Çêkirina Eyaleta Kurdistanê (1847- 1867)

Siddik BOZARSLAN

Osmanîyan, piştî ku bizava Bedirxan Beg di 1847an da têk birin; bi navê ”Eyaleta Kurdistanê” herêmeke rêvebirinê (îdarekirinê) çêkirin. Li gora fikrê Müşir Osman Paşa, di coxrafya ku kurd lê dijîn da jibo emnîyet û asayîşa wan herêman, divê dûzenek were çêkirin ku rasterast ew girêdayê navenda dewletê be. Li gora wê fikrê  digel eyaleta Dîyarbekrê, sancaxên Wan, Muş, Hekarî û qezayên Cizre, Botan û Mardînê divê ji alîyê kesekî zana û jîr ve were îdarekirin ku ew kes ji alîyê Hukumeta Bab-î Alî ve were taînkirin. Yanî bi tabîra îroyîn, rêvebirina ”Eyaleta Kurdistanê” ji alîyê waliyekî hukumetê ve were bicîanîn.

Rêvebirîya Împaratorîya Osmanîyan, di warê rêvebirina hukmê xwe da jibo mercên xwe yên wê demê baş dîtine ku bi eyaletan herêmên Anatolyayê û yên dî werin îdarekirin. Loma wan di despêka 1850yî da li Anatolyayê digel herêma Kurdistanê 18 eyalet avakirine ku yek ji wan eyaletan jî ”Eyaleta Kurdistanê” bûye. Bi avakirina eyaletan, osmanîyan xwestine ku rêvebirina herêmên ku di bin fermandarîya wan da bûne, ji alîyê navenda Stanbolê ve werin îdarekirin. Ev jî bi xwe ra di rêvebirinê da mafên wan herêman ku hebûne; gaf bi gaf ji holê rakirine.                                                                   (Orhan Örs, Aşiretçilik, Milliyetçilik ve İslamcılık Kavşağında Osmanlının Kürt Siyaseti (1876- 1909), Nûbihar Y. S. 87- 92 İstanbul)

Divê were nîşankirin ku jibo erdnîgarîya kurdan wek gotina Kurdistanê, ji alîyê Selçukiyan ve hatîye xebitandin. Yanî gotina Kurdistanê jibo welatê kurdan hatîye xebitandin ku kurd lê dijîn. Her çi qas gotina Kurdistanê jibo eyaletek ango herêmek were xebitandin jî, îro civata kurd jibo tevayîya erdnîgarîya xwe bi kartîne ku ew li wir dijî û bi hezarsalan e wan deran terk nekirîye.

Ev tevdîla osmanîyan bû semedê hewildanên kurdan ên serhildanê bo mafên neteweyî. Hêzên di bin fermandarîya Bedirxan Beg da di 1834an da dest bi  serhildanêk kir. Ev bizav (hereket), di nav dûzeneke baş da, bizaveke mezin û fireh bû. Lê ji ber xîyaneta Yezdan Şêr ku fermandarîya hêzeke mezin dikir û xismê Bedirxan Beg bû, bizava kurdan têk çû û di encamê da Bedirxan Beg hat girtin û ew surgûnê Girava Girîtê bû.

Di dema Şerê Kirimê da, di bin rêbirîya Yezdan Şêr da, bizaveke teze yê serxwebûnê despêkir. Ev bizav ji Hekarîyê despêkir û Botan û Musul xist bin kontrola xwe û heta derîyên Baxdayê pêşda çû. Di dema dagirkirina Bedlîsê û Wanê da gelek xwîn rijîya. Gelek wezîfedar û eskerên Osmanî hatin kuştin. Di vî hewildanê da Mesihî û Nasturîyan jî piştgirîya Yezdan Şêr kirin. Her çiqas Yezdan Şêr xeber şand Rusyayê jibo hevkarî û alîkarî sitandinê jî, wî bersivek ji rusan negirt. Paşê di navbera osmanî û Y. Şêr da gengeşe û muzakere çêbûn. Sefirê ingiliz bûbû navberkar û bi lîstikeke hostatîyê Y. Şêr dan girtin û ew şandin Stanbolê. Her weha paşê ew bizav belav bû. Ji ber wê bûyerê navê Y. Şêr di nava gel da bû qehremanekî neteweyî û li ser wî kasîde û helbest hatin nivîsîn.

Di şerê osmanî û rusan da ku di 1877- 1878an da rûda, kurên Bedirxan Beg careke dî ketin nav bizaveka serxwebûnê. Lê mixabin ev bizav her çiqas heta Hekarîyê, Botan û Îmadeyê berfireh bû jî, bi serfirazî encam neda û têk çû.

ŞÊX UBEYDULAH

Di 1880yî da bizava Şêx Ubeydullah despêkir. Tesîreka mezin ya Ş. Ubeydullah li Kurdistanê hebû. Her çi qas wî di şerê 1878an ya osmanî û rusan da alîkarîya osmanîyan jî kiribû, lê wî desthilatdarîya osmanîyan qebûl nedikir. Amanca Şêx Ubeydullah Kurdistaneka serbixwe bû û di wê çarçoweyê da avakirina hukumeteka neteweyî bû.

Bizava Ş. Ubeydullah, li ser axa bin kontrola Îranê da despêkir. Wî hêzên xwe yên eskerîyê li herêma Urmîye civandibû û derdora Gola Buhayre jî di destên wan da bû. Wan ewil Beynabê dagir kirin, paşê ber bi Tebrîzê ve çûn. Di rîyên çûna bajêr da ku cebxaneya îranîyan lêbûn, nêzîkî wan bûn, şereke dijwar qewimîbû. Rusan jî biryar sitandibû ku hêzeke xwe yê eskerîyê li Nahcîwanê kom bike û rêke ser hudûd. Di wê navberê da eşîrên Makuyê jibo rizgarkirina Urmîyê, êrîşan pêkanîn lê hêzên îranîyan li ber xwe dan û nehêştin ku hêzên kurd pêşta herin.

Li gora ku Minorski ji hevalê xwe bihistîye, di şerê ewil da ku kurdan serfîrazîyek bi dest dixin, dest bi talanê kirine û piştî talankirina alavan, hemî vegerîyane malên xwe. Jibo wê bûye ku hêzên kurd kêm bûne û qels ketine û di encamê da Ş. Ubeydullah têk çûye. Piştî têkçûnê Ş. Ubeydullah birine Stanbolê. Piştî demek Ş. Ubeydullah ji Stanbolê direve û bi rîya Kafkasyayê xwe digihîne Azarbaycanê. Lê careke dî ew tê girtin û surgûnê Mekkeyê dibe û ji neçarîyê li wir dimîne.

Li gora Minorski ku ji şahidên wî şerî bihîstîye, her çi qas texrîq çêbûne jî Şêx Ubeydullah tu xisarek nedaye xiristîyanan. Piştî wî şerî kurê Ş. Ubeydullah Abdulkadir çûye Stanbolê. Li gora politika hukumeta Stanbolê, Abdulkadir dikin gelwekil (mebûs). Li vir jî mirov dibîne ku politika Hukumeta Stanbolê bo kedîkirina kurdan, di asta herî bilind da hatîye meşandin. Serokê bizavek rêdikin surgûnê jibo Mekkeyê û kurê wî tînin li Stanbolê dikin gelwekil.

ALAYÊN HEMÎDÎ

Osmanîyan di 1892yan da dest pêkirin ku Alayên Hamidîye çêkin ku wê îlhamê ji Alayên Kazakên Rusyayê sitandibûn. Van alayan ji eşîrên kurdan pêkhatibûn. Berpirsîyarê rêvebirina wan alayan jî dane Şakir Paşa. Ev politikayeke nû ya osmanîyan bû ku ji alîyê Sultan Abdulhamit ve dihat meşandin. Li gora wê politikayê jibo perwerdekirina zarûkên eşîran jî Mektebên Eşîran, yanî Medaris-î Aşairiye hatin vekirin. Van mekteban li Stanbolê û li Baxdayê hatin vekirin.

Jibo politika dewletê, bi rîya van mekteban divê zarûkên kurdan werin kedîkirin û fikrên ”tirkitîyê” bi wan bidin qebûlkirin. Bi wê politikayê ne tenê zarûkên kurdan, digel wê zarûkên ereban jî xwestine asimile bikin. Yanî Hukumeta Stanbolê, bi wê politikayê xwestine ku zarûkên kurdan û ereban ji nasnameyên xwe yên kurdbûnê û erebbûnê dûr bikevin û bibin tirk. Di alîyek da jî wan xwestine potansîyela arnavudan jî di şeran da bikar bînin û wan qels bixin da ku zêde xisarê nedin hukmê wan. Di şeran da wan ji alayên kurdan jî fêdeyan dîtine û gelek kurd bi vî awayî dane kuştin, divê em vê rastîyê jî li ber çav bigrin. Lê ev politika jî zêde dirêj neajot.

Piştî îlankirina meşrûtîyetê û bi taybetî dema Hukmê Îttihat û Terakkiyê, şovenizma tirkîtîyê zêde xurt bû. Loma jibo Kurdistanê gelek kesên ecêb wek rêvebir şandin herêmê. Wan kesan ne herêmê û gelê li wir dijîyan nas dikirin û ne jî politika ku dê bimeşînin, dizanibûn. Wan gelek civînan çêdikirin û propaganda tirkbûnê didan pêşîya xelkê wê herêmê. Xelk jî roj bi roj ji wê politika wan ya tirkîtîyê û turanizmê aciz dibûn û dûr diketin, û wd… (Minorski, end. r. 23- 29)

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *