MÎŞEL TEMO 5 SAL BERÊ HAT KÛŞTIN. KÛJER Û QETÎLÊN WÎ, DI NAV ME DE DIGERİN…

İbrahIm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Mişel Temo, piştî ku li Sûriyeyê şerê hûndir dest pê kir, li Rojavayê Kurdistanê hat kûştin.

Kûştina Mîşel Temo gelek wetadar bû.

Tevgera Milî ya Kurdistanê, gûhertina dewleta Sûriyeyê û jiholêrakirina Rejîma Dîktator ya Baasê û hemû dezgehên dewletê dixwest. Pêşniyar dikir ku Sûriye bibe dewleteke demokratîk, parlamenter. Kurd jî li welatê xwe desthilatdar bin.

Tevgera Milî ya Rojavayê Kurdistanê, dixwest ku vê gûhertina dewletê û pêkanîna armanca xwe ya siyasî,  bi muxalefeta Ereb ya li dijî Dîktatoriyaa Rejîma Baasê ve pêk bîne.

Lê PKK/PYDê gelek aşkere piştgiriya Dîktatoriya Baasê dikir. Nedixwest ku rejîm bê gûhertin. PKK/PYD, wek çekdarên rejîmê tevdigeriyan.

Helwesta Tevgera Milî ya Rojavayê Kurdistanê Dîktatoriya Baasê û PKK/PYD ditirsand.

Loma jî diviya bû ku pêşiya Tevgera Milî ya Rojavayê Kurdistanê bê girtin. Ew yeka jî bi jiholêrakirina serokên tevgerê dibû.

Mîşel Temo jî, yek serokekî diyar ya Tevgera Rojavayê Kurdistanê û serokê Tevgera Pêşeroja Kurd bû.

Loma hat kûştin. Di kûştina Mîşel Temo de Rejîma Baasê û PKK/PYDê  tewambar e. Di vê merheleyê de jî ew tewana dom dike. Rast e û di cî de ye.

                                     *****

Mîşel Temo, ew him siyasetmedarekî Kurdistanê bû û him  jî rewşenbîrekî Kurdistanê bû.

Wî, fikrên nûjen diafirandin. Wî pêşniyar dikir ku çanda siyasî ya Tevgera Millî ya Rojavayê Kurdistanê bê gûhertin. Dawiya statuparêziyê di Tevgera Milî ya Rojavayê Kurdistanê de bê.

Ew hem serokekî siyasî bû jî. Çalakvan bû. Di nav siyaseta giştî ya Sûriyeyê de û di Tevgera Milî ya Kurdistanê de xwediyê giraniyekê bû.

Ew di hemandem de nivîskarekî Kurdistanê bû.

Şehîdbûna wî ji bona Tevgera Milî ya Kurdistanê û rewşenbîriya Kurdistanê wendayeke mezin bû.

Kûjer û qetîlên wî hîn di nav me de digerin.

Piştî kûştîna Mîşel Temo, van kûjeran bi dehan û bi sedan kurd kûştin. Siyasetmederê kurd hepis kirin û revandin û kûştin.

Ez wî bi rumet û qedirbilindî bibîrtînim. Dibêjim ku bila serê miletê kurd sax be.

KONGREYA ASAYÎ YA 45-AN YA BAROYA DÎYARBEKÎRÊ HAT LI DAR XISTIN: GÛHERTINA BAROYÊ DAXWAZ KIRIN Û KÛŞTINA TAHÎR ELÇÎ NIRXANDIN Û DU PÊŞNIYAR…

 Kongreya Baroya Dîyarbekîrê duho (08. 10. 2016) hat li darxistin.

Ew kongreya 45emîn bû. Ez û hevjîna min Gulfer ji endamên baroyê nî. Ez di sala 1976-an de piştî ku ji zîndana leşkerî derketim, bi derengî bûm endamê Baroya Dîyarbekîrê. Hevjîna min di sala 1971an de bû endama Baroyê.

Hezar mixabin piştî Darbeya Leşkerî ya sala 1980yî endametiya min, dawî hatibû anîn.

Lê dema ez di sala 1998an de vegeriyam Tirkiyeyê û Kurdistanê, pêşiyê bûm endamê Baroya Enqereyê pişt re jî bûm endamê Baroya Dîyarbekîrê.

Cara pêşî (2006) dema ku ez li Dîyarbekîrê beşdarî kongreyê bûm, min di kongreyê kurdî axevtin kir. Ew ji bona baroyê tiştekî nû bû. Cara yekem bû k udi kongreya baroyê de kurdî tê qise kirin.

Bi taybetî jî dema ku min kûştina Hîkmet Fîdan bi destê PKKê anî ser zimên û min baro rexne kir ku wan di vê pirsê de wezîfeya xwe ya hiqûqî pêk neaniye, di salonê de Apoparêz rabibûn ser piyan ez protesto kiribûm.

Duho piştî ku raporên Komîteya Birêvebir ya Baroyê hatin pêşkêş kirin.

Bes min li ser raporan, bi taybetî jî li ser rapora xebatê qise kir. Min bi kurdî qise kir. Lê ev car axevtina min ya bi kurdî û yên hevalên din, gelek bi xwezayî hat pêşwazî kirin.

Tiştê balkêş ew bû ku parêzerên me dîsa bêdeng bûn.

Min dfi axevtina xwe de, ez ji bona ku ne aktîvîstekî Baroyê me, min diyar kir ku ez xebatên baroyê yekûyek rexnekirinê ji bona xwe heq nabînim. Divê ku nunerên kongreyê yên aktîvîst vê yekê bikin.

Min di axevtina xwe de gûhertina Baroya Tirkiyeyê ya bûrokratîk û Kemalîst anî ser zimên.

Min diyar kir ku “Baroya Dîyarbekîrê, ji bona Miletê Kurd mafên xwe yên millî yên kolektıf qezenç bike xebat dike. Ev pirsa bi gûhertina dewletê re û bi avabûyîna dewletek hevmişterek ya Kurd û Tirkan re girêdaye. Baroya Tirkiyeyê jî yek dezgeheke ku li pêşiya vê yekê asteng e. Bingeha dewleta unîter û Kemalîst e. Loma jî divê ji bona Gûhertina Baroya Tirkiyeyê xebat bê kirin.”

Ez pişt re li ser şehîdbûna Tahîr Elçî û nasnameya wî rawestiyam. Mingot ku “jiyan didomîne. Loma divê em pirsgirêka Tahîr Elçî jî binirxînin. Roja ku Tahîr Elçî hat kûştin. Ez û du hevalên min yên endamên baroyê em di bernameyeke telewîzyonên de bûn. Pişt re mijara kûştina Tahîr, Elçî min bi serê xwe û min bi hevalên min yên parêzer re, me çend caran ev pirsa di telewîzyonan de minaqeşe û şirove kir. Di wan bernameyan de pirsek min dipirsiya, bersîva vê pirsê jî nûha di vê kongreyê de li cem Komîteya Karger e. Gelo tarîx û eserên dîrokî parastin çiqas wezîfeya baroyê ye, ev mijareke din e. Ez wê Didim aliyekî. Ez dipirsim ku gelo dema ku biryar hat girtin ku civîna çapemenî çê bibe, çima li ciyekî din ne ku Li Enqereyê jî bala raya giştî dihat kişand heta li welatekî Ewrupayê jî ev yêka dibû ku Tahir Elçî him şexsiyetekî Kurdistanê bû û him jî navneteweyî bû. We çû li ciyekî ewlevî lê tune ye, nayê zanîn ku ki li wir çalakiya çek dike ku qetıl him di nav me de û him jî ji derveyî me li wir amade bûn; li wir civîna çapemenî hat li dar xistin?”

Komîteya Karger bersîva vê pirsê neda. Dîsa ev pirsa girîng bê bersîv ma.

                                         *****

Min di xala pêşniyaran de jî du pêşniyar pêşkêşî kongreyê kir.

Di wê xalê de jî tu kesan axevtin nekir.

Pêşniyara min ya yekemîn…

“Baroya Tirkiyeyê bi aqlekî jakobên û burokratîk ava bûye. Dezgehên xwe û hiqûqa xwe jî gorî vî aqlî ava kiriye. Divê bê gûhertin. Ez di vê merheleyê de daxwaz dikim, ji bona ku parêzerek bibe serokê baroyê 10 saliya xebatê divê ne pêwîst be. Dikare bi tevayî jî rabe. Lewra êdî di civata zanyarî de û bi taybetî li Emerîkayê zarokê 13 salî zanîngehê diqedînin. Kêmtirin qet nebe bila bibe pênç sal.”

Pêşniyara min ya duyemîn…

Divê ku ev gotina min wek îhsası rey nayê pejirandin. Berendamekî serokiyê tekstek amade kiriye. Di wê tekstê de tê gotin ku ew dê “Meclîsa Baroyê” ava bikin.

Ez pêşniyar dikim ku ji bona demokratîzebûna baroyê, gûhertin û plûralîzebûna baroyê, ev “Meclîsa Baroyê” bibe biryara kongreyê. Pêşkêşî navenda Baroyê jî bê kirin.”

                                              *****

Îro jî (09. 10. 2016) hilbijartinên organan dê bibin. 

Amed, 09. 10. 2016 (Saat:06.00)

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *