Romana Mehmed Dehsiwar ”ŞOPA XETERÊ”

Lokman Polat 

Min peyamekî di facebook û twîterê de belav kiribû, gotibû; Maşallah, bê nezer, 7 roman, 2820 rûpel bi kurdî, berhemdarî ev e. Romannivîserê hêja Mihemed Dehsiwar heft roman, heryek bi kêmanî 300, 400 û 500 rûpel nivîsîye û weşandiye. 

Di wêneyê de 5 roman hene, min wan xistiye dorê ez ê dor bi dor bixwînim. Hemû romanên wî bi heyecan/kelecan in. Antî kolonyalîst in, têkoşîna li hemberê dagirkeriyê û asîmîlasyonê ne.

Xwendevanên kurd divê van berhemên hêja yên edebiyata/wêjeya kurdî bixwînin. 

Mehmed Dehsiwar di hêla dewlemendbûna naveroka romanên kurdî de pêwîstiyeke hêja pêk aniye. Wî bi naveroka romanên xwe, curbecuriya naveroka romanên kurdî dewlemend kiriye. Wî bi afirandina hemû berhemên xwe yên edebî, di romana kurdî de kelecan ango heyecan û macerayê berbipêş xistiye.

Gelo dema mirov romaneke bi kelecan, bi radeyeke bilind bi heyecan, polîsiye binîvîse divê miron çi dîqet bike û herî zêde bala xwe bide çi? Di naveroka romanên polîsiye de neyênî, çalakî, bûyerên dizî, tawanbarî, sucên krîmînal, bûyerên kuştin û birîndarkirinê, macera û heyecan hene. Di van romanan de bi taybetî jî doza heyecanê, kelecanê di radeya bilind de ye. Ev jî xisûsiyeteke wê a taybetmendîye ku wê ji berhemên din dide cudakirin. Lewre jî nivîsîna van cure romanan pir dîqet dixwaze. Divê mirov bûyerên krîmînal, tiştên neyênî bipişkife. Ji bo wê jî nivîsîna romanên polîsîye yên bi kelecan, heyecan ji nivîsîna romanên normal zortir e, zahmetir e. Mehmed Dehsiwar ji bin vê barê zor û zahmet rabûye û çend romanên ku bi zor û zahmetî têne nivîsîn, nivîsîye û pêşkêşê xwendevan kurd kiriye.

Naveroka hemû romanên wî jî bi heyecanin û di wan de têr û tije macera heye, çalakî, hareket û akşiyon hene. Hinek nivîskarên cîhanê, herwekî Hennîng Mankell û Ahmed Umît çawa ku bi vî cure berhemên xwe edebiyata swêdî û tirkî dewlemend kirine û pêşve birine, nivîskarê kurd Mehmed Dehsiwar jî heman tişt kiriye.

Ez ji romanên macerayê yên bi kelecan/heyecan gelek hez dikim û lewre jî min bi dilxweşî du romanên Mihemed Dehsiwar xwend û derbarê herdu romanan de jî gotar nivîsî. Nivîsa min a li ser romana wî ya yekem ku navê wê ” Çirîskên Rizgariyê” bû di pirtûka min a bi navê ”Bîst Romanên Kurdî” de derketibû. Niha di vê pirtûka xwe ya bi navê ”Sî Romanên Kurdî” de jî ez ê romana wî ya duyem ku navî ”Şopa Xeterê” ye, bi xwendevanên kurd bidime nasin û binirxînim.

Belê, wek min li jor jî got; ez bu du romanên M.Dehsiwar dixwînim, (Ez ê yên din jî bi dorê bixwînim.)  herdu romanên wî jî bi heyecanin, kelecanin. Min gelek romanên nivîskarên tirk Osman Aysu, Ahmet Umîd û nivîskarê swêdî Hennîng Menkell jî xwendiye. Romanên M. Dehsiwar di çapa romanên wan de ye. Di radeyeke bilind de ye. Romanên serketî ne. Wî bi van berhemên xwe ên hêja rengekî kelecanî aniye nav naveroka wêjeya kurdî û romana kurdî dewlemend kiriye.

Ez dixwazim bi balkêşiyek bala xwendevanan bikşînim. Nivîsên ku derbarê romanên kurdî de dinivîsim, nivîsîn analîzî yên akademîk nîn in. Nivîsên danasîn û nirxandinê ne. Ez nirx, qîmet didime romanên kurdî û derbarê wan de dinivîsim. Bala xwendevanan dikşînim û behsa naveroka romanan dikim. Naveroka romanek dema xweşa xwendevanan here ew dê wê romanê bikirin û bi tevahî bixwînin. Belê, Ez romanên macerayê, ên bi heyecan, kelecan û herweha romanên polîsîye gelek dixwînim û ji xwendina van core romanan hez dikim. Herweha, lewre jî min herdu romanên M. Dehsiwar bi dilxweşî xwend û ez ê romanên wê yên din jî dor bi dor bixwînim.

Lehengê romanê navê wî Merdan e. Ew tê girtin û piştî deh meh tê berdan. Ew diçe Stenbolê. Li Stenbolê dibe şahidê gulebarana dêra filehan. Dema ew nêzîkê dêrê ye, du kesên çekdar gule bera dêrê didin, li derîyê dêrê gule direşînin.

Di romanê de jenosîda ermenîyan bi devê Nezîre Xanima bavfileh tê rave kirin. Serpêhatiya Nezîre Xanimê jî jiyaneke trajedîk radixe ber çavan. Ji xwe bi fermana hukumeta Jonturk a dewleta Osmanî qetlîama ermeniyan jenosîd e,  tradejiye, felaketeke mezin e.

Lehengê romanê Merdan piştê ku li Stenbolê hinek bûyer tên serê wî, ew bi paşaporteke saxte diçe Swêdê. Lehengekî din ê romanê Serdar jî diçe Swêdê. Serdar hevalê Merdan e.

Di romanê de herdu leheng Serdar û Merdan bi tesadufî rastên gelek tiştan tên. Ew bi tesadufî dibine şahidê bûyeran û çalakîyên sportane pêk tên. Têkiliya lehengên romanê bi rêxistina wan re di kîjan radeyê de ye, nediyare. Merdan Xwedêgiravî zilamekî bi rêxistinî ye û di îstîxbarata rêxistinê de wezîfedar e. Lêbelê di pêvajoya herikandina romanê de nediyare ku têkiliyên wî ên rêxistinî didome yan na û karê wî ê di nav îstîxbarata rêxistinî de didome yan na, nediyare. Ji bo ku roman weke rêzeromanê ye û hêj li pey vê cîlda yekem du cîldên din jî hene, loma jî dibe ku di wan cîldan de têkiliyên rêxistinî werine rave kirin.

Di romanê de beşeke derbarê kuştina serokwezîrê Swêdê Olof Palme de heye. Di tevahiya romanê de tiştê ku herî zêde bala xwendevanan bikşîne ev beşe. Di vê beşê de derbarê kuştina serokwezîrê Swêdê û herweha serokê partîya sosyal demokrat a Swêdê Olof Palme agahdarî heye. Serokwezîr çima û çawa hatiye kuştin bi berferehî tê rave kirin. Ev beş hem naveroka romanê girîngtir kiriye û hem jî xwendevanan/xwîneran bi meraqdarî bi xwendina romanê ve dide girêdan û xwendevan xwendina romanê didomîne, romanê ji destê xwe danaynê.

Dema min vê beşê û rapora derbarê kuştina serokwezîrê Swêdê Olof Palme de xwend, min ji xwe re got; ”xwezî ev roman hema ji bo vê beşê be jî, li tirkî û li swêdî were wergerandin.”

Merdan li Swêdê pênc sal dimîne û piştê pênc salan vedigere Stenbolê. Merdanê ku Xwedêgiravî şoreşgere û ketiye hepis û zîndanê û du re hatiye berdan, li Swêdê qet şoreşgerî nake, qet têkilîya wî bi kurdan re, bi kurdên şoreşger û welatparêz re, bi partî û komeleyên kurdan re tune. Helbet ev di cîlda yekem de wisane. Dibe ku di cîlda duyem û sêyem de ev têkilî pêk werin, ango berevajê cîlda yekem di herdu cîldên din de di nav tevgerek/rêxistinek, partiyek kurd û Kurdistanî ya welatparêz de bin,  aktîv bin.

Li Stenbolê hevalê Merdan û herweha şirîkê wî Bahrî ji alî dewleta kûr a dagirker ve tê kuştin. Merdan lêdikole ku kê çima Bahrî kuştine. Ew li pey tolhildana hevalê xwe digere, lêbelê tola Bahrî hilnade û roman cîlda 1 diqede. Lê, li cihê qedandina romanê nabêje dawî. Lewre jî diyare ku roman didome, berdewama wê heye. Ji xwe dure wek berdewama wê cîlda du û sê diweşe. Bi hêvîya ku nivîskar di cîlda du û sê a romanê de binivîse û xwendevan bibîne ku Merdan tola hevalê xwe Bahrî hildide û ka gelo ew ê li dij kujerên/qatîlên Bahrî ku dewleta kûr a dakirker ew daye kuştin, dê çawa têbikoşe. Ev meraq jî di mirov de hewesa xwendina berdewama romanê ango xwendina cîlda duyem pêk tîne.

Li gor dîtina min, dibe ku ez şaş bim, romana M. Dehsiwar a duyemîn ”Şopa Xeterê” bi qasê a wî ya yekemîn ango bi qasê ”Çirîskên Rizgarîyê” bi heyecan, bi kelecan nîn e. Di hêla dîmenên erotîk de jî bi kasê ”Çirîskên Rizgarîyê” nayê. Di ”Çirîskên Rizgarîyê” de têr û tije macera hebû, gelek bûyerên bi heyecan hebû, gelek çalakî hebû û sahneyên erotîk ên hunerî, hunerîya pevşabûnê hebû. Li gor bîr û bawerîya min ”Şopa Xeterê” di van hêlan de bi qasê ”Çirîskên Rizgarîyê” nayê. Romana yekem di van hêlan de serketîye, lêbelê romana duyem di van hêlan de serketî nîn e. Helbet ev tiştên ku ez dibêjim dibe ku di cîlda duyem û sêyem de pêk hatine û lewre jî gotinên min ne ji bo tevahiya hersê cîldan e. Wek xwendevanekî romanhez ku ji xwendina romanên kurdî hez dike, min ji romana M. Dehsiwar a bi navê ”Çirîskên Rizgarîyê” gelek hez kir. Ez hêvîdarim ku ew roman li welat jî were weşandin û têkeve destê xwendevanên li welêt. ”Çirîskên Rizgarîyê” li Swêdê/Stockholmê hatibû weşandin.

Bûyerên di cîlda yekem a romanê de ne bi plan nîn in, sazkirina bûyeran ji ber xwe ve ye, hemû jî ji bûyerên tesadufî pêk hatine. Di hunandina bûyeran de pevgirêdakî pirxurt tune, di ravekirina bûyeran de lawazî xuya dibe. Tîp û lehengên romanê ji ber bûyerên tesadufî hatine afirandin. Têkiliyên di navbera tîp û lehengan de û herweha”pêwendiyên karekterên romanê li ser gelek bûyerên tesadufî hatine danîn.” Ji bo ku min hêj cîlda duyem û sêyem nexwendiye, dibe ku di wan herdu cîldan de berevajê tiştên ku ez dibêjim hebin. Ji xwe dema ez li ser cîlda 2 û 3 binivîsim, ev tiştên ku ez dibêjim hebin, ez ê binivîsim.

Di derbarê romana M. Dehsiwar ”Şopa Xeterê” de nivêseke lêkolînvan birêz Rohat Alakom di malpera ”Rûpela Nû” de derket. Di nivîsê de bi berfirehî naveroka romanê tê qalkirin û di derbarê romanê de R. Alakom dîtinên xwe pêşkêşê xwendevanan dike.

Lewre jî ez naxwazim di vê gotara xwe de dûrûdirêj naveroka romanê rave bikim. Min li jor pir kurt behsa naverokê kir. Xwendevan dikarin di malpera ”Rûpela Nû” de gotara R. Alakom bixwînin. Birêz Rohat Alakom lêkolînvan û herweha zaniyarekî edebiyatê/wêjeyê ye. Pirtûkên wî û gelek nivîsên wî yên nirxandin û şîroveya derbarê wêjeyê de hatine weşandin. Wî li ser gelek romanên tirkî û kurdî gotar nivîsiye û weşandiye. Hêvîdarim ew lêkolînên xwe yên derbarê romanên kurdî de bidomîne.

Ez jî vê nivîsa xwe bi van gotinên Rohat Alakom dawî tînim.

Nivîskar Mehmed Dewsîwar di vê romana xwe de wek mînak xwestiye bi saya mînaka Nezîrê li Stembolê û bi saya mînaka Hasse li Stockholmê hin mekanîzmayên mirovî bide bikaranînê, aktîf bike bona çend mijarên nemirovî rûreş û sosret bike. Lehengê yekem Merdan wek “lehengê xelaskar” heyraniyeke mezin di romanê de peyda dike. Nivîskar Mehmed Dehsiwar ne tenê xwestiye bi kuştin, teqîn û dilopên xwînê kelecana xwendevanan bilind bike. Ew zane ew çi dike. Wî herwiha xwestiye çend mijarên ku mirovahî gelek hewcedarî wan e derxe pêş yan jî xwendevanên xwe di vê rê de seferber bike. Nivîskara swêdî Åsa Schwarz jî di romaneke polêsî de wek Mehmed Dehsiwar xwestiye çend pirsgirêkên mirovahiyê mîna hawirdor, jîngeh niqaş bike. Piraniya bûyerên vê romana bi navê Firişteyek Mirî (En död ängel) li Serhedê li hêla Agirî, Îdir, Qers û Aniyê derbas dibin. (Binêre: Rohat Alakom, Åsa Schwarz li Welatê Serhedê, Basnews, 24-30 Tîrmeh 2017).

Bi kurtî dikarim bêjim ku ev berhema Mehmed Dehsiwar gelek balkêş e. Dema min dest pê kir ez vê ev romanê bixwînim min gelek caran nedixwast ji dest berdim. Min di nav du-sê rojan de bi hewaskarî ew xwend. Ne tenê ev hewaskariya min, romanê bi xwe jî bi zimanekî edebî û bi mijarên kelecanî xwe dida xwendinê. “Binêr tevahiya nivîsê di malpera Rûpela Nû de ye.

Eh, êdî hewce nake ku mirov li van gotinên birêz Rohat Alakom gotin lê zêde bike. Herçiqas min di gotara xwe de hinek kêmanî û qelsîya romanê anî zimên jî, roman bi gelemperî romaneke serketî ye û hêjayê xwendinê ye.

Bi hêvîya ku romannivîserê hêja M. Dehsiwar romaneke/rêzeromaneke din a bi heyecan, kelecan binivîse û li vê cure romanên kurdî zêde bike û beşa berhemên edebî a pirtûkaneya kurdî dewlemend bike. Wî bi van berhemên xwe yên hêja wêjeya kurdî/romana kurdî dewlemend kiriye, pêşve biriye.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *