Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê!

Şeyhmus OZZENGİN

Di derheqa federalîzmê de, di navbera Bexda û Hevlêr de, di asta cîhbicîhkirina destûrê re nerîn û helwestên cûda hene. Di helwesta partî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê de jî, di asta helwesta parastina berjewendîyên Kurd û Kurdistanê de helwestên cûda hene. Hikûmeta Bexda, cûdatîyên nav mala Kurd, ji bona astengkirina destkevtinên miletê Kurd ji xwe re bikar tîne.

Şîeyên nijadperest yên heta niha li Bexda bûne desthilatdar, her çiqa di destûrê de Herêma Kurdistanê wek herêmek federe û xwedî îrade pejirandibin jî; di pratîkê de ev rastî qebûl nekirine.

Modela İraq, wek projeyek nû a Rojhilata Neverast hatîye amade kirin. Lê hin dagirkerên Kurdistanê û hin jî aktorên herêmê astengîyan ji vê projeyê re derdixin, ku ev destûr neyê cîhbicih kirin.

Dewletên yekalî (ûnîter) naxwazin ev proje serkevtî bibe.

Di eslê xwe de, Destûr û modela İraq a nû, mînakek balkêş e. Ji bona avakirina dewletek hevpar, piralî û xwedî maf. Di vê projê de herêmên otonom yên etnîkî, mezhebî û olî bi girîngî cîh girtine. Mixabin, her çiqas kurdan piştgirî dabin vê projê, ku serkevtî bibe, ewqes jî nîjadperestên İraq bi piştgirîya dewletên kolonyalîst, wek Îran û Tirkîyê her asteng ji vê projê re derxistine.

Li İraq encamên hilbijartinên 10.10.2021 an li hesabê pir alîyan nehat, ji ber ku di van hilbijartinan de hêzên İraq û beşek ji Kurdan, ku bi Tirkîyê û Îranê re têkildarin, wenda kirin. Ev pênc meh di ser hilbijartinan re derbasbû ye, hîn hikûmet nehatîye damezirandin. Bi lîstikan her dixwazin rewşê aloz bikin.

Ji bona dewletek ku xurt, liser ling bimîne, sê hokerên girîng hene.1-Serwerîyek bihêz, 2-Aborîyek bihêz, 3-Hebûna ewlehî û aramîyek bihêz.

Dewleta Federel a İraq ji van hersê hokeran jî mahrûm e. Di destê taîfeyên mezhebî, destbiçek, nîjadperest û gendelîhezan de, rû bi rûyî qeyranên siyasî, aborî û ewlehîyê ne.

Bi damezirandina „İraqek nû û federal“ re, biryar ew bû ku ev herêmên li gor madeya 140 ku heta 31.12.2007an bi referandûmê bên çareserkirin. Di normalê de divê heta vê rojê, serî li Îradeya niştîvanên van herêman bihata xistin û nakokî çareser bibûna. Lê him Îran û him jî Tirkîyê bandorek mezin li ser hikûmeta federal a İraq çêkirin û bi grûbek nijadperest ya şîeyên li Bexda re, her pêşî li vê madeyê girtin. Nehiştin ku Kerkûk jî di nav de, pirsgirêkên van deveran çareser bibe û destûr cîhbicih bibe. Di vê karesata hikûmeta Federal a İraqê a li henber destkevtinên Kurdistanê de, para beşek ji kurdan jî heye! Di vir de hêzên sîyasî yên kurdan, berjewendîyên netewî kirin qurbana nakokîyên hizbî.

Di asta federalîzmê de, di navbera Bexda û Hevlêr de nerîn û helwestên cûda hene.

Şîeyên nijadperest yên heta niha li Bexda bûne desthilatdar, her çiqas di destûrê de Herêma Kurdistanê wek herêmek federe û xwedî îrade pejirandibin jî, di pratîkê de ev rastî qebûl nekirine. Ji ber wê jî, hin porjeyên destûrê, ava kirina herêmên federe yên wek navend û başûrê İraqê (herêma federe a Basra) nehatin avakirin. Bexda wek dewletek federal û navendî, nehişt ku hêza desthilatê bi herêmên federe re parve bike. Dewleta federal a İraq, wek dewletek ûniter (yekalî) tevgerîya. Vê jî nakokîyên di navbera dewleta federal û herêma federe a Kurdistanê de her ku çû kûr kir.  Helwesta ûnîterî ya Bexda, bû sebebê nakokîyan di navbera herêma Necef, Besra û Bexda de jî.

Bi dehan madeyên destûrê hene ku cîhbicîh nebûne. Her li Bexda, destekî tarî pêşî lê digire, ku ev madeyên destûrê derbasî jîyanê nebin.

Heta niha, ev 18 sal in, ne Serokkomarê İraqê, ne parlementeran, ne Parlementoya Kurdistanê, ne serokatîya Kurdistanê, ne partîyên Kurdistanê, ne jî Sendîka Parêzerên Kurdistanê ji bona van madeyên destûrê, ku cîhbicîh bibin; serî li Dadgeha Federalî nexistine û doza çimayîya van madeyan nekirine.

Berî bi çend rojan, bi alîkarîya Serokkomarê İraqê Berhem Salîh, sê parlementerên YNK (Dilah Gafur, Karwan Yarweys û Kerim Şukur) û yek jî endamê Çarçoveya Hemahengîyê ku nêzikî Heşda Şeibî ye (Ali Turki Cesum) re, ji bona ku pêşî li berbijêrê PDKê Hoşyar Zêbarî bigirin, serî li Dadgeha Federalî ya Iraqê xistibûn û pêşî li berbijêrbûna Hoşyar Zebarî girtibûn. Ev nîyetek xerab bû û lîstikek sîyasî bû. Hinek destên tarî her dixwazin ku ev post, di destê YNK de bimîne. Ji ber ku li hesabê wan tê. Ev 17 sal in YNK, vî postê mafê destûrî, ku ji bona Kurdan e, bi xerabî bikar tîne. Berhem Salîh û YNK ji bona ku postê Serokkomarî ji xwe re bigire, vê îmkanê bikar tîne. Lê tu carî serdana Dadgeha Federal ji bona berjewendîyên miletê Kurd, ku bikar bîne neketîye bîra wan.

Di 15.02.2022 de, Dadgeha Federal ya İraqê biryarek din da. Dadgeha Federal ya İraqê di biryara duduyan de, firotina gaz û nefta Kurdistanê bi destê hikumeta Herêma Kurdistanê ne yasayî dît û xwest ku, Hikumeta Herêma Kurdistanê dahatên neft û gaza Kurdistanê radestî dewleta ferderal a İraqê bike.

Dadgeha Federal a iraqê, him biryara berbijêrê PDK Hoşyar Zebarî ji bona postê Serokkomarî û him jî destdirêjîya Dadgeha Federal a ji bona neft û gaza Kurdistanê; bi dîrektîfa hinek hêzên siyasî, ku firseta destdirêjîya destkevtinên Kurdistanê bidest xistin. Biryarên Dadgeha Federal, biryarên siyasî ne û di armanca berevajiya destûra Iraq a Federal dene. Ev mesajên Dadgeha Federal, mesajên xerab in ji bona Herêma Kurdistanê.

Ev 17 sal in Dadgeha Federal a İraqê xwedî li destûrê derneketîye. Ev 9 sal in nifqê Herêma Kurdistanê, Muçeyên karmendan û hêza Pêşmergan hatîye qutkirin. Hikûmeta Bexda vê, wek çekek dijminane li hember kurdan bikar tîne. Lê heta niha Dadgeha Federal ji bona cîhbicîh kirina destûrê hewl nedaye xwe. Gelo çima di vê demê de, ev dezgeh çalak bû?

Dadgeha Federal, bi van biryarên sîyasî û dijminane, pêşî li çareserkirina pirsgirêkên di navbera hikûmeta federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de girt, ku bi dan û stendinan, ev pirsgirêk li gor destûrê neyên çareser kirin.

Divê Hikûmleta Herêma Kurdistanê, Parlementoya Kurdistanê tu carî fersend nede, ku destkevtinên miletê Kurd bên giftûgo kirin. Desdirêjîya ser neft û gaza Kurdistanê, Desdirêjîya serwerî û îradeya sîyasî a miletê Kurd e. Divê îradeya netewî û niştimanî destûrê ne ku ev serwerîya miletê Kurd binpê bibe..

16.02.2022

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *