Serokê Giştî yê HAK-PARê Duzgun Kaplan û heyeta xwe, serdana TDK-TEVGER`ê kirin!

Serokê Giştî yê HAK-PARê Duzgun Kaplan û heyeta xwe, derbarê rewşa siyasî û pêvajoya hilbijartinan de roja 12:01:2023 an de, li bajarê Amedê serdana TDK-TEVGER`ê kirin.

Di hevdîtinê da heyetên HAK-PAR û TDK-TEVGER`ê, li ser girîngîya peywendîyên partiyên Kurdistanî rawestiyan. Her du alîyan pêwîstiya têkîli, peywendî û xebatên hevbeş anîn ziman û li ser rewşa Kurdistanê, li ser mijara bi hêzkirin û xurtkirina xeta netewî, dîtinên xwe pêşkêş kirin.

Serokê HAK-PARê Duzgun Kaplan, di derbarê pêvajoya hilbijartinan û li ser peywendîyên di navbera hêzên neteweyî, daxwaza civînek taybet kir û nameya vexwendina civinê radestî heyeta TDK-TEVGER`ê kir. Hevdîtina heyeta HAK-PARê û TDK-TEVGER`ê di atmosfereke dostane û berhemdar da derbas bû.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *