Barzanî: Mafê 40-50 milyon Kurd e bibin xwedî dewlet!

Mesûd Barzanî di hevpeyvîneke ligel rojnameya The Nation a Swêsî behsa encamdana referandumê û serxwebûna Kurdistanê kir û ragihand, sînorên deverên ji nav çûne û pêwîst e ew rastî bê qebûlkirine û bê naskirin.

Barzanî li ser sînorê heyî yên li devera Rojhilata Navîn diaxive û dibêje: “Hêzên mezin ew sînor danîne. Di pratîkê de ew sînor nemane û dema wê yekê jî hatiye ku ew rastî bê naskirin û bê qebûlkirine.”

Derbarê pêkvejiyana netewan û gelan de jî Barzanî da xuyakirin: “Her milletekî sînorê xwe yê xwezayî heye. Ew sînorên ku bo zora hêzê hatine xêzkirin, nabe êdî berdewam bin.”

Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi li dar xistina referandumê li Başûrê Kurdistanê dike û dibêje, pêwîst e ji gel bê pirsîn ka gelo ew dixwazin pêkve bijîn an jî dixwazin cuda bibin.

Mesûd Barzanî dibêje: “Nabe ti çareseriyek were ferzkirin û her çareseriyeke nû gerek bi referandumê be.”

Li ser şerê DAIŞê Barzanî dide xuyakirin, ku şerê DAIŞê, karê herî li pêş ê me ye. Derbarê Mûsilê û operasyona rizgarkirina Mûsilê de jî Barzanî nêrîna xwe wiha tîne ziman: “Em ji şerê Mûsilê re amade ne, lê belê gerek Hikûmeta Iraqê û amerîkî plana êrişê û rêvebirina wê (Mûsilê) piştî rizgarkirinê diyar bikin…Girin gtir ji mijara rizgarkirina Mûsilê, diyarkirina îdarekirina vî bajêrî piştî şer e.”

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di berdewamiya axavtinên xwe amaje bi parçeyên din ên Kurdistanê jî dike û dibêje: “Bêguman em pêşwazî li wê dikin ku netewa me ku 40-50 milyon kes e, dewleteke xwe hebin, lê belê gerek rewş li ber çav bê girtin. Em bi ser 4 parçyan de dabeş bûne, û her yek ji me jî rewşa xwe ya taybet heye û her yek ji wan jî pêwîst e çareseriya xwe ligel hikûmeta navendî bibîne.”

Derbarê serxwebûna Kurdistanê de Barzanî destnîşan dike, ku Kurdistan bo serxwebûnê amade ye.

Derbarê dema encamdana referanduma li Başûrê Kurdistanê de jî Barzanî dibêje, referendum dê îsal were pêkanîn.

http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/230520169

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *