Hevjîna Talebanî: Sedem bêdewletî ye…

Hevjîna Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, Seherri Khraham Talebanî got, yek jî sedemên ku civaka navneteweyî alîkariya pêwîst nade Herêma Kurdistanê ewe ku Kurdistan ne dewlet e.

Seherri Khraham Talebanî diyar kir ku, derfeteke baş li ber destê Kurdistanê heye û ew bawer dike ku dê qeyrana aborî derbas bike.

Talebanî rêvebirya Rêxistina Xêrxwazî ya SEEDê dike û got, karmendên wê hemû kurd in.

Herwiha hevjîna Qubad Talebanî anî ziman ew dixwaze ferî Kurdî bibe, lê mamosteke ba nîne.

Seherri Khraham Talebanîpirsên Rûdawê bersivandin.

Hatina te bo Kurdistanê çawa bû û çima te biryar da bêyî Kurdistanê û li vir bimînî?

Min ji 1999an ve serdana Kurdistanê kiriye. Ji wê dema ku min li vir dest bi karê xwe bo hikûmeta Amerîkayê kir. Wê çaxê min rûmala Iraqê dikir. Wê demê Sedam hîn jî di desthilatê de bû û dorpêç li ser Kurdistanê hebû. Me jî bi dijberên Sedam Hisên re kar dikir. Me ji bo bihêzkirina Kurdistanê kar dikir.

Her lewma ev dema 15 heta 16 salan e ku min car caran li Kurdistanê kar kiriye. Lê gava karê hevjînê min hate veguhastin bo Kurdistanê, me biryar da em bi malbatî bêne vir.

Ji wexta tu hatî Kurdistanê, gelo çi guherîn li vir dirust bûne?

Me guherînên pir mezin dîtine. Dehsaliya borî, ango ji 1999 heta 2012an, gava ez bi yekcarî hatim vir, ji ber rizgarbûna wê ji Sedam, guherînên mezin li Kurdistanê dirust bûne. Ji ber ku derfetên nû bo Kurdistanê afirandiye; bo yekem car destê Kurdistanê digihîşt çavkaniyên diravî yên hikûmetê, ev jî pêşketineke rasteqîn bû.

Azadî bi pêş xistin, xwerêveberî bi pêş xist. Ango me pêşketinên mezin di hemû warên jiyanê de dîtin, bi taybetî jî di warê jêrxaneyê de. Ji jêrxaneya rêyan bigre heta digihe tendirustî û perwerde û wan hemû pêşketin û avakirina ku me dîtiye, wek mînak geşbûna pîşesaziya avahîsazî.

Gava cenabê te hat Kurdistanê, di 2012 û 2013an de Kurdistan gihîştibû qonaxa herî bilind a geşbûn û guherînên nû. Lê piştî vê, êdî Herêma Kurdistanê hino hino kete nav qeyraneke aborî. Bi nerîna cenabê te, pirsgirêk di kû de bû ku Kurdistanê nikarîbû li ser geşbûn û guherînên xwe berdewam be?

Belê. Bi baweriya min, mixabin em di 2013 û 2014an de rastî qeyrana çavkaniyên diravî li Bexdayê hatin çimkî Bexdayê ew qut kirin. Herwiha em rastî qeyrana ewlekarî jî hatin ku ji ber hebûna DAIŞ li Iraqê li ser me hat ferzkirin. Lê qonaxa nearamiyê li Iraqê temenekî wê yê dirêj heye û sedemê wê jî girêdayî nebûna Plûralîzm, tolerans û çareseriya siyasî li Iraqê ye.

Vêga jî qeyrana aborî û herwiha qeyrana mirovî jî li ser milê me ye. Di demekê de ku 1 milyon û heştsed hezar koçberên me hene ku piraniya wan xelkê Iraqê ne. Lewra jî Kurdistan di demeke dijwar de derbas dibe.

Di vê dema dijwar de, hikûmeta Herêma Kurdistanê mijûlî bicihanîna reformê ye di sektorên cuda cuda de. Bi dîtina te weke şehrezayeke aborî, baştirîn sektora ku reform tê de bê kirin kîjan sektora hikûmeta Herêma Kurdistanê û Herêma Kurdistanê ye?

Di destpêkê de ez dixwazim destxweşiyê li hikûmetê û hemû karên wê ji bo alîkariya koçberan bikim. Çavkaniyên wê kêm in, lê deriyê xwe li ber hejmareke mezin ya xelkê vekir. Ango xwişk û birayên me ji Sûriyê û beşên din yên Iraqê ku pêwistiya wan bi aramî û parastinê hebû.

Ew hatine deverekê ku azadiya olî, plûralîzm, di warê siyasî de jî pirpartîtî û beşdariya mirovên cuda lê heye. Bi kurtî, devereke ku tu dikarî tê de serbest bî. Herwiha li vir tolerans jî di asteke pir bilind de ye.

Ez texmîn dikim ev tiştekî pir girîng e û divê em lê mikur werin û bi baweriya min tevahiya cîhanê jî rêza vê hewldana Kurdistanê digre. Bi baweriya min, Kurdistan û nişteciyên Kurdistanê bi dehan sal azar û karesat û perçiqandin dîtine, vê yekê jî kiriye ku rewşa xelkê ya psîkolojîk li ser mayînê be.

Mebesta min ji vê ew e ku fikirîna xelkê kurtbîn e, ango hem mirovên di nav hikûmetê de û hem jî yên di sektora taybet de li wê yekê difikirin çi bikin da îro derbas bikin. Lê pêwist e em ber bi wê deverê pêngavan biavêjin ku tê de terkîza me li ser hêz û karîna gel be. Bi baweriya min, derfeteke baş li ber destê Kurdistanê heye û ez dizanim jî ku dê vê qeyrana aborî derbas dike.

Di karê xwe de, dema min bi demokrasiyên nû re kar kiriye, min dîtiye rê tucarî ne rasterast bû, lê her carê di rê de kelem hebûn, ev hem demokrasiyê û hem jî aborî û siyasetê lixwe digre.

Bi nerîna min, Kurdistan dê vê qonaxê derbas bike. Lê divê em hemû li wê yekê bifikirin beşdariyeke me ya çawa li Kurdistanê hebe, em çawa hilberînê di xelkê de bikin, ne tenê di rê û piran de, tevî ku ev pir girîng in jî, lê em çawa bikarin hilberînê di şiyanên xelkê de bikin, dema ez dibêjim xelk, mebesta min hemû xelk e, ango mebesta min jin in jî, pêwist e roleke jinan ya pir mezintir di civak, cihê kar û hikûmetê de hebe. Herwiha ciwan jî hene.

Bi dîtina min, karekî zêde heye ku em dikarin li vir bikin da em derfetên beşdariya xelkê berfirehtir bikin.

Tevî ku tu hevjîna Qubad Talebanî û ji malbateke amerîkî ya dewlemendî jî, lê tu vêga mijûlî karê xêrxwazî, di dema borî de jî, di dema karkirina te bo hikûmeta Amerîka li Iraqê de, te karê xêrxwazî kiriye yan jî te alîkariya xelkê kiriye. Ew karên ku tu vêga wan di rêxistina xwe de dikî ji wan karên ku te berê kirine mezintir in yan biçûktir in?

Eşkere ye ku malbata hevjînê min bi roleke girîng di dîroka Kurdistanê de rabûye. Karê min li Kurdistanê ji malbata min û partiyê serbixwe ye. Wek tu dizanî ez amerîkî me û terkîza min li ser wê yekê ye ez çawa bikarim dîrok û ezmûna xwe li hemû cîhanê bixim xizmeta vir û pêşketina Kurdistanê.

Tu ji bo rêxistina xwe, piştevanî û alîkariya darayî ji Kekê Qubad û Hêroxanê wernagirî? 

Na min daxwaza ti alîkariyekê ji malbata hevjînê xwe nekiriye û min ti alîkariyeke darayî jî ji malbata hevjînê xwe wernegirtiye. Çavkaniyên me yên mewdanî jî – weke piraniya rêxistinên din yên qezenc nexwaz li cîhanê – bi rêya alîkariya wan kesan (ango dayendeyan) ku dixwazin guherînekê li Kurdistanê pêk bînin, tên misogerkirin.

Hinek ji van dayendeyan hikûmet in, hinek ji wan mirovên comerd in, bêguman ez çavkaniyên xwe yên mewdanî jî dixim xizmeta wê de, lê bi texmîna min ji wan pereyên ku didim girîngtir, ew çavkanî ne ku ez wan ji hemû cîhanê tînim, weke kesên şehreza û mirovên ku hez dikin pêşketina Kurdistanê bibînin.

Çend kes di Rêxistina Xêrxwazî ya SEED de kar dikin, çima ev rêxistin hatiye damezrandin, karên we di kîjan warî de ne?

Dîrokeke min ya karkirina bi hikûmeta Amerîkayê re heye. Ji bo dema 15 salan, min bi welatên demokrasiya nû re, welatên xwedî şer û pevçûn, welatên hejar û bi kurtî welatên cuda cuda yên hemû cîhanê û hemû Rojhilata Navîn re kar kiriye. Me bi hikûmetan re kar dikir daku em di geşedana aborî û danîna siyasetên baştir û bihêztir de alîkariya wan bikin. Ku ev jî alîkar e daku tendirustî, perwerde, refahiyet û berjewendiyên xelkê ber bi pêş ve herin.

Herwiha alîkar e ji bo bihêzkirina jin, hindikahî û ciwanan. Gava ez bi hevjînê xwe re hatim vir, ez li wê yekê fikirîm çawa bikarim baştirîn beşdariya min di pêşketina Kurdistanê de hebe, ez çawa wan metod û çalakiyan bikar bînim ku li welatên din yên cîhanê encamên wan hebûn û ez wan li vir jî bikar bînim. Lewra jî min “SEED” damezrand ku rêxistineke di warê geşedanê de kar dike.

SEED piştevaniya geşbûna aborî, perwerdehî û aborî dike. Terkîza me li ser geşbûna demdirêj bû. Rêxistina me stafê pêşkêş nake, lê terkîza me li ser wê yekê ye em çawa bikarin amûrên pêwist diyarî xelkê vir bikin daku jiyana xwe baştir bikin.

Min û hevpişkên xwe, ango ew jinên Kurd ku ev 15 sal e ez wan nas dikim, me ev rêxistin damezrand daku em geşbûnê bipêş bixin. Ji bo vê yekê jî me hemû rotînên bîrokratîk derbas kirin, çimkî ez bi xwe bi îsrar bûm rêxistina me jî weke hemû rêxistinên din yên Kurdistanê bê tomarkirin, ji bo vê yekê jî min parêzer negirt, çimkî ez bi xwe parêzer im û me hemû karên îdarî kirin, gava me hemû prose jî derbas kir, Kurdistan ji ber koçberan rastî qeyraneke mirovî ya mezin hatibû. Ji wê demê ve, terkîza me li ser wê yekê bû em çawa bikarin alîkariya Kurdistanê bikin daku pêwistiyên van mirovan çareser bike.

Çi cudahî di navbera karê rêxistina we û karê rêxistinên biyanî û navxweyî yên din de heye ku li Herêma Kurdistanê kar dikin?

Ew rola ku em pê radibin bêhempa ye. Ji ber ku em rêxistineke nehikûmî ya navxweyî ne û ez bi xwe jî di warê pêşketina navneteweyî de şehreza me. Herwiha şehrezayeke din ya brîtanî jî bi me re ye.

Stafa me ya din hemû Kurd in. Lewra jî me hem şehrezayên navneteweyî û baştirîn çalakiyên xwe bi xwe re anîn û hem jî şehrezayeke navxweyî jî bi me re ye. Terkîza me jî li ser perwerdekirina şêniyên Kurdistanê ye. Li vir mirovên behremend û baş hene ku şiyaneke wan ya mezin heye daku beşdarî bi wan bê kirin.

Di dema storiyeke Rûdawê de, ku beriya çend hefteyan li kampekê derbarê programa muzîkê hate weşandin, gelek ciwanên Kurd pêwendî bi min re kirin û dibêjin em çawa dikarin beşdar bibin, em çawa dikarin bi xwebexşî kar bikin yan jî em dikarin çi bikim daku alîkariya pêşketina Kurdistanê bikin. Em di vî alî de bêhempa ne ku şehrezayî û ezmûnên me yên navneteweyî hene û em ji seranserê cîhanê ezmûnan vediguhêzin daku em sûdê bigihînin Kurdistanê. Lê di heman demê de em bi şêweyeke xwecihî, tevî şêniyên navçeyê û bi şêweyeke bibandor kar dikin.

Wek em dizanin hûn bi koçberan re û bi taybetî bi kurdên êzîdî re kar dikin. Çima we kurdên êzîdî hilbijartin?

Wê çaxê em difikirîn çawa bandorê li ser wê qeyranê bikin. Lewma jî em li mezintirîn pêwistiya xelkê fikirîn. Hikûmet bi stargeh, xwarin, elektrîk û avê alîkariya wan dike. Ew bi çavkaniyeke hindik jî vê yekê dike. Lê ev ne ew war e ku rêxistineke biçûk wek ya min bikare tê de bibandor be. Lewma jî em li wê yekê fikirîn gelo pêwistiya wan mirovan bi çî din heye.

Em li wê yekê fikirîn ku em dikarin alîkariya wan bikin di çareserkirin û vegerandina wan bo rewşa normal û destpêkirina wan di avakirina jiyana xwe de. Çimkî gava 1.8 milyon kes bo debara xwe ya rojane pişta xwe bi alîkariyên hikûmetê girêdin, ev kêşeyeke mezin ji me re dirust dike, lewma jî em li pêwistiyên psîkolojîk yên van kesan fikirîn.

Piraniya koçberan rastî şîdeteke bêsînor hatine, bi taybetî jî kurdên êzîdî, di nav êzîdiyan de jî bi taybetî jin rastî vî rengê şîdetê hatine. Naxwe li ser asteke berfireh em bi kovaneke psîkolojîk re rûbirû ne. Ango kovana psîkolojîk bi bûyereke kujer re rûbirûbûn e. Di civaka kurdên êzîdî de jî, hinek jin bo dema bêhtirî sal û nîvekê li pêşber vê tundûtûjiyê bûn.

Weke te got bêhtirî 1.8 milyon penaber li Herêma Kurdistanê hene. Tu hest nakî ku civaka navneteweyî li hember alîkarî kirina van penaber û koçberan, xemsar bû?

Di Roja Cîhanî ya Penaberan de, Neteweyên Yekbûyî jî raportek belav kir ku tê de hatiye gotin ku hejmara koçberan gihîştiye bilindtirîn asta xwe. Piraniya wan jî yên vê navçeyê ne, ango yên Sûriyê û Iraqê. Lewma jî tevî ku rast e civaka navneteweyî divê û dikare jî karê zêdetir bike, lê pêwist e, em bi xwe li ser rehên hinek ji wan kêşeyan kar bikin ku em wan li navçeyê dibînin. Wek mînak, tu cudahiya navbera Iraq û Kurdistanê dibînî, ango nebûna çareseriyeke siyasî, ew tundûtûjiya ku bûye mîna zagonekê li Iraqê, ji ber vê divê em li ser tovên van şer û pevçûnan kar bikin, daku em rê li ber koçberbûna mirovên zêdetir li seranserê cîhanê bigrin.

Li vir, li Kurdistanê em dikarin li Kurdistanê xelkê çareser bikin. Hejmareke zêde ya penaberan heye û em dikarin karekî pir mezin jî bikin. Ez texmîn dikim her li vir çareseriya me ji bo wan heye. Rast e em dikarin alîkariyên mewdanî yên navneteweyî werbigrin. Lê em bi xwe jî dikarin beşekî zêde yê pirsgirêkên ku li ba koçberên vir hene çareser bikin. Ango bi çareseriya navxweyî.

Çima hikûmeta Herêma Kurdistanê nikarîbû pere yan jî alîkariyên navneteweyî werbigre? Gelo kêşe ji hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, yan ji Iraqê ye yan jî ji ber ne şehrezayiya me ye?

Bi baweriya min sê pirsgirêkên sereke hene: Ya yekem ew e ku piraniya koçberên li Kurdistanê şêniyên Iraqê ne. Vê yekê jî kiriye ku civaka navneteweyî bi vî rengî berê xwe bide pirsgirêkê ku çareseriya kêşeya koçberan erkê hikûmeta mêvandar e.

Weke em dizanin jî hikûmeta Iraqê ji bo koçberan alîkariya Kurdistanê nake, ku hejmara wan nêzîka 1.5 milyon koçber e û li Kurdistanê vehewiyane. Guman tê de nîne ku ev hejmar dê zêde jî bibe. Naxwe kêşeya me bi hikûmeta navendî re heye ku alîkariya hevwelatiyên xwe nake.

Di wê kampa ku ez tê de kar dikim, 6 hezar zarok hene ku tenê hezar û sêsed ji wan li dibistanê ne. Diviyabû hikûmeta Iraqê dibistanê ava bike. Ez nizanim gelo ji ber çi heta niha ava nekiriye. Ev yek ji pirsgirêkan e. Ango kêmbûna alîkariyên navneteweyî girêdayî wê yekê ye ku bi baweriya wan hikûmeta mêvandar ji penaberan berpirsyar e.

Pirsgirêka duyem ew e ku Kurdistan ne dewlet e, lewra jî beşekî ji piştgirî û kombendên navneteweyî ji dest dide, wek mînak meha bê konferanseke dayendeyan li Amerîkayê tê lidarxistin ku tê de Amerîka mêvandariya konferansekê bo dayendeyên penaberên Iraqê dike, gelo Kurdistan dikare nûnerên xwe bişîne wir?

Li vir Amerîka dikare rê bide Kurdistanê da deng û nerîna xwe di konferansê de eyan bike, ango rê bide Kurdistanê da budce û pêwistiyên xwe berçav bike, daku bizanin tevî ku ew alîkariyan ji hikûmeta Iraqê re dişînin, lê alîkarî ji Iraqê naçin Kurdistanê.

Baş e, çareseriya vê çi ye gelo? Weke tu jî dizanî hikûmeta Herêma Kurdistanê ketiye rewşekê de, hejmareke zêde ya penaber û koçberan ketiye ser milê hikûmeta herêmê, hikûmeta Iraqê alîkariyê nake. Weke te bi xwe jî got, civaka navneteweyî jî dibêje divê hikûmeta Iraqê alîkariyê bike. Ma hikûmeta Herêma Kurdistanê çi bike?

Bi baweriya min, hikûmeta Herêma Kurdistanê dikare baştir pêwistiyên Kurdistanê bigihîne aliyên têkildar, dikare bêhtir dengê xwe bilind bike. Gotina vê ji bo min nola amerîkiyekê hêsan e, çimkî ez dikarim bi serbestî biaxivim. Lê Herêma Kurdistanê hîn jî beşek ji Iraqê ye, lewra jî divê rola xwe weke herêmekê li ber çav bigrin. Lê bi dîtina min, em bi vî halî jî dikarin doza mafên zêdetir bikin, bi taybetî jî em dikarin bi hevkariya dostên xwe yên brîtanî û amerîkî doza cihê xwe yê heqdar di wan kombendan de bikin, daku daxwazî û pêwistiyên me bi rêya nûnerekî bên nîşandan.

Rola jinê di vê hemûyî de çi ye?

Yekem tişt, tiştê ku me di nav kurdên êzîdî de dît, ew bû ku cîranan nêzîka 5 heta 6 hezar jinan revandine, bend kirine û kirine kole. Ev ji xweber neqewimiye, lê sedema vê yekê ew e ku roleke jinan ya newekhev heye û mafên jinan di hundirê dehsaliya borî de, bi temamî hatine binpêkirin.

Li Kurdistanê rewş baştir e, rola jinan pir baştir e, lê dîsa jî jin dikarin beşdariyeke pir zêdetir li Kurdistanê pêk bînin. Beşdariya jinan di warê aborî û hikûmetê de hatiye sînordarkirin.

Herwiha ji aliyê malbat û zagonên civakî ve jî hatiye sînordarkirin. Dema em berê xwe didin welatên cîhanê, em dibînin belge pir in ku li wan welatên ku wekhevî li wan nîne, ango jin heman rol yan jî mafên mêran nîne, rêjeya şer û pevçûn û tundûtûjiyê bilindtir e, gendelî zêdetir e, desthilatdarî lawaztir e.

Li vir, li Kurdistanê, li gor beşên din yên Iraqê rewş baştir e, karê zêdetir jî heye ku em bikin, eger em bixwazin neteweyeke pêşketîtir, demokratir û bihêztir di hundirê deh salên bê de çêbibe, divê em derfetan li pêşiya jinan baştir bikin daku di hemû aliyên jiyanê de beşdar bibin, weke biryardanê, ango ne tenê hevkarên welêt bin, lê belê rola wan di birêvebirina wî de jî hebe. 

Ev çawa derdikeve holê, gelo divê mêr derfetan ji jinan re peyda bikin yan jî na divê jin bi xwe bên û bêjin em hene û em biryara xwe didin û dikarin bibin serkird û xwedî biryar?

Bi baweriya min, herdu jî pêwist in. Ev pirseke baş e û bi baweriya min, herdu jî pêwist in. Bi nerîna min, divê jin tekeziyê li ser pêwistî, daxwazî, arezû, hêvî û nerînên xwe bikin.

Çend caran qewimiye ku tu di civînekê de bûyî û hemû mêr bûne û tu tekane jin bûyî û tukesî rêya axaftinê nedaye te? Divê em bêhtir xwe bi pêş bixin, mebesta min jinên Kurdistanê ye, ku dibe ez jî yek ji wan bim. Divê em bêhtir pêkutiyê li ser nerîngeha xwe bikin û amadebûna me zêdetir be.

Pêwist e em dawî li wê yekê bînin ku doza mecal û biyavê bikin. Divê em mecal û biyavan ji xwe re peyda bikin. Lê bi baweriya min gelek tişt hene ku mêr dikarin bikin, hem di nav partiyên siyasî de, ku derfeteke zêde heye û jinên bihêz jî li parlamentoyê hene, hem jî di aboriyê de. Gelo tu dizanî jin tenê ji sedî 12 ji hêza kar pêk tînin, di demekê de ku nîvê nişteciyan jin in! Ev Kurdistanê vedigerîne paş, eger em bêjin şiyana jinan ya beşdariya wekhev nîne.

Te behsa jinên Kurdistanê kir. Ev çend sal in tu jî li vir dijî, gelo tu fêrî kurdî bûyî, tu dikarî bi kurdî biaxivî?

Ez kurdî dizanim, ez zimanê kurdî dixwînim. Lê ez pir mijûl im. Du zarokên min hene. Rêxistina min ya SEEDê jî heye. Kurdî zimanekî bedew e. Ez û gelek hevrêyên xwe yên rojavayî jî, em dixwazin kurdiya xwe baş bikin. Lê mamosteyên baş û madeyên me yên baş nînin. Lewma jî pir dijwar e tu mamosteyekî baş bibînî.

Beriya demekê, Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kekê Qubad Talebanî di paqijkirin yan jî nûjenkirina dibistanên Hewlêrê de beşdarî kiribû. Xelk dixwazin bizanin gelo ev ramana te bû yan wî bi xwe dest bi vê yekê kir?

Ev jî pirsyareke baş e. Ev ramana stafa wî bû. Yek ji tiştên ku Qubad terkîz li ser wan kiriye, ew e ku tîn û germiyê bide ciwanên Kurdistanê. Karê xwebexşî beşekî sereke ye ji vê yekê, herwiha hevwelatîbûn. Ango ka her yek ji me dikare çi pêşkêş bike.

Ji bilî vê, divê em dêna xwe bidin kîjan corên behreyan da em jîngeha fêrbûnê baştir bikin û da em bibin xwediyê hizrîneke rexnegir, pêwistiya Kurdistanê bi rexnegiran heye, pêwistiya me bi ramanvanên afirîner heye, ev beşek ji hilberandina mirovan e.

Mîna jinan, pêwistiya ciwanan jî bi derfetên wekhev heye. Ev pirsgirêk e ku her cara kesek ji zanîngehê derçû, dixwaze di hikûmetê de kar bidest bixe. Li Rojava tiştekî wiha nîne.

Çima divê ciwanek li xanenişîniyê bifikire. Divê ciwan li wê yekê bifikire çawa dikare beşdariyê bike. Li vir, li Kurdistanê pirsgirêkeke me heye ku ji sînordarkirina beşdariya ciwanan di civakê de pêk tê. Ev yek ji dibistanê destpê dike.

Tîmeke Qubad heye ku li wê yekê difikirin çawa bikarin karê xwebexşî û beşdariya çalak teşwîq bikin. Ango xelk xwe ji bo welatê xwe terxan bikin. Em çawa bikarin beşdariyê bi ciwanan bikin. Em çawa bikarin destpêşxeriyên bazirganî û nûkirinê baştir bikin.

Her di pêwendiya bi penaber û koçberan re, gelek hikûmet hene penaber wergirtine. Lê xelkê wan welatan pêşwazî li wan nekirine. Li Kurdistanê ne tenê hatine wergirtin, lê xelkê jî pêşwazî li wan kiriye. Di vî warî de nirxandina cenabê te ji bo civaka kurdî çawa ye?

Bi baweriya min, mumkin e ku penaber fişarê li ser civakê dirust bikin û mumkin e jî beşdariya wan di civakê de hebe. Baştirîn rê ku em alîkariya penaberên li Kurdistanê bikin jî, ew e ku em di çareserî û vegerandina wan li rewşa normal û jinûve avakirina siberoja wan de alîkariya wan bikin. Nexasim dîtina kar.

Beşek ji vê jî tendirustiya psîkolojîk lixwe digre, ango hevxemiya wan mirovên ku rastî tundûtûjiyeke mezin hatine. Herwiha divê em alîkariya wan bikin da bikarin tevgereke kêrhatî li hember wan azar û kovanan bikin ku tê de derbas bûne. Niha jî divê em alîkariya koçberan bikin da kar bibînin û şehrezatiyê bidest bixin, daku bikarin debara malbatên xwe peyda bikin.

PORTRE\ Sherri Kraham Talebani:

Seherri Khraham Talebanî weke şêwirmenda geşedana aborî û siyaseta derve ji sala 1998ê heta niha li Amerîka, Kurdistan û çend welatên din kar kiriye. Hêrî dawî ji 2004ê heya 2012ê rêvebira ajansa Millennium Challenge Corporation bû.

Di navbera 1998 û 2004ê de ki Wezareta Derve ya Amerîkayê xebitî.

Piştî rejîma Sedam Hisên di navbera 1998 û 2001ê de li Iraqê çend proje bicîkirin.

Sala 1999l ji beşa Hiqûqê ya Zanîngeha Virginia George Masonê derçû.

Sala 2012ê bi Qubad Talebanî re zewicî û niha 2 zarokên wê hene.

http://rudaw.net/kurmanci/interview/09072016

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *