Gorî Êzdînasîna min, çarşema serê nîsanê ne destpêka serê sala Êzdîtiyê ye

Gorî Êzdînasîna min, çarşema serê nîsanê ne destpêka serê sala Êzdîtiyê ye

 Hêjayan, ez ne ilimdar û oldarek im û ez  li gorî Êzdînasîna xwe dibêjim, hesabê salnama Êzdiyatiyê di qewil. Ilim, heqîqet û terîqetên ku,  bapîrên me Êzdiyên Xaltaniyê ji me ra bi hezarên salan ve hîştine de zelal e.

Ilimdarên Xaltaniyê vêga jî dibêjin*, meyandina dinya yê di meha kanûn qedim de çêbuye û serê sala Êzdîtiyê jî di destpêka meha kanûn tex de destpêdike.

Keremkin  li  „qewlê mehan“ guhdarî bikin û binêrin , ew dêje:

 

„Ji qewlî Fexrî zergûna,

here bi herf e û ye bi nasîn e

Roja binyata vê dinya yê danîne,

ew roj bi xwe kanûn e.“-qedim

 

Di vir de zelaldibe ku, meyandina dinya yê di vê meha kanûn„qedim“-12- de ye û ev rikna bi riza Xwedê û Milyaketan di destpêkiriye.

Lewma jî rojiyên îda Êzî di vê meha kanûnê de destpêdikin û îda Êzî ji di roja îna yekemîn hefteya kanûnê de têpîrozkirin. Çi gava sieta ev meha kanûna qedim-pêşî di êvara 13 meha 1 ya salnama mîladî de biqede û 14 wê destpêbike de, hingê dibe serê sala Êzdiyatiyê.

Dîsa bi dîtina min û keremkin  li  „qewlê zebûnî meksûr“  guhdarî bikin û binêrin , ew dêje:

„Piştî çil hezar sal bi jimare

Heta Laliş ji jor ne di hate xware

Erdê bi xwera negirtiye hêjare

 

Dema ku Laliş dihate

Pê şîndibû çend û nebate

Bi xwe ra zeyînandiye kinyate“

 

Di vir de jî zelaldibe ku, canê min bigorî Tawisî Melek, bi raya Xwedê di roja çarşema serê nîsanê de hatiye ser ruyê erdê û jiyan berdaye axê. Lewma em dibêjin, roja çarşema serê nîsanê destpêka jiyanê ye û ne roja serê sala Êzdîtiyê ye.

Ez li gorî ku di ilm, qewl, dua, cimayî , îd-cejin û çanda Êzdiyatiyê de têzelalkirin dibêjim, pîvana sersala me Êzdiyan (Kurdan) bi tevgera erdê(dinyayê), ya ku li dor jojê tê gerandin ve girêdaye û ev salnama me Kurdan a herî raste.

“Em î kêmin, yê tamam Xwedê ye” !

Kemal Tolan, xemxwar û berhevkarê kevneşop-zargotina Êzdiyatiyê 09.04.24

* Hevpeyvîna bi rêzdar Feqîr Şerîf Heso ra

https://www.facebook.com/KemTolan/posts/pfbid02AQjMF9FbCXydSnSGfmNocPsG2d9UAbEASEANtnSiiipzeZ8UQ2W4TNYECvVkS2KUl

https://www.facebook.com/KemTolan/videos/885864315673913

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *