Hevkarîya PDKê û YNKê biryardêr e

Tevgera Demokratîk a Kurdistanê     (TDK-TEVGER)
Tevgera Demokratîk a Kurdistanî      (TDK-TEVGER)
Kürdistan Demokratik Hareketi         (TDK-TEVGER)
Kurdistan Demokratische Bewegung (TDK-TEVGER)
Democratic Movement of Kurdistan  (TDK-TEVGER)


Berîya demekê PDK/YNKê, peymana hevkarîyê ji raya giştî re eşkere kirin. Bi vê daxwîyanîyê, milletê Kurd û tevaya Kurdistanîyan kêfxweş bûn û hêvîyên wan geştir bûn. Heyetên PDKê û YNKê, li Bexdayê bi hemahengî ji bo berjewendîyên kurdistanîyan pêwendî danîn û bala raya Kurdistanê, Îraqê û cîhanê kişandin. Kurdistanîyan vê pêngavê bi pîrozî pêşewazî kirin û alîkarîyên xwe danasîn.

Berîya çend rojan, li ser helbijartina cîgirê serokê parlementoya Iraqê, di nava PDKê û YNKê de nexweşî derket û ev nexweşî bû sedema destpêka têkçûna hevkarîyê. Berjewendîyên partîperestî û kesayetî ,dîsa ketin pêşîya berjewendîyên miletî û hêvîyên xelkên Kurdistanê têk birin.

Ji kîjan alî dibe bila bibe, parastina berjewendîyên partîperestî û kesayetî ne di berjewendîya miletê Kurdistanê de ye. Ne mafê YNKê û ne jî mafê PDKê ye ku vê hevkarîyê têk bibin û bi hestên xelkên Kurdistanê bileyizin. Ev hevkarî, ji bo vegera pêşmerge ya herêmên ji destdayî, bicîkirina madeya destûrê ya 140î û butçeya herêmê ye. Hersê xal jî yên sereke ne û divê tevgera netewîya başûrê Kurdistanê vê hevkarîyê biparêze û berfirehtir bike.

Hevkarîya PDKê û YNKê ya duqolî, her çiqasî bingeh be jî tenê bi serê xwe sedema serekeya têkçûyina hevkarîyê bi xwe ye. Divê partîyên sereke yên derveyî hevkarîyê mane, giş bejdarî nava hevkarîyê bibin û hevkarî berfirehtir û bihêztir bibe. Divê ev hevkarîya berfireh bibe astenga têkçûyina hevkarîyê. Divê nehêlên PDK û YNK, li gor berjewendîyên xwe, pêwendîyan deynin; lê bihêlin pêwendîyên hevkarîyê li ser berjewendîyên miletî bin.

Em TDK Tevger, bang li PDK û YNKê dikin ku berjewendîyên xelkên Kurdistanê bidin ber çav û hevkarîyê biparêzin. Em bang li tevaya tevgera netewî ya Kurdistanê ya herçar beşan dikin ku zextê li herdu partîyan bikin; da ku ji peymana hevkarîyê re rêz bigrin û hevkarîyê biparêzin.

Bijî hevkarîya xelkên Kurdistanê

TDK- Tevger

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *