Zimanê kurdî, hebûna miletê Kurd e.

Tevgera Demokratîk a Kurdistanê     (TDK-TEVGER)
Tevgera Demokratîk a Kurdistanî      (TDK-TEVGER)
Kürdistan Demokratik Hareketi         (TDK-TEVGER)
Kurdistan Demokratische Bewegung (TDK-TEVGER)
Democratic Movement of Kurdistan  (TDK-TEVGER)


Li ser bijarteya dersa zimanê Kurdî!

Ziman dîyardeyek zindî ye. Heger em bi zimanê xwe neaxifin û bi zimanê xwe nexwînin û nenivîsînin bêgûman dê ev dîyardeya zindî, biçelmise û dawîyê jî mixabin em dê tenê bi zimanê biyanî biaxivin û xwe îfade bikin. Şiûra milletî û hêvîya pêşerojê ya neteweyî di zimanê wî de veşartîye.

Em di wê hişmendîyê de ne ku zindîmayin û aktif bikarînana ziman bi struktura civakî û perwerdeya bi zimanî bi xwe ve girêdayî ye. Pêwîst e civata Kurd li Bakurê Kurdistanê li zimanê xwe xwedî derkeve. Mafê dersa bijarte ya zimanê kurdî ne mafekî mezin e û ne jî daxwaza milletê Kurd bi cî tîne.

Lê em wek TDK-Tevger, hemî destkeftîyên neteweyî û çandî her çiqasî biçûk bin jî, ji bo geşkirina jîyana neteweyî girîng dibînin û li wan destkeftîyan xwedî derdikevin.

Pêwîst e, em bi awakî zelal diyar bikin ku dersa bijarte, bersîva pêdivîyên zimanê kurdî nade û divê demildest perwerdeya bi zimanê dayikê di Qanûna Esasî ya dewletê de cîh bigre û fermî bibe.

Em nikarin li hêvîya dewletê bin, da ku mafê perwerdeya zimanê dayikê li ser tepsîya zêrînî pêşkêşî me bike. Pêwîst e, em wek millet, ji bo daxwaz û hêvîyên xwe têbikoşin û xwedî li destkeftîyên heyî jî derkevin. Îro derfet û destkeftîya dersa bijarte heye. Siberojê, dê perwerdeya bi zimanê dayikê bi rastîyê wergere. Tevgera netewî, pêwîst e ji  bo beşdarîya xwendekarên dersa bijarte ji miletî re bibe alîkar. Pêwîst be, divê em mal bi mal, komel bi komel, dezgeh bi dezgeh bigerin û xelkê xwe li ser girîngîya hilbijartina dersa kurdî aghadar bikin. Ev gavek gelekî sembolîk û biçûk e, lê em dikarin bikin pêngavek ji bo bêngavên mezintir.

Em bangî miletê Kurd dikin ku zarokên xwe li dibistanan ji bo dersa bijarte qeyd bikin. Bikin daxwazek girseyî ku siberojê ji bo daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê ji bo rayagiştî ya kurd, tirk û cîhanê bibe bingeh û îspata daxwazên miletî.

Zimanê kurdî, hebûna miletê Kurd e; têkoşîna ji bo parastin û bidestxistina mafên perwerdeya bi zimanê kurdî, perçakî girîng yê tevgera rizgarîxwazîya neteweyî ye.

TDK- Tevger

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *