AMED – Li dibistaneke taybet zêdetirî 400 xwendekarî dersa Kurdî dixwînin

Nîşan Dersa Kurdî Zimanê Kurdî Amed
 

Amed (Rûdaw) – Van rojan kampanyaya dersa bijarte ya Kurdî li hemû bajaran berdewam dike.

Saziyên ziman hewl didin ku li dibistanan dersên Kurdî bidin hilbijartin lê li dibistaneke taybet a Amedê deng û awazên Kurdî qet kêm nabin.

Li wê kolejê piraniya xwendekarên dibistana navîn dersa Kurdî dibînin.

Di dersê de ji nasandina malbatê bigir heta rêziman, tîpên Kurdî û stranan fêrî xwendekaran dikin.

Merve Çoban jî yek ji van mamosteyên Kurdî ye û ew her roj bi kelecaneke mezin tevlî polên Kurdî dibe.

Mamosteya Kurdî Merve Çobanê got ji Rûdawê re got:

“Gava ku ez roja ewilî hatim dibistanê ez gelekî kelecanî bûm. Ji ber ku min bi vê mebestê dest bi xwendina zimanê Kurdî kiribû. Ji bo ku bibim mamosteya zimanê kurdî.

Helbet ev cihê kêfxweşiyê ye ji bo min. Gelekî min hestiyar dike, gelekî min kêfxweş dike.”

Dersa Kurdî herî zêde li xweşa xwendekaran diçe

Her zarokek bi qasî 10 wane ango dersên cuda dibînin.

Lê ti dersek bi qasî ya Kurdî xweşa wan naçe. Ew ji dil û can, bi eşq û kêfeke mezin tevli waneyên Kurdî dibin.

Gerînendeyên dibistana taybet helbet dersên Îngilîzî û Erebî jî wekî dersên bijarte didin zarokan.

Lê zarokên ku li wê dibistanê ji hemû dersan zêdetir Kurdî hildibijêrin.

“400 xwendekar dersên Kurdî distînin”

Gerînendeyê Dibistana Taybet a Hurriyetê Vedat Kuşulay jî got:

“Li dibistana me 630 xwendekar hene. Di nava wan de nêzî 400 xwendekar dersên Kurdî distînin. Du mamosteyên me yên zimanê Kurdî li vir dixebitin.”

Li Amedê nêzîkç 100 dibistanên taybet hene ku dibistanên seretayî, navîn û amadeyî ne.

Lê di nava ewqas dibistanên taybet de tenê li vê Dibistana Taybet a Hurriyetê dersên Kurdî têne dayîn.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *