike, bi awakî ne etîk xeberek bêserûber amade kir û bi awakî neheqî beşdarên vê sohbetê di bin hinek tohmetên ji rastîyê dûr hişt. Em vê helwesta Rûdawê bi tundî rexne dikin û li dijî prensîbên ragîhandinê dibînin. Lewra Rûdawê bixwesta, dikarîbû bi rêya peyamnêrên xwe rastîya vê civînê û naveroka wê ji beşdarên civînê bigirta; lê beravajî vê prensîba ragîhandinê tevgerîya û rê li ber neheki û gotûbêjên bê bingeh vekir. Bêguman mafê me jî heye ku em rastiya vê civîn û sohbetê ji raya giştî re diyar bikin.

TDK Tevger di wê bawerîyê de ye ku rexneyên bêbingeh, ji rastîyê dûr û neçêker, dibin sedemên lawazîya yekrêzîya hêzên neteweyî. Di vê dema hestyar de, divê tevgera neteweyî û kesayetîyên kurdistanî ji rexneyên di asta heqaretê de bidûrketî û bi helwestên çêker tevbigerin.

Weke çend nûnerên partî û rêxistinên din, me jî di çarçeweya Danezana TDK Tevgerê de, bi kurtayî bîr û bawerîyên xwe yên siyasî diyar kir û rêxneyên xwe yên li ser siyaset û kiryarên AKP û hûkûmete wê pêşkêş kir. Herweha, weke nûnerên PAK û PSK, nûnerê me jî bi taybetî li ser “Daxwazên Acîl” yên “Sêqolî”yê rawestîya. Me di derheqê operasîyon û sîyaseta li dijî gelê Kurd tê meşandin bi tundî rexne kir. Kesên ku beşdarî civînê bûn gelek zelal û vekirî rexne û helwestên xwe dîyar kirin. Birêz Abdurahman Kurt jî bi awakî giştî bîr û bawerîyên xwe yên di derheqê rewşa îro de, bi me re par ve kir.

TDK Tevger li gor bîr û bawerîyên xwe yên siyasî; wê hewl bide ku armancên xwe yên neteweyî û demokratîk di civîn, platform û hevdîtinên cihêreng de dîyar bike û bi raya giştî re par ve bike. TDK Tevger li ser xetek neteweyî û kurdistanî avakirina hevkarî û yekitiyên stratejîk û di çarçeweya “Daxwazên Acîl” de jî pêkanîna “Alîyekî Kurdî” yê berfireh weke wezîfeyek xwe ya neteweyî dibîne.

Di vî warî de, TDK Tevger wê li gor rewş û mercan hewl bide ku bi partî, rêxistin û dezgehên neteweyî, demokratî û çandî û herweha bi siyasetmedar, rewşenbîr û kesayetîyên welatparêz yên kurd û kurdistanîyan re pêwendîyan deyne û ji bo avakirina yekitî, hevkarî û platformên cihêreng yên neteweyî, demokratîk û çandî, çi bikeve ser milên wê dê li gorî hêz û îmkanên xwe pêk bîne.

Bi rêz û silavên dostanî.
TDK TEVGER

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *