Doza Mûsa li Welatperwerekî

Di sala 1973 an de, li qeza Qosarê, Mûsa hê nû dest bi dibistana navîn kiribû. Ji bo ku mala Mûsa hê nu ji gund bar kiribû qezê, zêde kes nasnedikir û hevalê wî tunebû.

Di çûna dibistanê de Mûsa bi tirs bû. Çimkî Mûsa di heft salên dibistana serata de, tevlî ku ji mamosta gelek lêdan xwaribû jî baş bi tirkî, xwendin û nivîsandina tirkî nizanîbû. Di nav mala Mûsa de jî kesî bi tirkî nizanîbû ku alîkarîya Mûsa bike.

Gava Mûsa bi hestek bêkêf ku nizanîbû bê çi li pêşîya wî hey e, nêzîkî li dibistanê kir, nerî ku du zarokên di temenê wî de, li yekî dixin.

Gava Mûsa çav li vê dîmenê ket, rewşa wî ya li gund hat bîra wî! Çimkî gundê ku mala wan lê bû, qet merivê wan lê tunebû. Ji bo ku ne birçî û ne jî hewceyî kesî bûn, hinek gundîyan ji wan kumreşî dikirin. Ji bo ku pişta wan jî tunebû, hinek gundîyan jî li wan çavsorî dikir.

Gava dê û bav û mezinên zarokan, li hemberî bûyeran, têkevin nava çi helwestê, zarok jî ji wan digirin û yek helwestê rêdidin.

Gava li gund ew biçûya nava zarokan, yan dibistanê, zarokan bela xwe di wî didan û çend kes di ser hev re dihatin û lê dipiçikîn. Loma her roj ya dev û bêvilê wî xwîn dibû û serê wî dişikest, yan jî wî serê hinan dişikenand. Di herdu rewşan de jî mala zarokên ku pê re şer kirîye dihat devê derîyê wan, dijûn didan û gilîyê wî li ba dê û bavê wî dikirin. Ji bo ku dê û bavê wî nedixwestin û hêza wan tunebû bi gundîyan re şer bikin, tevlî ku gelekî ji kurê xwe hezdikirin jî, bi ser de, li ber çavê wan, li kurê xwe didan û digotin; “bila ji kurê we re bi gorî be!”

Ji ber van bîranînên nexweş, Mûsa bazda ket nava şer. Ji wan re got:

-“Ez destûr nadim ku hûn dudo li yekî bidin!” Yekî ji wan jê re got:

-“Tu derdê me bi te re tuneye, tu têkelî şerê me nebe û bi rêya xwe de here! Wî jî got:

-“Ya hûnê yeko, yeko bi vîya re şer bikin, ya hûnê dev jê berdin û bi rêya xwe de herin, yan jî divê hûn bi min re jî şer bikin; wê gavê em dibin dudo û dudû!”

Wana nerîn ku wê gavê kar xerab e, dev ji wî lawî berdan û çûn. Piştî ku mersele safî bû, ew jî bi rêya xwe de çû. Lê nêta lawikê ku ji lêdanê filitîbû tüne bû ku wî berde; hişk bi kuçekî çakêtê wî girt û got; “heta ku tu destbirakîya min nepejirîne, ez te bernadim!?”

Tu navê ew lawik jî mîna wî, mala wan nû ji gund hatiye û ew jî mîna wî bêheval e. Mûsa jî bi bişirandin destê xwe dirêjî hevalê xwe kir û got; “em heta mirinê destbirak in!

Herduya jî bi kêfa ku hîna roja pêşî bûn xwedîyê hevalekî berê xwe dan dibistanê.

Rojekê dema ku Mûsa li serê kuça li hember mala hevalê xwe, li bendî hevalê xwe bû, mîzê zor dayê. Wî jî li dora xwe nerî, çavê wî li avahîyek sernegirtî ket. Dem li ber êvarê bû û kesek li dora avahîyê nebû. Wî jî çû li alî hundir, li qorzîyek avahîyê mîst. Tu navê zarokên xwedîyê avahîyê çav li wî ketine ku ew çûye hundir avahîyê. Mîza xwe hîn neqedandibû, sê zarokan bi serde girtin. Jê re gotin:

-“Segbav, ma ev der ciyê destavê ye!?” Wî jî hema zû berxwe pev xist û bi şermezarî got:

-“Ma çibûye lawo, min dikira bi xwe de bimîsta; ma qey we dinya nedîtîye!” Wan jî got:

-“Kurê kera, ma mîza te ne di avahîya me de be nabe!”

Yek ji Mûsa û yek ji wan, bi hev ketin. Ew sê zarok û Mûsa bi tenê, dest bi şer kirin û bi keviran belişîn berhev.

Di navbênê re pênc deqîqe derbasbû, nebû ji hêla çarşîyê ve merivekî gird yê giranîya wî zêdetirî sed kîlo berbe wan de hat. Gava nêzîkî li wan kir zarokên li Mûsa didan sekinîn. Mêrik hema rast berbe Mûsa de şûş bû. Hema çawa gehîştê, heta têde hebû, şîlmaqek li rûyê Mûsa da. Ji ber derba wî Mûsa pengizî li erdê ket. Gava hîna ber çavê Mûsa tarî bû û li erdê ji gêjbûnê xelas nebûbû, mêrik hişk bi milê wî yê ziravik girt û ew rakir û dîsa dawşandê. Mêrik qederekî, bi dilhişkî û bêûjdanî, bi şîlmaq, peîn û kulmiskan têra xwe li Musa da, jê re dijûnên xerab da û çû.

Mûsa bi canekî bi êş, rûyekî werimî û serîkî gêj, berbe malê de şewişî. Berê, di jîyana gund de, gelek lêdan û tadeyî li Mûsa hatibû, lê heta niha kesî bi vê ecêbê û zalimtiyê lênedabû.

Piştî ku Mûsa hişê xwe civand, ji xwe re got; “ez`ê çawa di şerefa vîya nim, heyfa xwe jê hilînim? Çawa be ez bi destlepkê nikarim pê, ya baş ew e ku ez wî taqîb bikim, bê ka di ku re dihere û tê, ez hilkişim ser xanîyekî û gundorê xanî bi ser serî de berdim!”

Di wan çend rojên ku Mûsa bi planê heyfhilanîna xwe mijûlbû, rojek hat mal, nerî ku civînek partîyê li mala wan destpêkirîye.

Mûsa jî kêfa wî gelek ji hevalên bavê wî yên welatperwer re dihat. Gava li ser doza Kurd, yan di warekî din de pirsek wî heba, ji wan dipirsî, bersîfa wî didan. Çimkî hevalên bavê wî, tev xwende, şêx, mela û zana bûn.

Dêya Mûsa, mersefa qedeha xist destê Mûsa û got; “vêya bibe ji mêvanan re!” Wî jî rahîşt mersefê û bir nava mêvanan. Derbasî hundir bû xêrhatin di mêvanan de hilda. Mêvanan jî bi hezkirin û bişirandin bersîf danî.

Piştî ku mersef danî, Mûsa çavê xwe li ser mêvanan gerand. Gava çavê wî li mêrikê qelew û rûberazî ket, di cîh de sar bû û madê wî xera bû! Hema di lingê-ling de zîvirî û ji odê derket, çû ba dêya xwe û jêre got:

-“Dayê, ez nema dixwazim ji hevalên bavê xwe re suxreyan bikim. Ya xerab jî, heta niha min nizanîbû ku di nava hevalên bavê min de kesên zalim û bêûjdan jî hene!” Dayika wî ecêbmayî:

-“Ev çi gotin e lawê min, çi qewimîye!!” got. Mûsa, çîroka xwe û mêrikê qelw ji dayika xwe re got û jê re:

-“Kurdekî berê nebûbe mirov, Kurdekî zarokê Kurdistanê wek zarokê xwe nebîne û ji her tiştî girîngtir, Kurdekî karibe ewqas zalim û dilhişk be, wê çawa karibe bibe welatperwer û bi rastî doza mafê gel bike!?” got.

Mûsa tucarî, serborîyên xwe ji dayik û bavê xwe re nedigot. Loma ji wan re behsa wê bûyerê jî nekiribû. Dayika wî jî gelek li ber wî ket û aciz bû, loma bi destê lawê xwe girt û çû civatê. Ji wan re got:

-“Hevalên hêja, berî kurdistanê, dozek me hey e, divê hûn safî bikin!!” Dayika Mûsa li lawê xwe fitilî û jê re got; “kurê min, hela ka çîroka xwe ji welatperweran re bêje!”

Bûyer çawa qewimîbû, Mûsa tev yek bi yek got. Ji bo doz hat ber destê civatê, Mûsa behsa planê xwe yê heyfhilanînê jî kir.

Welatperwerê rûberazî, ji fedîya rûyê wî sor bû, xwêdan bi serket û te digot qey kilît li devê wî ketîye, yek gotin ji dev derneket. Li wir ez têgihîştim, tew mêrik bi serde şêx e jî!

Civat tev şaş û şermezar mabû. Nizanîbûn bê wê çi bêjin. Di nav wan de seydayê mele Eledîn bi hêrs û yarî got; “ez heqîya vêya zanim! Wî çend sîle li Mûsa dabe, divê Mûsa jî ewçend sîle lê bide! Dîsa jî edalet nayê cî; çimkî şîlmaqên wî û Mûsa ne wekhev xurtin, lê qet nebe, wê dilê Mûsa û yê min rihet bibe!!”

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *