Ma Ne Bess e?

Şeyhmus ÖZZENGİN

Miletê Kurd, miletekî birîndare. Şingal birîndare. Nisêbîn, Cizîr, Şirnex û çolemêrg birîndarin. Amed Sûr, Lîce û Silopî birîndarin. Mahabat, Hawraman, Kermanşah, Sînê birîndar e.  

Helebce, Barzan birindarin, Şingal birîndare, Kerkûk birîndare. 

Efrîn, Cercîs, Bilbilê, Kobanê, Girê Sipî, Qamîşlo, Serê Kanîyê birîndarin. Hesekê birîndare. 

Mahabat, Sînê, Kermanşah, Hawraman birîndarin. Kurd birîndarin. Kurdistan birîndare. 

Nabe ku em ji bona berjewendîyên hizbî, li ser birîndarên xwe, xwebexşên xwe bazarên siyasî bikin û vî miletê qedîm ji rûmetê, ji serxwebûnê mahrûm bikin. Ev ne karekî rewa ye. Ne karesatek ku em efû û piştguh bikin.

Heta îro çi hatibe serê me, ji bêtifakî, ji lîstikên dijminan û ji ber tunebûna dewletek me ye. Miletên bê dewlet; bê pişt û bê parastin li ber lingan derin û wenda dibin.  

Kurd jî, bê parastin, ev sedsal e li ber lingan diçe. Ma ne bes e ev birîn û êş, ev mal û warwêranî?

Bi destê Pêşmergên qehreman Şingal rizgar bû û bi destê xîyanetek navxweyî, xencerek li pişta xwebexşên azadxwazên Kurdistanê, li pişta miletê Kurd ket li Şingalê. Şingal bû bingeha lîstikên İraq û Îran. PKK jî bû hevkarê van lîstika. Niha hinek xwenenas Şingal dikin erkek bazara berjewendîyên siyasî, yên hizbî. 

Kerkûk xwîna Kurdistan e. Bi destê Pêşmergên qahreman hat parastin û du salan ji bona Kerkûk xwîn rijîya. Hinek xwefiroş Kerkûk radestî dijmin kirin û Kerkûk dikin erkê bazara hizbî û şexsî, malbatî. Meramên xwe li henber ajenda serxwebûna Kurdistanê, avakirina dewletek Kurd û Kurdistanî bikar tînin.

Ma ev rewaye?

Yên ku ji van bircên netewî û Kurdperweriyê ditirsin û ji bona berjewendîyên xwe yên hizbî, ji bona wan têkiliyên biqirêj bi dijminên miletê Kurd re; dest bi dezenformasiyonan kirine û êrîşên ser Kurdistanê, wek erkekî ji xwe re dibînin û destekî wan bi dijmin re, destê din di nav karesatên xerab de, van karan wek karesatên xwe yên serkevtî yên siyasî didin nîşan û hindik mane, ku dest û qunên xwe hine bikin! Ma ev ne şerm e? 

Dewleta tirkan, gund û çîyayên başûrê Kurdistanê bombe dike, dişewitîne û dikuje; PKK ji sibê û heta êvarê wê medya ya ku bi xwîna kurdan hatîye avakirin, bi propagandayên dij başûrê Kurdistanê bikar tîne. Ji dêlva dewleta tirkan têşîr bike, dijminatîya Başûrê Kurdistanê dike. Ma ev karekî rewa ye? 

Divê em jibîr nekin: 

Yekem, Başûrê Kurdistanê pêşeroja miletê Kurd e, bi encama Referand3umê ev hatîye pejirandin û êdî dewlete. Li ser erkên dewletbûnê têkilî û tevgera xwe dimeşîne. Xwe ava dike û têkiliyên xwe yên navdewletî xurt dike. Hewl dide ku pirsgirêkên xwe çareser bike. 

Duyem; Kurdistan û hêzên avakirina dewletek Kurdistanî tu caran yekalî, cûdatî û nakokî nexistine navbera nerîn û baweriyên li Kurdistanê. Suryanî, Keldanî û Aşûriyên Kurdistanê, Tirkmenên Kurdistanê, Cihûyên Kurdistanê her xwe bi ewlekarî û parastina Kurdistanê ve girêdan e.

Kurdên Êzîdî ticarî xwe ji berxwedanên Kurdistanê bidûr nexistine û her di nav honandina avakirina Kurdistanê de cîh girtine..

Di rojevê de parkirin û tesbitkirina sînorên başûrê Kurdistanê (dewleta Kurd ku li başûr bêt avakirin), di munaqeşê deye. Netewa Kurd, ji bona ku pirtirîn axa xwe di destê xwe de bihêle, daketiye qada şer û bihêz qozan parvedike. Di vê parvekirinê de qozê Kurdan ji qozê suniyan û Şiî yan xurttire. Lê beşek ji kurdan, ji bona vî qozê Kurdistanê zeîf bixe, ku Kurd têkherin her pergalî bikar tînin, destê Kurdistanî zeîf dikin. Divê siyasetmedarên Kurd, qîmeta xaka azad bizanibin û nebin asteng li henber van bidestxistinan. 

Divê em xwedî li bidestxistinên lerkerî derkevin û bikin serkevtinên siyasî.

Divê xeletîyên ku li bakûrê Kurdistanê derketin pêşberî miletê me û miletê me raserî asîmîlasyonê, dejenerasyonê û entegrasyonê bû, li beşên din yên Kurdistanê em rê nedin wan û nehêlin ku bibin asteng ji bona serxwebûna welatê me. 

Ma ne bess e ev nakokîyên hizbî û xwefiroşî?

Ji dêlva ku Kurd, peyayên ber derîyê dijminên xwe bin û bê xîret bin, bibin şêrên ber derîyê xwe. Xelkê bi vî haweyî dewlet avakirine. Kurd wê çima li henber hev ne hurmetkar bin?

Dem dema dermankirina birînên Kurd û Kurdistanê ne. 

Devê siyasetmedarên kurdan dev ji rezîlîya ezezîyên partîzanî berdin. Berjewendîyên Kurd û kurdistanîyan nekin qurbana berjewendîyên xwe, nexweşîyên xwe!  

Kurdistan yek e. Miletê Kurd yeke. Nabe ku hinek di bin sîya welatê xwe de bijîn, nanê vî welatî bixwin û bibin karmendên dijminê xwe. 

Divê Kurd karmendên xwe bin û li angora berjewendîyên Kurd û Kurdistanê tevbigerin. Bi derewan û bi dezînformasyonan tevnegerin, hertişt ayane û li ortê ye. Kes êdî nikare kesekî bi derewan bixapîne. Ew dem derbas bû.

Berjewendîyên Kurdan di avakirina dewleta Kurdistanê de ye! Di avakirina dewletek Kurd û Kurdistanî deye. 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *