Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e!

Şeyhmus OZZENGIN

Wek ku em dizanin; Ev demeke di nav civata kurdên Êzdîde bêtifaqîyek hebû. Dilnexwazên doza Kurd û Kurdistanê, bi destekî dijminane ketibûn nav vê civata resen a Kurd û dixwestin Serkêşîya Mîrîtîya êzdîyan û serkêşîya Rûhanî (Laleşê) bêbandor bikin, ku tifaka kurdên êzdî şikestinê bixwe.

Bi êrîşên DAÎŞ re (2014) Kurdên Êzdî raserî jenosidek mezin hatin. Bi sedhezaran ji şengal, şêxan, Başîq û derdorê koçkirin. Li derdorê Dihok, di kampande bicîh bûn. Beşek piçûk ji wan jî desbasî Tirkîyeyê bûn û piranîyên wan hatin Ewrûpa.

Piştî ku Şingal ji DAÎŞ hate rizgarkirin, divabû Şingal bêt avakirin û Kurdên Êzdî vegerîyana ser cîh û warên xwe. PKK û Haşdî Şabî bi tifaqekê ev derfeta valahîya Şingal ji xwe re bikar anîn. Bêtifaqîyek xistin nav Kurdên Êzdî, ku ev civat di bin bandora wan keve û ji xwe re bikar bînin.

Sebeba duyem jî Kirasgûhartina Mîr Tahsîm beg bû. Kiras guhertina Mîr Tahsîn Beg, valahîyek di nav serkêşîya civata kurdên Êzdî de çêkir, ku fersend têkeve destê PKK. PKK, bi vê fersendê Şingal û Laleş, serkêşîya Rûhanî anî henber hev. Li Şingal hinek dengên ku Mîritîya malbata Mîr Tahsîn Beg red bikin û Laleşê wek kevneşopîyek rizîyayî nîşan bidin derket holê.

Du salên Şewba Covîd 9 jî mudaxaleya vê rewşê dereng xist. Piştî kirasguhertina Mîr Tahsîn Beg, hilbijartina kesayetîyek li dewsa Mîr Tahsîn Beg jî demek ajot. Belê di nav Civata kurdên Êzdî de bi serkêşîya serokatîya beşa Rûhanî Hazim Beg hat hilbijartin. Beşik piçûk ji Şingal, Êzdîyên Rojavayê Kurdistanê û ji dîyaspora li dij Mîritîya Hazim Beg derketin. Di nav civata kurdên Êzdî de, ev herêmên ku li dij Mîritîya Hazim Beg û bandora Laleşa Pîroz derdiketin Herêmên Kurdên Êzdî ku di bin bandora PKK de bûn. Van kiryarên PKK jî bandorek neyênî û xerab di nav tifaqa civata Kurdên Êzdî de çêkiribû.

Ev demeke birêz Hazim Beg, ji bona carek din tifaqa nav mala Kurdên Êzdî nû bike û ava bike li Elmanya dan û stendin û civînan li dar dike. Ev gava Hazim beg, her çiqa ji ber hinek sebeban dereng ketibe jî, gavek erênî ye. Divêtîya parastina vê civata resen a kurdên Êzdî bi yekitîyek hevgirtî heye. Lazime ev gav roj berî roj bêt avêtin ku, ev civata Kurd a resen bêt parastin. Divê her hêlê de Kurd piştgirîyê bidin van hewlên Hazim Bek û baskê Rûhanî.

Di konferansa Koln a 07.01.2023an de ji bona sazkirina yekitîya nav mala kurdên êzdî, çend biryarên girîng hatin stendin.
bi sedan Êzdî di hûzûra Mîr Hazim Beg de hatine ba hev. Pirsgirêkên civata xwe guftûgo kirin. Ev xewnek bi hezaran ya Kurdên Êzdî bû, ku hate cîh. Gavên biryar û projeyên yekitîya nav mala kurdên Êzdî hatin ber guftûgoyê û hatin avêtin.

Wek: Biryara avakirina Meclîsekê,
Di nav Civata Kurdên Êzdîde avakirina Komîsyonan,
Kurdên Êzdî wek civat, bê ku bandora fikrên sîyasî civatê perçe bike, avakirina yekitîya Civatê,
Biryara ku hemû rewşenbîr û berpirsiyar, divê di nava xebatê de cîh bigirin hat stendin.

Divê Kurdên Êzdî bi tifaqek xurt, wî destê reş, ku tifaqa wan xeradike ji nav civata xwe derxînin. Bi serkêşîya Hazim Beg, ev dan û stendin û civînên ku ji bona tifaqê lidar ketin pîrozin. Divê Êzdî, ji hevûdû re bihurmet bin û hevûdû tehamûl bikin. Mîrîtî, sazîyek temsîla civata Kurdên Êzdîye, divê hurmet ji vî postî re bêt kirin. Bê Civata Rûhanî jî Êzdî nikarin xwe û yekitîya xwe biparêzin. Parastin û xwedî lêderketina van herdû sazîyan ji bona yekitî û parastin vê civatê pir girîngin.

Di van civînan de hinek hêlan, piranî nûnerên Êzdîyên Rojava û Şingalê hinek rexneyên neyênî, ku tifaqê perçe bikin û bandora Mîrîtî û rûhanîya kurdên Êzdî bişkînin hatin kirin. Lê ev kes bêbandor û ji terefê piranîya beşdaran ve hat redkirin.

Civîna Kolnê bi şîarên Hazim Bek hat bidawî bûn;
„Civata Kurdên Êzdî, civakeke zanyar e.! Kurdîstan ya me ye, Kurdîstan tinebe rewş û pergala me wê xirabtir bibe. Bi sedan nîrxê me Ziyaretgehên me, Lalişa me ya Nûranî û gelek xasên me yên Pîroz li Kurdîstanê ne…!
Em nikarin êzdiyan ji Kurdîstanê veqetînin.!“„Ez vê yekê ne jibo partiyên siyasî yên Kurd dibêjim.! Kurdistan baxçe û parêzê me Êzdiya ye, ciyê me ye û mafê me ye. Kes nikare me jî welatê me dûr bike.! Divê hûn pişgirtina min û Heyeta Ruhanî bikin.!“
10.01.2023

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *