Li Sûriyeyê bazariya Tirkan û Ereban li ser axa Kurdistanê ye…

İbrahîm GUÇLU

Beriya “Bahara Ereban” pêwendiya du dewletên kolonyalist (Sûriye û Tirkiyeyê) gelek baş
bû. Herdu dewletan bi hev re civînên wezîran yên hevbeş li dardixistin. Lê piştî “Bihara
Ereban” di navbera herdu dewletan de nexweşî çêbû. Gelên Sûriyeyê li hemberî Rejîma
Baasê dest bi çalakiyan û serhildanên siwîl kir. Ji bona ku pêşiya van serhildanan bê girtin û
daxwazên Gelê Ereb û Kurd û civatên din yên neteweyî bi awayekî bêdayin û berpirsiyarên
Dewleta Tirk ji Beşar Esad û desthilatdariya Baasê daxwaz kir ku li Sûriyeyê rejîma
parlamenteri û pirpartitî û hilbijartinê qebûl bike, pêşniyar kir. Rejîma Baasê û Beşar Esad ev
pêşniyara qebûl nekir.

Dema ku Rejîma Baasê û Beşar Esad ji bona daxwazên gele ereb û kurd gav pêşve neavêt,
serhildanên siwîl mezin bûn û di nav demeke kurt de jî şerê hûndir dest pêkir. Leşkeriya
Sûriyeyê parçe bû. Hêza mezin ya gel ku li hemberî Rejîma Baasê û Beşar Essad jî şer dikir,
“Îxvanî Muslim-Birayên Musilman” bûn. Ew jî bi Dewleta Tirk û Hikûmeta AK Partiyê re
xwediyê pêwendiyê bûn. Alîkarî ji Dewleta Tirk û Hikûmeta AK Partiyê digirtin. Ew
pêwendiya di navbera herdu dewletan de bû pirsgirêkeke mezin. Dewleta Tirk di şerê hûndir
yê Sûriyeyê de bû teref.

Dewleta Tirk ji Emerîkayê daxwaz kir ku ji bona Rejîma Baasê bê rûxandin bi hev re
tevbigerin. Dewleta Tirk û Emerîkayê bi hev re di destpêkê de mixalefet bi çek û bi
<awayekî perwerde kirin. Ev jî zêdetir bû sedem ku Dewleta suriyeyê û Dewleta Tirk ji hev
dûr bikevin û bibin dijmin.

Dewleta Tirk di encama gelek qewimandinan de bi îdîaya ku sînorên xwe bixe bin ewlekariyê
çend herêmên di bin bandor û desthilatdariya PKK/PYDê û DAEŞê de bûn, encama çend
operasyonan dagir kir. Yanî Dewleta Tirk beşekî merzin axa Kurdistanê ji deste Suriyeyê
–PKK/PYDê derxist. Ev yeka ji bona herdu dewletan bû pirsgirêkeke mezin.

Encama van qewimandinan pêwendiyên herdu dewletan gelek xirabtir bû. Di navbera wan
de tu danûstandin neman. Li Tirkiyeyê her deme tereftarên Baasê û Kemalîstan daxwaz kirin
ku pêwendiyên herdu dewletan jinûve çê bibin. Lê ji bona ku pêwendî çê nebin pirsgirêkên
mezin qewimîn. Di navbera herdu terefan de li İdlibê çend caran raste rast şer derketin.
Careke 23 leşkerên Dewleta Tirk hatin kûştin. Ji bona tolgirtinê Dewleta Tirk êrişeke mezin
ya leşkere Sûriyeyê kir, gorî îdîayekê 300 leşkerê Suriyeyê hatin kûştin. Ew jî bû sedema
dûrketina zêde ya herdu terefan.

Lê di wan şertan de jî hat gotin û diyar kirin ku di navbera Dezgehên Leşkerî û Îstîxbaratên
wan dewletan de danûstandin hene.

,Di sala 2022an de jî diyar bû ku pêwendiyên herdu terefan bi daxwaza Rûsyayê di
merhelaya wezîran de dom dike. Ji bona vê çend civîn jî pêk hatin. Di merhelaya dawî de
Îran jî beşdarî van danûstandinan bû. Di encama wan civînan de di sewiyeya serokên
dewletan de bona ku civîn pêk bê amadekarî hat kirin.

Lê Beşar Esad diyar kir ku şertên ji aliye Erdoğan ve hatiye diyar kirin, hevdîtin
nake.

Esad ji Sky News Arabia re axivî û got: “Hevdîtin di şertên ku Erdogan pêşkêş dike de pêk
nayê”.

Erdogan di daxuyanîya xwe ya çend rojên borî de gotibû ku “ew ji hevdîtinek muhtemel re
“ne girtî” ye”. Erdogan gotibû, “Hûn dizanin, em ne di rewşekê de ne ku em derî li Sûrîyê
bigrin, derî vekirî ye. Hûn bibînin ev nêzîkatîya wan li hemberî me ye. Niha li Sûrîyê mixabin
Esed dixwaze ku Tirkîye ji Bakurê Sûrîyê derkeve. Ev yek nabe. Ji ber ku em li wir şerê
terorê dikin. Dema ku ev terorîst li ser sînorên me ne emê çawa derkevin?. Gelo li welatên
cuda heman îfadeyê bikar tîne? Ji ber vê yekê em li nêzîkatîyek adil digerin. Heta ku
nêzîkatîyek adil hebe emê hemû pirsgirêkan çareser bikin”.

Wezîrê Derva yê Sûriyeyê jî diyar kir ku, “hevdîtina Esed û Erdogan temamî bi vekişîna
Tirkîyê ve girêdayî ye. Heta ku Tirkîye axa Sûrîyê dagîr bike, têkilîyên bi Enqereyê re normal
nabin.”

Gelek aşkere ye ku Dewleta Tirkk û Dewleta sûriyeyê bazariyê li ser
axa Kurdan û Kurdistanê dikin. Lê Kurd ji tiştekî nayên hesibandin.
Ji vê yeke dramatik tiştek nabe. Ax û axa me Kurdan e, lê du dewlet
axa me dixwazin parve bikin û xweditiya xwe bidomînin.

Divê ev yeka ji bona kurdan bibe derseke tehl û ne hezar carî mılyon carî bifikirin, ji bona ku
li hemû beşên Kurdistanê ji axa xwe re xwedî derkevin, bibin dewlet rê û rêbazeke objektif û
hevbeş ji xwe re bibînin.

Heger ev yteka nebe ax û mal û mulkê me di nav 4 dewletên kolonyalist de talan dibe û têk
diçe.

Tatwan, 11.08.20232

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *