Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm!

Şeyhmus Özzengin

Di dîrokê de hinek kesayetî hene nexweşin. Derûnîya wan, di nav pêlên Narsîzmê de, bi tehlûke tevdigerin. Tehlûka van narsîstan, bi postê wan re mezin dibe. Dibin bele li serê mirovahîyê û mirovahî ji destê van kesan derbên mezin dixwe.

Yek ji van Adolf Hitler e, Josef Stalin, Benito Amilcare Andrea Mussolini, Sadam Huseyîn, Talat ve Enwer paşa, Mustefa Kemal û pir kesên din ji van şexsên narsîstin. Ji ber wan bi dehan milîyon mirov hatine kujtin. Jenosîdên mezin bi destên wan pêkhatine û wek dîktatoran, di rûpelê dîrokê de cîhê xwe girtine. Aqûbeta piranîyên wan wek karesatên wan xerab derbas bûye.

Di van rojande bayê narsîstekî din di nav tayê dîrokê de rû dide. Ev Serokê Rûsîyayê Vladimir Putîn e.

Pûtîn bi narsîzma di ruhê xwe de hinek mafîyawarî, hinek serbazekî îstîhbaratî- kujer, hinek Hîtler û hinek jî Stalîn e.

Daxwaz û armancên nîjadperestên Rûs yên dîrokî wek dema Çar û „Yekitîya Sovyetê“ daye ber xwe. Li belav bûna „Yekitîya Sovyetê“ poşman bûye, li azadîya dehan miletan poşman bûye. Dixwaze carek din wan miletên ku ji bin nîrê Sovyetê azad bûne û dewletên xwe avakirine, bipaşde vegerîne bin nîrê Rûsîya û Rûsîya mezin bike. Daxwaza mezinayîyê li cîhanê dike. Lê Putînê ku armanca Hitler û Stalîn daye ber xwe, nizane ku cîhan ne ew cîhana berî 80-90 salîye. Pir tişt hatine guhertin. Mirovatî, hestên mirovî, metodên parastinê hatine guhertin. Di nav van guhertinan de cîhê narsîstan zêde nemaye, emrê wan ne dirêje.

Pûtîn mîzansenek Neo Stalîn, Neo Nazî ji xwe re çêkir û xwest bi vê mîzansenê xwe bike hikumdar!

Destpêkê, li Sûrîyê kabê xwe bi Dîktatorê Sûrîye Esad, Îslamîstên Îran û nîjadperestên tirk re avêt. Bû sebebê pir karesatên xerab. Li sûrîyê, li henber sivîlan çekên kîmyewî bikaranî. Bi dûde çav berda Ukrayna û hewlên dagirkirina Ukrayna da ber xwe. Di nav armancên xwe de dîyar kir ku;

„biryara belavkirina Yekitîya Sovyetê a 1991an xelet bû. Divê ew miletên ku ji yekitîya Sovyetê qetîyane û dewletên xwe ava kirine, carek din vegerdin bin emrê me“(!)

Di mîzansena Vladimir Putîn de narsîzma Neo Hîtler û Neo Stalîn heye. Di hesabên dagirkirina Ukrayna û seranserê welatên ku ji bin nîrê Sovyetê rizgarbûne de Pûtîn xeteyek mezin kir. Di hesabên wî de ew bû ku;

„Rûsîya Ukrayna dagirbike Ewrûpa yekpare helwestê danayne, Emerîka tenê dimîne, NATO li henber min bê helwest dimîne û Ukrayna tenê nikare xwe li ber min bigire, wê serokê Ukrayna Wolodymyr Zelensky Ukrayna ji min re bihêle û bireve. Ezê Ukrayna di 48 saetan de bi serkevtî Dagir bikim.“(!)

Hesabên Putîn rast derneket. Bi êrîşa ser Ukrayna re Yekitîya Ewrûpa, NATO û Emerîka di warê dagirkarîya Rûsîya de bûn yek û li henber Rûsîya helwest danîn. Di dîrokê de cara yekeme ku di navbera van hêz û dewletan de hemahengîyek bi vî rengî derdikeve holê.

Ambargo û astengên pir mezin anîn ser Rûsîya. Derîyên xwe û sindoqên diravên alîkarîyê ji penaberên Ukranî û ji Ukrayna re vekirin. Sozên alîkarîya çekan dan û destpê kirin.

Rûsîya, ma bi Îran, Sûrîyê, Çeçenîstan, Ermenîstan,Tirkîyê û hinek çepgirên stalînist re îzole kirî. Ev dewlet, yek bi yek jixwe di bin hinek dorpêçan de, xêra wan ji wan re tineye. Ne dewletên di qada netewî de xwedî mirwet in.

Ji Kurdistanê jî, PKK, Kemal Bûrkay, Ew gotina Pûtîn ku digot;

„Ukrayna ne dewletek dîrokî ye, Ukrayna di destê Neo Nazîyan de ye, divê ez ji destê Neo Nazîyan rizgar bikim“‘(!) esas girtin û dagirkarîya Rûsîya meşrû dîtin. Ev jî dîyar dike ku, ew rêxistin û sîyasetmedarên berê ku taşeronê „Yekitîya Sovyetê“ bûn, hîn di xeyalên wan de ew rojên Stalînîzma berê zînde ye.

Îngiltere, seranserê Ewrûpa, NATO, NY û Emerîka bi hemahengîyek mezin li henber Rûsîya helwestek tûnd danîn. Rûsîya ji xeynî çekên balîstîk û Atomê şûnde tu hêza wê tineye. Welatekî zirpoş, lê xwedî aborîyek jikestî ye. Demek dirêj di vî şerî de şensê wê ku postekî mezin bigire destê xwe tine ye.

Rûsîya ji cîhanê hat tecrîtkirin. Pûtîn nikare bi rêka Stalinîstan vê tecrîtê ji holê rake. Ji ber ku pênûsên wan jikestî ne.

Rûsîya hêzek dagirkare û berxwedana Ukrayna meşrû ye.

13.03.2022

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *