Em piştgirîya hewildanên huqûqî yên Baroya Dîyarbekirê û Komeleya Şêx Seîd dikin!

Serhildana 1925an ku bi serokatîya Şêx Seîdê nemir dest pê kiribû, ji alîyê dewleta dagîrker ve bi awakî hovane hate rûxandin. Bi destpêka serhildanê ku di 13-02-1925an de rû dabû, di heman demê de li Bitlîsê serokê Tevgera AZADÎ Xalid Begê Cibrî, Yusuf Zîya, birayê wî Alî Riza û çend hevalên wan di 14ê nîsana 1925an de bi biryara Dîwana Herbê ya Bitlîsê hatin darvekirin.

Bi rûxandina serhildanê ve Şêx Seîd û hevalên wî jî hatin darve kirin. Bi vê darvekirinê dewleta Tirk, ne tenê bi metodên bêqanûnî û hovane, herweha bi awayên nemirovane jî tevgerîya û goristana Şêx Seîd û hevalên wî ji malbat û Kurdistanîyan veşart. Ev nêzî 100 salî ye ku dewleta Tirk vê helwesta xwe bi tawana ne mirovane ku huqûqa navneteweyî û prensîbên gerdûnî binpê dike û didomîne.

Tevgera Kurdistanî, li Bakurê Kurdistanê, li himberî vê helwesta Dewleta Tirk, di derheqê şermezarkirin û daxwaza eşkerekirina cîyê goristana pakrewanan de, xebat û çalakîyên cidî nekir. Îro, hewildanên sîyasî û huqûqî dest pêkirî ye. Em weke TDK Tevger, hewildana Baroya Dîyarbekirê û komeleya Şêx Seîd û hewildana Malbata Şêx Seîd pêngavek pîroz dibînin û bi her awayî piştgirîya vê hewlidan û pêngava birûmet dikin.

Em bangî miletê Kurd û tevaya kurdistanîyan, herweha bangî tevgera neteweyî û dezgehên sivîl û demokratîk dikin ku vê pêngava pîroz, bi tenê nehêlin û ji bo serketina vê pêngavê bibin alîkar.

Şêx Seîd, hevalên wî şehîdên Kurdistanê û rûmeta miletê Kurd in.

Divê, dewlet û nemaze wezareta naxweyî cîyê goristana pakrewanan demildest eşkere bike.

Cangorîyên doza Kurdistanê namir in. 18/02/2022

Tevgera Demokratîk a Kurdistanê

TDK-Tevger

Wêne: ji malpera Rûdaw

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *