Sonda me Kurdistana serbixwe ye!

Aslîka Qadir/ “..Em demeke hesas derbas dibin. Tragêdiya Şengal û Kobanê dest pê kir û agir ser meda barandin. Bi rastî, şer kêrî tu kesî nayê, ça M. Frîş dinivîse, lê hinkan peyvîstî bi çevsoriyê heye. Hema ev jî bu sebeb, ku gund û bajarên kurdan hatin wêran kirin, qıyamet me hat rakirin, naxwazim vegerim vê ecêbê, hun gişt zanin çi li me hat u ev gişt bo wê yekê, ku çand gewad çevsorî li kurdan kirin..”

Sonda me Kurdistana serbixwe ye!

‘’Belê, em kurdin!!! û bila dijmin baş bizanibe, wekî em tenê wê çaxê çok didin erdê,
gava em dixwezin Ala Kurdistanê maç kin…’’

Miletê kurd bi sedan salan dijî dijminan ber xwe daye, behrek xun rêtiye, tehlî-tengasî u zordarya nedîtî kişandiy heta ku gihîştiye van rojan. Gelek dur neçim, Helebce şahida bêdeng, ya zulma himberî miletê meye, ew yek ji birîna kur, ya dîroka kurdaye. Lê Helebce usa jî sîmbola Kurdistana nu ye, sîmbola jîn u herhebuna Kurdistanê ye.

Naha herêmek bi resmî li başurê Kurdistanê çê buye. Parlamênt, ornamênt, Al u siruda netewî u her waha, hukumet u prêzîdentê me heye, kîjan ji aliyê milet va hatiye hilbijartin.
Evana destketinên gelek mezinin u peyvîste em wan bivînin u wek ronya çevên xwe biparêzin, hemu pevçunan bidin alîkî u bi hevra bigihîjin wê meremê, ji bo çi kal u bavên me bi qurnan şer kirine, ew jî Kurdistanek azad u serbixwe ye. Dem u qurna dijminên me ne tenê neguhartiye, berovajî, ew kirinê hê mixenet, hê meruvxur u hê diran enîşkê da…

Dîrok bo wê yekê ye, ku carana em para binêrin, gotinên mezinan carek din bixwînin u bi rêbaza wan herin pêş. Lê kifşe partiyên me dersê ji dîrıka xwe hilnadin u berjevendyên milet di bin berjevendiyên partiyan ra divînin. Eva xiyaneteke gelek mezine himber miletê kurd.

Bêguman şaştî, ça ez divînim, gelek hene di sîyaseta hilbijartina kadroyan da. Gelek car ne ku kvalîteya şexsî, zanabun u karebunên wan hildidin ber çevan, lê belê, dereca pêyvendiyan bi kasan va, ku karibin bawarya xwe pê bînin, girîng divînin. Ev jî ji aiyê xwe va, hewil didin merivên xwe, xizm u nêzîkên xwe bikişînin cem xwe, ku bikaribin bi hêsanî ‘’kar bikin’’.

Kontroleke bi qewat ser buceya hukumetê nîne. Her quruşek, ku tê xerc kirin, gerek bi îzbat u bi nivîs be. Eger ev kar ne ser dereca bilind be, ew jî hela bo welatekî nu, wek Kurdistan, ew dibe sebebê gendelyê.

Gendelî dijminê welête. Eşkerekirin u ceza kirina gendelan hêzê dide milet, ew usa jî pevgirêdana milet bi hukumetê va qewattir dike u bawarîke mezin dide wê. Ceza kirina gendelan usa jî dibe sîgnal bo yên mayîn, ku ew jî dikarin ciyên xwe di hebsan da bigirin.

Naha usa lê hatiye, ku divê ‘’bidize u xemit nebê’’. Di vî halî da eger Stalîn jî ji gorê rave, bê, wê nikaribe tiştekî bike, ber ku gendelî buye wek bîznês u nexweşîke kronîk(xronîk) li Kurdistanê. Eger hukumet, an jî organên kompêtênt himber gêndelyê bêdeng bin, ew tê wê wetayê, ku hukumet jî bi wan re ye (milet wa difikire). Ev jî dibe sebebê tevlihevbuna u zimanêyên wek Adil Murad jî, bi kîlometran dirêj dike.

Hukumet peyvîste bawariya milet bi dest bîne. Bawarî ne tenê kitêbên dînî ne, bawarî çiyan dihejîne.

Em demeke hesas derbas dibin. Tragêdiya Şengal u Kobanê dest pê kir u agir ser meda barandin. Bi rastî, şer kêrî tu kesî nayê, ça M. Frîş dinivîse, lê hinkan peyvîstî bi çevsoriyê heye. Hema ev jî bu sebeb, ku gund u bajarên kurdan hatin wêran kirin, qıyamet me hat rakirin, naxwazim vegerim vê ecêbê, hun gişt zanin çi li me hat u ev gişt bo wê yekê, ku çand gewad çevsorî li kurdan kirin. Ji alîkî din, buceya Kurdistanê bi xiyanetiya Adil Murad(YNK), hate birîne. Eger demek bê u em pê bihesin, ku destê Adil Murad jî di pilanên DSİŞ-ê da hebiye, ezê ecêbmayî namînim.

Halê milat li Kurdistanê giran buye, bi sed hezaran muhacêr ketine stuyê hukumetê u birêz Mesut Barzanî. Di vî halî da cayî ku pişta hev bigirin, YNK, Gorran, partiyên Islamî, kîjanan qet nas jî nakim, bune kula biçengê, ya binemala Barzanî. Berzanî ne Kurdistanê, ew feqet sîmbole, Kurdistan miletê kurde, kerema xwe ji bîr nekin u bikevin halê milet. Bi nêrîna min, di qanuna bingehî da peyvîste avakirina partiyên ser prînsîpên etnîkî u ser prînsîpen dînî, bên qedexe kirin, evê welêt ji qeyranan biparêze. Bi dîalogan di medyayê da, ew dikarin bi hêsanî problemên xwe hil bikin. Ji xwe, li Kurdistanê xirîstyan wek ‘’masiyên di nav avê da’’ jîyana xwe derbas dikin.

Ne cayîze milet aciz kin, di destê milet da usa jî tu tişt nemaye, naha jî dixwazin heqê hilbijartina serokê herêma Kurdistanê ji dest hildin. Milet ne peze, ku kuda bixwazin, wêda bajon. Milet gerek xwe di rola sereke da bivîne, lê ne ku ça bîner mêze ke, ku partî dewsa vê qirara bidin. Partiyên kurda gelek tişt hildidin ser xwe u bîr dikin, ku bêy milet ew bê weta ne.
Miletê me folklorî ye u hazire bo karên mezin u pîroz, ew biryardare u canfîdaye, lê tehemol jî hidudê xwê heye. Tirsa min ewe, ku ev halê giran, yê aborî, ku gelek tov buye u ketiye ser hev, zu, yan dereng, bigihîne helekî katastrofal bo Herêma Kurdistanê.
Lê, nenihêrî her tiştî, bawariya min bi têgihiştina miletê me, yê qehreman heye. Idêayên berz, yên netewayî, ku nêzîkî dilê me her kesî ne, ewana milet dikin Yek. Fikira Serxwebuna Kurdistanê wa me kiriye, wekî em dîsa hîs bikin, ku em malbatekin, miletekin, em yekin. Ez hiz dikim em bi destketinên xwe va asmanê Kurdistanê bixemlînin.

Aslîka Qadir- rojhilatzan, hunermend

http://www.rizgari.com/modules.php?name=News&file=article&sid=52633

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *