Di siyaseta Tirkiyeyê de erdhej û encamên nedihatin hêvî kirin (I)

Îbrahîm GUÇLU 

Di salekê de di siyaseta Tirkiyeyê de 3 erdhej pêk hatin û di hilbijartinan de encamên nedikhatin hêvî kirin derketin holê. 

ERDHEJ A YEKEMÎN

Li Tirkiyeyê di Gulana  2023-an de hilbijartina serokkomar û hilbijartina meclîsê hat li darxistin. Du tîfaq beşdarî hilbijartinan bûn. Tîfaqa yekemîn  Tîfaqa Cûmhûr bû  û tîfaqa duyemîn tîfaqa millet bû. Ji Tîfaqa Cûmhur re Partiya AKê û ji Tîfaqa Millet re CHPê pêşengî dikir. Tîfaqa Cûmhûr di nav xwe de li hevkirî bû, Tîfaqa Millet di nav xwe de xwediyê gelek nekokiyan bûn. 

Lê dîsa jî, ji bona ku partî û serokên di nav Tîfaqa Millet de cîh girtibûn,  li hemberî Serokkomar R.T. Erdogan û Hikûmeta Partiya AKê dijiminitiyeke gelek xûrt û bêsînor çêkiribû, gelek welatên Yekîtiya Ewrûpayê û Emerîkayê jî bi awayekî jî Tîfaqa Millet re alîkarî nîşan didan û rewşa aborî nebaş bû û li Tirkiyeyê jî Cowîdê bi awayekî pirr mezin nebe jî dîsa zirar dabû û di Sibata 2023-an de li deh bajaran û ku nifûsa wan bajaran 14 mîlyon bûn, erdhejeke gelek mezin çêbibû, dihat gotin ku “felaketa sed salî ye û qiyamet e”, pêk hatibû, rewşa aborî nebaş bû. loma  hêvî dihat kirin ku Tîfaqa Millet dê hilbijartinê qezenç bike. 

Heta dihat hêvî û tehmîn kirin ku Tîfaqa Millet dê bi %60yî hilbijartina serokkomar û meclîsê qezenç bike. Bi taybetî jî piştî erdhejê hêvî nedihat kirin ku hilbijartin pêk bên. Lê Hikûmeta Serokkomar a Partiya AKê hilbijartin lidarxistin. Di encama hilbijartinê de encameke nedihat hêvî kirin, derket holê. Tîfaqa Cûmhûr di hilbijartina serokkomar û meclîsê serkevtî bûn. Heta li bajarên ku erdhej pêk hatibûn jî Tîfaqa Cûmhûr hilbijartin qezenç kir. Lewra Hikûmeta Serokkomar û Partiya AKê di herêmên erdhej pêk hatibûn da di demek nêzik de gavên mezin avêtibûn û gelê wan herêman ji Tîfaqa Cûmhûr re bawerîya diyar kiribûn. Li Kurdistanê li bajarên ku PKK xûrt bû, serokê CHPê Kemal Kiliçdaroğlu qezenç kir. Lê piştgiriya PKKê ji Tîfaqa Millet re û di tespîtkirina parlamenteran de ji derveyî dengdaran tespîta berhilbijerên meclîsê bû sedem ku 2 mîlyon deng wenda bike. 

Ew di siyaseta Tirkiyeyê de bû erdheja yekemîn. 

ERDHEJA DUYEMÎN..

Ev encama di hilbijartina serokkomarî û meclîsê de derkete holê bû sedem ku Tîfaqa Millet di demekî kurt de belav bibe û di eniya Tîfaqa Millet de bêhêviyeke mezin çê bibe. Encama tîfaqê partiyên ku dengên wan ji sedî 2yan derbas nedibûn ji kontenjana CHPê 40 mebûsan zêde qezenç kiribûn. Ev yeka û sedemaên din di nav CHPê de bûn pirsgirêkên mezin ku di CHPê de her kes hevdû tewanbar bike. Ew jî bû sedem ku li hemberî berpirsiyariya CHPê û Kemal Kiliçdaroğlu mixalefet çê bibe. Di CHPê de ji guhertinê qal hat kirin. Ji mixalefetê re ew kesên piştî hilbijartinê  wek serokkomar ji Kemal Kiliçdaroğlu re bibe cîgir  Ekrem Îmamoğlu û  di Hikûmeta Kemal Kiliçdaroğlu de bibin wezîr, pêşengî kirin. Mixalefetê di CHPê de guhertin daxwaz kir. Di encama niqeşeyan de derket holê ku serok û organên  CHPê bê guhertin. 

Piştî gelek niqaşeyan di encamê de biryara Kongreya Giştî ya serokê CHPê û organên CHPê hilbijêre jî hat girtin û hat li darxistin. Di kongreyê de kesî hêvî nedikir ku Kemal Kiliçdaroğlu dê  serokî wenda bike û Ozgur Özel di kongreyê de qezenç bilke. Loma jî Ekrem Îmamoglu cesaret nekiribû ku bibe berhilbijêrê serokiya CHPê, ji  Ozgur Ozel re bû alîkar. 

Lê di encama kongreyê de encama hêvî nedihat kirin derket holê, Ozgur Ozel bû serokê CHPê. 

Ev jî di siyaseta Tirkiyeyê de bû erdheja duyemîn. 

ERDHEJA SÊYEMÎN…

Di siyaseta Tirkiyeyê de erdheja sêyemîn jî di hilbijartina herêmî ya 31ê Adara 2024an de derket holê. 

Wek tê zanîn û min jî di rêzên pêşî de diyar kir, di hilbijartina serokkomarî û hilbijartina Meclîsê de Tîfaqa Cûmhûr û serokkomar R.T.Erdogan qezenç kiribû. Ji bona hilbijartina Herêmî jî Tıfaqa Cûmhûr ji derveyî Partiya Refahê yekîtiya xwe parasti bû û lihevkirî û amade bû. Xwediyê tu nekokiyekê nebibû. Tîfaqa Cûmhur gelek bi hêvî û bi moral bû. Bi hemû enstrumana xurt bû. Kesî jî hêvî nedikir ku Partiya Refahê zirareke pir mezin bide Tîfaqa Cûmhur. Dihat hêvî kirin ku ji bona avakirina bajaran li dijî erdhejê û  li herêmên erdhej çêbibû jinûve avakirin dê bi destê Hikûmeta R.T.Erdogan û Tîfaqa Cûmhûr ava bibe, Loma jî di encamê de dîsa Tîfaqa Cûmhûr dê Hilbijartinên Herêmî qezenç bike. 

CHPê beriya Hilbijartinên Herêmî di nav xwe de xwediyê niqaşe û nekokiyên mezin bû. Piştî kongreyê di nav CHPê nekokî û pirsgirêk zêde bibûn.Dihat gotin k u di nav CHPê de tasfiyeya kurdan û elewiyan heye. Mixalîfên ku Kemal Kiliçdaroğlu jê re pêşengî dikin dê neçin ser sandûqan. CHPê qempenyayeke xûrt û bi plan jî  nameşîne. Loma jî dê hilbijartinên Herêmî de jî wenda bike. 

Lê di Hilbijartinên Herêmî  de encameke nedikhat hêvî kirin, ji hemû terefên partiyan de derket holê. Tîfaqa Cûmhûr û Partiya AKê wenda kir û CHPê dengekî bilind  gelek bajar qezenç kir û hejmara şaredariyên xwe zêde kirin.. 

Tê tespît kirin ku ev guhertina beriya hilbijartinê 10 rojan hatiye rojevê. Ew jî ji bona siyaseta Tirkiyeyê bû erdheja sêyemîn. Hemû teref dixwazin vê erdhejê derbas bikin . 

Nûha li ser sedemên wê niqaşeyên gelek girîng hene. Di nivîsa xwe ya bê de ezê li ser van sedeman rawestim. 

Diyarbekîr, 09. 04. 2024        

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *