Bi minasebeta 21ê Sibatê li Diyarbekirê û li Îzmîrê panel û çalakî hatin li dar xistin!

2-243.jpg
Îro PAKê û gelek partîyên Kurdistanî bi ser baregahên xwe ve pankarta ”Zimanê me hebûna me ye!” daliqandibûn.

21ê Sibatê li cîhanê ji alîyê UNESCOyê ve wek ‘’Roja  Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî’’ hatîye qebûlkirinê.

Îro 20.02.2022, li Diyarbekirê û li Îzmîrê ji alîyê PAK, PSK û TDK-Tevger ve bi minsebeta roja zimanê zikmakî ya cîhanê,   panel  li dar xistin.

Panel li hola kinferansê ya Odeya Mişawîrên Aborî ya Amedê hate li dar xistin.

Li Diyarbekirê panel di saet 13.00ê de destpê bû.

Berdevkê PAKê Hanîfî Tûran li ser navê PAK, PSK û TDK-Tevger navê bi kurte axaftinekê panel vekir, bixêrhatina beşdaran kir.

Panel bi moderatorîya Cîhgirê Serokê Giştî yê  PSKyê Hasan Dagtekîn birêve çû.

Wek panelîst nivîskar û lêkolîner Saîd Veroj  bi mijara ”Dîroka perwerdehîya zimanê kurdî li Bakûr”, Oarêzer Fahri Karakoyunlu bi mijara ”Zimanê zikmakî Di hiqûqa Navnetewî de.” û Nivîskar û berdevkê Platforma Zimanê Kurdî-PZK Şerefxan Cizîrî jî di derbarê ”perwerdehîya zimanê zikmakî di welatên din de.” axifîn.
Beşdarîyekî zêde rewşenbîr û siyasetmedarên kurd,  rêvebir û endamên PAK, PSK û TDK-Tevgerê, nûnerên  PDK-Bakûr, PÎA, KKPyê  jî beşdarî  panelê bibûn.

Panel bi axaftinên gelek berhemdar û bi pirs, têbinî û pêşniyaran bi dawî hat.

Herwiha îro  bi heman munasebetê PAK, TDK-Tevger û PSKyê li bajarê Îzmîra Tirkîyê panelek li dar xistin.Panel li Teşkîlata Îzmîrê ya PSKyê hate li dar xistin.

Wek  panelîst, Nivîskar Mutlu Can, endamê Meclîsa Partîyê ya PAKê Mehmet Ermîş, Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKê Nevzat Teker û nûnerê  TDK-TEVGERê  Mehmet Kaya beşdarbûn.

Di vê panelê de jî li gel  rêvebir û endamên PAK, PSK û TDK-Tevgerê, gelek  rewşenbîrên wek Veysel Çamlibel, Abdulah Saydin, Ercan Ilgin û sazîyên wek KED-Der beşdar bûn.

Dîsa îro li   gelek bajarên din jî bi heman minasebetê çalakîyên cûr be cûr hebûn.

Rûpela Nû/Diyarbekir

3-232.jpg4-186.jpg

1-221.jpg2-242.jpg3-231.jpg4-185.jpg5-138.jpg6-099.jpg5-138.jpg

3-233.jpg2-244.jpg

Kaynak: Bi minasebeta 21ê Sibatê panel û çalakî hatin li dar xistin

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *