Hikûmeta Kurdistanê divê sîyaseta xwe derbarê PKKê de biguherîne; bi şermezarkirinê nikare welat û hemwelatiyên xwe biparêze.…

Îbrahîm GUÇLU

 PKKê, di van rojên dawî de, li Dewleta Federe ya Kurdistanê dîsa dest bi êrîşan kir.  Di du rojên cûda de 6 pêşmerge kûşt û 7 pêşmerge brîndar kir, 2 pêşmerge jî revandin. Ciyê wan diyar e. Lê pêşmerge nayên berdan. Berpirsiyarên PKKê, ji malbata pêşmergeyan re gotiye ku “em dê lêpirsîn û darizandina wan bikin, pişt re bigihîjin encamekê.” Yanî gelek aşkere ye ku PKKê wek her demê Kurdistaniyan direvîne, hepis dike, êşkence dike û dikuje. Gundiyan direvîne û zarokên gundiyan direvîne dike leşker, an bi destê dewletê ew tên kûştin, an jî PKKê wan înfaz dike û dikûje.

PKKê gund û bajar dagirkirine. Nahêlê ku gundî çandiniyê bike. Ji gundiyan xeracê digre. Dema xwest gundiyan ji gund derdixe. Di nav gundiyan da planên xwe yên qirêj dimeşîne. Ji bo gundîyan li hemberî Dewleta Federe ya Kurdistanê bike dijmin, perwerdeyê dike, bi zorê û bi tirsê û bi terorê gundiyan dike dijminê Dewleta Federe ya Kurdistanê.

PKKê desthilatdarî û nîzam û hiqûq û serwerîya Kurdistanê nas nake. Partiyên siyasî û desthilatdarî rewa napejirîne. Li gelek ciyan jî serwerî û desthilatdarîya xwe ava kiriye. Tiştekî gelek xerîb e ku di kûştina 5 pêşmergeyan de diyar kir ku “mafê pêşmergeyan nîne ku bên herêma ew lê desthilatdar û serwer in, wan ev qebûl nekir, loma jî me ew pêşmergeyan kûştin”.

Dema ku rewşa PKKê li Başûrê Kurdistanê bê şirove kirin, gelek aşkere tê dîtin ku tehdît û tehlîkeya PKKê li Dewleta Federe ya Kurdistanê heye. PKKê hatiye wê merheleyê ku êdî ji gel re dibêje ku li hemberî desthilatdarî û Hikûmeta Dewleta Federe ya Kurdistanê serhildan bikin.

 

SÎYASETA DESTHILATDARÎ Û HIKÛMETA KURDISTANÊ DERBARÊ PKKÊ DE ŞAŞ E DIVÊ BÊ GUHERTIN…  

Ev statuya PKKê li Başûrê Kurdistanê di çend salên dawî de çênebû. Wek tê zanîn êrîşkerîya PKKê piştî şerê 1emîn yê Kendavê (Korfezê) dest pê kir. PKKê bi hewildan û bi piştgirîya çar dewletên kolonyalîst (Dewleta Tirk, Îran, Iraqê, Sûrîyeyê) li hemberî Herêma Azad ya Kurdistanê şer kir. PKKê çend caran li hemberî KDP, li hemberî YNKê, li hemberî herduyan şer meşand. Bi hezaran pêşmerge û hemwelatîyên Kurdistanê hatin kûştin.

PKK ji sala 1991 vir ve dest pê kir, li Herêma Azad ya Kurdistanê cîwar bibe. Piştî demekê jî gund û herêmên di bin kontrol û desthilatdariya Rejîma Baasê-Seddam de bûn, Dewleta Iraqê da PKKê.

Xeterîya PKKê, di nav 30 salî de mezin bû û hat qonaexe girîng.

Hîç şik tune ye ku di avabûna xeterî û tehlîkeya PKKê de sîyaseta Desthilatdarî û hikûmet û partîyên sîyasî yên Kurdistanê esas e û bingeh e.

Desthilatdarî û Hikûmeta Kurdistanê, di qonaxa Dewleta Federal ya Iraqê û Dewleta Federe ya Kurdistanê de jî sîyaset û stratejîyeke şaş meşand. PKK wek rêxistineke Kurdistanê pejirandin û qerektera PKKê ya terorîstî û dagirkerî û biyanî û taşeronî nedîtin û qebûl nekirin.

Desthilatdarî û Hikûmeta Kurdistanê, li hemberî PKKê wek dewletekê tevnegeriya. Hemwelatîyên xwe û hêjayî û qezencê neteweya Kurd li hemberî PKKê neparastin. PKKê her demê pişşê pişê kirin. Li hemberî xirabî û êrîşên PKKê, sîyaseta şermezarkirinê meşandin. Ev sîyaseta, gelek aşkere bû ku sîyaseteke şaş û bêmesûlîyet û nedewletî û zirardayina welêt û hemwelatîyan e.

 

DIVÊ DESTHİLATDARÎ Û HIKÛMETA KURDİSTANÊ, BI WATEYA STRATEJÎK SÎYASETA XWE YA DERBARÊ PKK-Ê DE BIGUHERE. WEK DEWLETEKÊ WELAT Û HEMWELATÎYÊN XWE BIPARÊZE..

 Desthilatdarîyek û Hikûmetek, welatê xwe, hemwelatîyên xwe, serwerîya xwe, pergela xwe ya civakî û sîyasî, divê bi her awayî biparêze. Ew kes û hêz û dewletên zerar didin welat û hemwelatîyên wan, wan tasfiye bikin, an jî bigrin darizînin û ciza bikin.

Hikûmet, dezgehên ewlekarî yên Dewleta Federe ya Kurdistanê, di van rojên dawî de, dema ku pêşmerge ji alîyê PKKê de hatin kûştin û şêhîd kirin, sîyaseta şermazarkirinê meşandin. PKKê, berê jî dema pêşmerge kûştin, hemwelatî û zarokên gundîyan revandin, heman sîyaset hat meşandin. Hîn jî dimeşînin. Ev sîyaseta jî bawerîya xelkê dişkîne. Xelkê bêbawerî dike.

Dewletbûn û desthiladarî û serwerîyê tîne hola minaqeşeyê.

Ev helwesta desthilatdarî û Hikûmeta Kurdistanê ji hişmendî û sîyaset û stratejîya wan ya şaş diqewime. Heta îro jî domand. Vê sîyasetê, xeterî û tehlûkeya PKKê mezintir kir. Divê ku ew hişmendî û sîyaset û stratejîya Hikûmeta Kurdistanê bê guhertin.

 

DIVÊ HIKÛMETA KURDISTANÊ, PKK-Ê BI LEZÛBEZ WEK RÊXISTINEKE NEKURD, KURDDIJMIN, TERORÎST, DAGIRKER, BIYANÎ, NE YASAYÎ BÊ ÎLAN KIRIN. WEK DEWLET JÎ ÇI PÊWÎST BE WÊ BIKE…

Ji bona ku sîyaseta rast ji bona berjewendîya welêt û hemwelatîyên Kurdistanê bê meşandin.

1-Divê PKKê wek rêxistineke ne kurd û Kurdistanî bê îlan kirin,

2-Divê PKKê, dijminê kurdan û Dewleta Federe ya Kurdistanê bê îlan kirin. Lewra PKKê dixwqaze ku Dewleta Federe ya Kurdistanê têk bibe. PKKê ji bona ku ev plana xwe ya qirêj bixe jiyanê, bi dewletên kolonyalîst re hevkarî û taşeronî dike.,

3-Divê PKKê, wek rêxistineke ne yasayî bê îlan kirin. Lewra rêxistineke Iraqa federal û Dewleta Federe ya Kurdistanê ye.  Ji derveyî hiqûqa wan, bi destên dewletên kolonyalîst hatiye avakirin.

4-Divê PKKê wek rêxistineke terorîst bê îlan kirin.

5-Divê PKKê wek rêxistineke dagirker bê îlan kirin,

 6-Divê PKKê wek rêxistenek biyanî bê îlan kirin.

7-Divê baş bê zanîn ku li holê şerekî birakûjî tune ye.

Wê demê helwest li hemberî PKKê zelaltir dibe. Hiqûqa navneteweyî, hiqûqa Dewleta Federal ya Iraqê, hiqûqa Dewleta Federe ya Kurdistanê dê li hemberî PKKê cî bi cî bibe.

Wê demê PKKê dê mecbûr be, an jî bê mecbûr kirin ku ji Kurdistanê derkeve. Dev ji xirabiyên xwe û xirabkirina Dewleta Federe ya Kurdistanê berde. Dê nikaribe hemwelatîyên Kurdistanê û pêşmerge û elemanê ewlewîyê bikûje. Dema derneket berpirsiyar û endamên PKKê tên girtin û tên darizandin û ceza kirin. Tên bêçek kirin.

Diyarbekîr, 11. 06. 2021

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *