Li Hewlêrê konfransa Koma Zaravê Kurmancî bi rêve çû

 

Zimanasên kurd ku, di bin komekî ya bi navê Kurmancî de hatine ba hev û dehan salan in kar û barên zimanasiyê dikin civîna xwe ya vê care li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê lidarxistin.

Zimanasên kurd bi awayeka taybet ji Kurdistan24ê re derbarê civîna xwe de axifîn û dan zanîn ku, armanca wan a sereke ew e ku, kurmancî her jîndar û mayînde be.

Civîna Koma Kurmacî ko nêzikê 30 sal in li ser zimanê kurdî zaraveya kurmancî xebat û lekolînan dike li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê destpêkir. Di civîna 58 mîn de endamên komê diyar kirin ko ew li ser rêzimana kurmancî û peyvan bû hûrgilî devjengiyê dikin û bizava kurmanciyeka resen didin.

Zimanasan diyar kirin ku, ew ji ber rewşa kurmancî ya li bakurê Kurdistanê nîgeran in. Li gor wan li bakurê Kurdistanê kurmancî ber bi windabûnê ve diçe. Ev yek jî berpirsiyariyên wan zêdetir dike.

Koma Kurmancî ji sala 1987an ve bi awayeka çalak û bênavber dixebite. Ji hemî perçeyên Kurdistanê endamên wê hene. Koma Kurmancî keda xwe ya dehan salan bi derxistina pirtûkeka bi navê Kurmancî ku, ji 1248 rûpelan pêk tê xemiland. Koma kurmancî 6 mehan careke dicive û civîna xwe ya dawî li paytexta Swêde Stockholmê li dar xistibûn.

 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *