Nerazîbûnên li dijî îşkencekirina ciwanê Kurd berdewan in

Bi sedan Dêrsîmî û siyasetmedar û saziyên sivîl li Kolana Hunerê civiyan û li dijî îşkencekirina ciwanekî Kurd ji aliyê polîsan ve nerazîbûn nîşan dan.

Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, polîsan 11ê Nîsanê bi şev ciwanê bi navê Dogukan Gul desteserkirin û li Rêveberiya Ewlekariya Dêrsimê îşkence lê kirin. Dogukan Gul li nexweşxaneyê rapora lêdanê wergirt û li dijî polîsan gilî tomar kir.

Dogukan Gun ciwanê Îşkence lê hatiye kirin got  “Ez demjimêr 11ê êvarê li Taxa Ataturk dimeşiyam, otomobîlên polîsan hatin li cem min sekinîn û ji min re gotin `te teqe kiriye` û bi zorê min li otomobîlê suwar kirin. Min birin rêveberiya ewlekariyê û li wêderê 15-20 polîsên ji hêzên taybet êrîşî min kirin, min danîn erdê û li min dan.”

Xelkê Dêrsîmê li dijî îşkenceya polîsan daxuyaniyek dan û bûyer şermezar kirin.

Nûnerê Komeleya Mafên Mirov Gurbuz Solmaz dibêje “Em li vêderê li pêşberî we careke din îşkenceya ku li Dogukan Gun hatiye kirin şermezar dikin û dixwazin bibêjin rast nabînin.”

Parlamenterê HDPê yê Dêrsîmê Alican Onlu jî dibêje, li Dêrsîmê her tişt di destê Serokê Şaxa AKPê û alîgirên wezîrên navxwe de ye û ti bandoreke parêzgar nîne, ku em daxwazekê jê bikin.

Parlamenterê HDPê yê Dêrsîmê Alican Onlu diyar kir “Ev faşîzm ne tenê li Dêrsîmê ciwanê me, ev faşîzm li Kurdistanê û her cihê welat jinê dikuje, xwezayê tine dike, kedkar dikuje, mirovahiyê dikuje, wicdanê dikuje. Me çend caran daxuyanî da; li vêderê berpirsê bajêr nîne, parêzgar nîne ku em bang li wî bikin. Li vêderê Serokê Şaxa AKPê û kadroyên wezîrê karên tawanê hene, em hêviya tiştekî ji wan nakin.”

Li gor rapora Weqfa Mafên Mirov a Tirkiyê, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di çar salên dawî de herî kêm 13 hezar û 965 kes ji aliyê hêzên emnî ve bi îşkence hatin desteserkirin û ji wan 266 kes birîndar bûn.

https://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/1304202212

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *