Qetlîama Zaxoyê û Pirsgirêkbûna PKK / Kemalîst ji Demîrtaş pirr hez dikin…

Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com) 

Ez di ev nivîsa xwe de li ser du mijaran dixwazim rawestim. 

Mijarek rojane ye. Qetlîama Zaxoyê ye. 

Mijara duyemîn jî,  bere min diyar kiribû ku ezê di derbarê daxuyaniyê Demîrtaş de binivîsînim. Ezê di derbarê wê mijarê de binivsînim. 

QETLÎAMA ZAXOYÊ DIVÊ BAŞ BÊ LÊKOLÎN Û BERPIRSIYAR CIZA BIBIN Û PIRSA PKK-Ê ÇARESER BIBE…

Duho (20.07.2022) Wezîrê Karen Derva yê Iraqê Fûad Hûseynî diyar kir, ku encama êrîşa dewleta Tirk li Zaxoyê geştiyên ereb yên li Zaxoyê hatine kuştin û brîndar kirin. Di hemandem de serokwezîrê Iraqê û Dewleta Federe ya Kurdistanê û Serokê Dewleta Federe ya Kurdistanê Neçırvan Barzanî jî heman agahdarî peşkeş kirin û bûyer rûreş û protesto kirin. 

Dewleta Tirk jî diyar kir ku ev qetlîama bi deste PKKê hatiye çêkirin. Pêşniyar kir ku bi desthilatdarên Iraqê û Kurdistanê ve lêkolîn bikin. Lewra heta nûha Dewleta Tirk di operasyonên xwe de li hemberî siwîlan bi diqet hereket kiriye. Loma jî, ji aliye Dewleta Tirk prowokasyon bikin jî di nav leşkeran de dikare bibe, ev alternatifa ji derveyî aqil nîne. Divê  Dewleta Tirk ji bona vê jî lêkolîn  bikin û berpirsiyariyên xwe yên hiqûqî û maddî bîne cîh.   

Bêguman heta ku rastiyeke din dernekete holê, daxuyaniyên berpirsên Dewleta Federal ya Iraqê û Dewleta Federe ya Kurdistanê wek rastî divê bê qebûl kirin. Lewra ew li herêmê ne.

Dewleta Tirk divê gorî vê rastiyê tevbigere. 

Girêdayî Qetlîama Zaxoyê mijareke girîng heye, ew jî mijara PKKê ye. Ez di mijara PKKê de dixwazim li ser çemnd  xalan rawestim. 

1-PKKê jî heta nûha gelek qetlîam çêkirine. Loma jî di Qetlîama Zaxoyê de raste rast dikare rola wan hebe. Ew jî, ji bona proganadaya xwe dikarin vê qetlîamê bikin. 

2-Divê Kurd, di qetlîamên PKKê û xirabiyên PKKê 50 sal e li kurdan dike de jî xwediyê helwestek vekirî û zelal bin. 

3-PKKê ev qetlîama nekirebe jî, ji vê qetlîamê berpirsiyar e. Lewra heger PKKê li Dewleta Federe ya Kurdistanê di rewşa terorîstî û dagirkerî de nebe, Dewleta Tirk nikare li Dewleta Federe ya Kurdistanê operasyonan çê bike. 

4- Ji bona ku pêşiya operasyonên Dewleta Tirk bê girtin, divê Hikûmet û berpirsiyarên Dewleta Federal ya Iraqê û Dewleta Federe ya Kurdistanê jî berpirsiyariya xwe pêk bînin. Bi salan e ku pirsgirêke PKKê çareser nekirin.  Loma jî, ji encamên operasyonê Dewleta Tirk û karen xirab yên PKKê ew jî berpirsiyar in. Divê PKKê ji Kurdistanê û Iraqê derxin. 

KEMALÎST JI DEMÎRTAŞ PIRR HEZ DIKINE…

Tirkên Kemalîst û mixalefeta li derûdora Kemalîstên Tirk CHP, ji bona serokkomarî û hilbijartinê giştî qezenç bikin; ji HDPê, ji bona ku HDPé jî partî û rêxistina PKKê ye, ji PKKê pirr hez dikine. Ew hezkirina, PKK/HDPê beriya hilbijartina giştî ya dawî dest pê kir,  di hilbijartina herêmî de domand. Di herdu hilbijartinan de jî qismî qezenca wan bû. Di hilbijartina giştî de bi deste PKK/HDPê darbeyek çê kirin. Lê mixalefetê qezenç nekir. Lewra di hilbijartina dubare de dîsa “Tîfaqa Cûmhûr” qezenç kir. Di hilbijartina herêmî de bi denge PKK/HDPê bajarên mezin qezenç kir.

Kemalîstên Tirk CHP û Tîfaqa 6 Qolî dixwazin ku di hilbijartina giştî û serokkomar de dîsa bi dengên PKK/HDP qezenç bikin, loma ji PKK/HDP hez dikin. Lê ji aliye din de jî, bi PKK/HDPê re ji tîfaqa diyar, ditirsin. Lê ji bona xwe di nav PKK/HDPê de Selahaddîn Demîrtaş dîtine, ji wî zêdetir hez dikine. Nivîsên wî û tweetênwî belav dikine û wan didine mianqeşekirin. 

Selahaddîn Demîrtaş jî, ji bona ku dizane ku  Kemalîst CHPê û hevalên wan jî mecbûrî wan in, li serokên 6 Partiyên di nav tîfaqê de ne re gelek bi hêsanî dikare heqeret bike. Ew jî bersîv nadin. 

Demîrtaş him heqeret dike, ji aliye din ve jî, dixwaze pêwendiya xwe nerm bike û şexsiyeta xwe li cem wan şêrîn bike. Nêrînên li xweşiya wan bê, lê bi rastiyê re eleqe tune ye, tînê ser zimên. 

Nêrînên Selahaddîn Demîrtaş tîne ser zimên ew in:

1-Demîrtaş dibêje ku pêwendiya HDPê bi tu awayekî bi PKKê re tune ye. HDP, rêxistineke xweser e. Navenda HDPê li ser navê HDPê siyasetê diafrîne. Gelek aşkere ye ku ew nêrîna ne rast e û ne di cî de ye. Lewra avabûn û jiyan û ceribandinên HDPê bi her awayî nişan dide ku HDP, rêxistin û partiya  PKKê ye. Bê PKKê, HDPê ne tiştek e. Selahaddîn Demîrtaş bi xwe jî diyar kiribû ku “HDPê projeya Ocalan ya 20 salan e.” Dema ku hevserokê HDPê bû jî,  siyaseta PKKê meşand û biryarên PKKê pêk anî. Encama wê siyasetê nûha di hepisxaneyê de ye. 

2-Demîrtaş dibêje ku “em ji partiyên mixalefetê daxwaz dikin ku bên guhertin. Lê divê ji bona ku çûwaldizê di mixalefetê re bikin, divê HDP jî derziyê di xwe re bike. Bê guhertin. Vekirina Tirkiyeyê bike.” 

CHPê zêdetir Partiya elîta siwîl û leşker e. Faşîzm û otorîterîzm ji bona xwe kiriye çandekê. Bi demokrasi, bi siwîlazasyonê re eleqeya wê tune ye. Dijminê gel û bi taybetî jî dijminê neteweya kurd e. Avakara Dewleta Kolonyalîst û dagirker e. 

HDP/PKK jî, zarokê vê sîstemê ye. Li hemberî Kurdan, Tevgera neteweyî ya Kurdistanê, wek rêxistineke operasyonal û aparata dewletê hatiye ava kirin. 50 sal e ku li kurdan xirabî dike, kurdan dikûje, kurdperwer û mixalîfên di nav xwe de dikûje. Rêxistineke ne demokrat e,  faşîst e. Loma jî guhertina wê jî mumkin nîne. 

Mijara girîngtır ew e ku hewcedariya pêkanîna daxwaza Demîrtaş tune ye ku HDP bibe rêxistineke Tirkeyîvî. Lewra ew vekirî dibêje ku em rêxistina Tirkiyevî nî. Em rêxistina Kurd nînin. Ez jî di wê baweriyê de me ku HDP rêxistina Tirkiyevî ye. Loma jî daxwaza Demîrtaş ne di cî de ye. Ez dikarim bibêjim ku PKK/HDP ji partiyên din yên Tirkan, zêdetir xizmetî Dewleta Tirk dikin. Dijminatiya kurdan dikin. Dixwazin ku Dewleta Federe ya Kurdistanê bê xirab kirin. Kurd nebin neteweyeke xweser û serbixwe. 

Demîrtaş daxwazeke bê wate ji HDPé re dike. HDPê bi sere xwe jî neguhertin. Guhertina wê girêdayî guhertina PKKê ye. PKKê jî nayê guhertin. Loma divê Demîrtaş ne ji HDPê, divê ji PKKê daxwaz bike ku bê guhertrin. 

3-Demîrtaş dibêje ku “siyaset bi çekdarî nabe”.  Demîrtaş, divê vê yeke ji PKKê re bibêje. Lewra hêza ku biçek siyasete dike PKK/HDPê ye. Lê ji PKKê re nabêje. Herkes jî dikeve dû ev gotina Demîrtaş ku ev daxuyaniya wî tê çi wate ye. Gelek aşkere bû ku Demîrtaş nêrîneke giştî dianî ser zimên. Tu wext bê şewira PKKê wê gotine nikare bike. Dê ji PKKê bitirse. PKKê dê tiştên mezin bîne sere wan. 

Pişt re daxuyaniya wî ya di derbarê çekdariya PKKê de ev rastiya derket holê. Di daxuyaniya xwe ya duyemîn de raste rast ji PKKê daxwaz nekir ku dev ji çek berde. Daxuyaniya wî û şertên di derbarê çekrawestina PKKê de, diyar kir ku naxwaze PKKê dev ji çek berde. 

Lewra got ku “ji bona PKKê dev ji çek berde. Divê Dewlet dev ji operasyonan berde.” Ew jî dizane ku dema PKKê dev ji çek berde, hewcadriya operasyonan ji bo dewletê namîne. 

Ji aliye din de jî, ji dewletê re dibêje ku bi PKKê re bazarî bike. Ew jî dizane ku hikûmeta heyî, bi PKKê re bazarî nake. Wê deme jî daxuyaniya Demîrtaş bê mane ye. 

22ê Tirmehê ya 2022-an

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *