Neteweya Tirk, Di Hilbijartinan De Gor Berjewendiya Xwe ya Milî Tevgeriya…

Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Li Tirkiyeyê di 24ê Hezîran a 2918an de hilbijartina serokkomarî û hilbijartina giştî hat li darxistin. Ev hilbijartina hîç şik tune ye ku ji hilbijartinên berê û demên bihûrî  xwediye taybetiyek û cûdayetiyekê bû.

Lewra di makezagonê de encama referandûmê guhertin pêk hatibû, biryara sîstema serokkomarî bi wateyeke din sîstema serokatî hatibû pejirandin. Di sîstema berê ya parlamenrterî de hikûmet, ji aliyê partiya ku zêdetir deng girtibû û xwediyê zêdê parlamenter bû ava dibû, sewrokkomar erê dikir. Meclîsê jî piştî ku hikûmetê bernameya xwe xwend,  baweriya jê re nîşan dida. Hikûmet ava dibû.

Lê di sîstema nû de serokomar ji aliyê gel de tê hilbijartin û ew jî hikûmetê ava dike. Ji bona hikûmetê bawerî diyar kirin û erêkirina meclîsê ne pêwîst e.

Hilbijartin ji aliyê teknîkî de gelek serkeftî hat meşandin. Dengê hatibû bir kar anîn, hatin hejmartin û tomar kirin. Di saat 22.30yî de ji aliyê YSKê de encama nefermî hat diyar kirin. Piştî ev daxuyaniya YSKê R. T. Erdogan diyar kir ku serokkomarî qezenç kiriye. “Tifaqa Cûmhûr” jî di meclîsê de piraniya parlamenteranwergirtiye.

Encamên derketin holê diyar kir ku neteweya Tirk gorî berjewendiya xwe ya milî deng bi kar anîne û serokkomarê xwe û endamên  meclîsa xwe tespît kirine.

Dîsa  encamên hilbijartinê diyar kir ku gel bi piranî deng nedaye “Tifaqa Milet/Kemalîstan”.

Dîsa dîyar bû ku gel Kemalîst û beşek nijadperest û mûhafazakar jî ceza kiriye.

Beriya hilbijartinê û bi taybetî jî beriya hilbijartinê demekî kûrt, her kes di wê baweriyê de bû ku M. Înceyê serokkomarî û di meclîsê de jîpiraniya parlamenteran dê Tifaqa Kemalîstan qezenç bike.

Min tu caran ji vê nerînê re îtibar nekir. Lewra şert û zurûf, sosyolojiya neteweya tirk, dîroka wan ya dihilbijartina de encemeke din ji min re nîşan dida.

Di encamê de nerînên min rast derketin.

Ew kesên hêvî dikirin ku Kemalîstên qezenç bikin, têk çûn.

Em nûha rewşê ji nêzik de şirove bikin, rewş zelal dibe û rastî diyar dibin.  

NETEWEYA TIRK DI HİLBIJARTINAN DE GORÎ BERJEWENDIYA XWE YA MILÎ DENG DA: R. T. ERDOGANSEROKKOMARÎ, TIFAQA CÛMHÛR Û PARTIYA AK PARTIYÊ Û MHP’Ê HİLBİJARTİN QEZENÇ KİR…

Di vê hilbijartinê de hevrikiyeke mezin hebû. Ev hilbijartina ji bona partiyan û tifaqan bibû mesela mayîn û nemayînê. Loma jî her partiyê û her tifaqekê hemû derfetên xwe serferberkiri bûn.

Di hilbijartinê de enstrumanên rewa û nerewa gelek bi hêsanî bir kar hatin.

Manîpulasyoneke gelek xerab kete rojevê.

Ji bona hevrikî ya dijwar du sedemên esasî hebûn.

Sedema yekemîn, di navbeya du sîsteman de hevrikî û şer hebû. Tifaqa Cûmhûr guhertina sîstemê diparast, Tifaqa Kemalîstan/Milet ( ku HDPı endamê tifaqê yê dizî bû) sîstema parlamenterî ya kevn diparast.

Sedema duyemîn, R.T.Erdogan û partiya wî 16 sal ku desthilatdar û serwer bû. Kemalîstan nikarîbûn ku bibin hikûmet. Partiya Kemalîstan CHPê, ev hilbijartina ji bona xwe wek derfetekê didît ku zora muhafazakara bibe. Loma jî bi herkesî re tifaq kir.

Neteweya Tirk temaşa kir, guhdar kir, di encamê de biryara xwe da.

Neteweya Tirk careke din, di nav ev hevrikî û manîpulasyonên xerab de biryara xwe ji aliyê berjewendiya neteweyî de da. R.T.Erdogan kir serok komarî, di mclîsê de Tifaqa Cûmhûr kir piranî.

Tê zanîn ku di dema ku Ataturk û Partiya wî bû jî, neteweya Tirk dema ku li hemberî wan partî ava bûye dengên xwe dane partiya mûxalefetê.

Piştî hemû darbeyên leşkerî jî, gel kemalîst cezaz kirin, dengên xwe dan partiyên nîv-lîberal, mûhafazakar;Partiya Adaletê, PartIya ANAPê, Partiya DYPê, PartiyaRefahê, Partiya AKê û MHPê.

Di vé hilbijartinê de jî neteweya Tirk heman helwest nîşan da.

Neteweya Tirk deng neda Kemalîstan, heta dengên wan kêm kir. Ji bona ku Tifaqa Kemalîstan/Milet bi PKKê û Fetullahiyan re ketin nav tîfaqê ceza kir.

KEMALÎSTAN Û CHP’Ê DI HILBIJARTINAN DE BES WENDA NEKIRIN, HILBIJARTINÊ CHP’Ê DE KRÎZEKE MEZIN ÇÊKIR…

CHPé, piştî referandûma guhertina sîstemê, hêvîdar bû ku dê ji gel piştgirî bistîne û ew piştgirî jî ji %48.5 bû. Hesabê xwe gorî vê kir. Lê her dem bala wan hat kişandin ku ew deng ji bona te nabe qezencek. Lewra ew dengan taybet bûn û ji bona guhertina sîstemê bûn, di nav wan dengan de dengên AK Partiyan û MHPêyiyan jî.

Lê CHPê ev balkişandina neda ber çav û hêvîdar bû ku dê di herdu hilbijartinan de qezenckar be. Lê realîte û encam wek CHPê dixxwest nebû. CHPê di herdu hilbijartinan de jî wendakir.

Ji bona wendakirina CHPê du sedem hene.

Sedema yekemîn, dîrokî û sosyalojîk e. Neteweya Tirk, bi piranî deng nade CHPê. CHPê ji dema Ecevît  derve (1973) tu wext hilbijartin qezenç nekiriye û her dem wenda kiriye.

Sedama duyemîn; tıfaqa CHPê ya bi PKK/HDPê re bû. Gel li hemberî vê tifaqê reaksiyon nîşan da. Bi taybetî jî piştî hikûmet di opreasyonên li dijî PKKê de serketibû û hîn li hemberî PKKê şerê dewletê şerekî beakayê dihat diyar kirin, CHPê bi PKKê re tifaqa pêk anî.

Encama hilbijartinê derket holê ku divê serokê giştî yê CHPê jî bê guhertin. Ji bona daxwaz zêde dibin. Tê xwestin ku M. Înce bibe serokê giştî yê CHPê. Lewra CHPê ji %22 deng wergirtiye. M. Înce wek namzadê serokkomarî ji %30.6 wergirtiye.

Di destpêkêr de jî dihat şirove kirin ku ji bona CHPê encameke wusa dê derkeve holê.

Diyar e ku Serokê Giştî Yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ji bona ku ji M. Înce xelas bibe, ew kir namzedê serokkomarî. Hevalên wî jî nekir namzedê meclîse.

Lê tiştekî aşkere heye ku M. Înce jî bibe serokê giştî yê CHPê nikare guhertinê pêk bîne.

PARTIYA SAADETÊ WENDA KIR û MUHAFAZAKARAN EW SIZA KIR…

Partiya Saadetê, endama Tifaqa Milet bû. Heger Partiya Baş bipejirandibûya namzetê wan Abdûllah GUL dê bibûya namzetê serokkomarî ya tifaqê.

Partiya Saadetê ji bona ku bi Kemalîstan re tifaq çêkir û bi PKK/HDPê re pêwendî çêkir, dengdarê mûhafazakar ew sıza kir.Partiya Saadetê hilbijartin wenda kir.

LI TIRKIYEYÊ PÊLA KUR YA PÊK HAT, PÊLA NETEWEPEREST BÛ…

PiştÎ ku pêvajoya hilbijartinê dest pê kir, ji pêleke kur ya siyasî hat qal kirin. Mûxalefet di wê baweriyê de bû ku dê  ew pêla dê zora R. T. Erdogan, Dewlet Bahçelî û partiyên wan bibe.

Di encamê de derket ku pêla heyî, pêla neteweperestî bûye. Ji vê jî mûxalefetê ne, desthilatdariya siyasî, Partiya AK Partiyê, R. Tayyîp Erdogan, MHPê qezenç kir.

Partiya Baş, wek partiyeke nû di parlamentoyê de grûb ava kir. Lê ji hêviya xwe kêmtir parlamenter derxist. Lewra di pêvajoyê de dengên wê vegeriyan Partiya Baş û MHPê.

Hîç şik tune ye ku di hilbijartinê de Partiya Baş î qezenç kir. Ew jî partiyeke neteweperst û nîjadperest e.

Vê yeka jî diyar dike ku pêla kur ya li Tirkiyeyê, pêla neteweperestî bûye.

HDPÊ DENGÊN XWELI KURDISTANÊ KÊM KIR Û LI ROJAVA ZÊDEKIR Û BI DENGÊN EMANETÎ JI BENDAVÊ DERBAS BÛ…

Ji serî de pirsgirêke HDPê ya bendavê hebû. Loma jî dixwest ku di Tifaqa Milet de cî bigre. Lê partiyên tifaga Milet yên ji derveyî HDPê taktikî nexwestin ku ew bibe endamê tifaqê. Ew wek endamê dizî hat pejirandin.

Lê ji bona ku HDP ji bendavê derbas bibe CHPê gelek vekirî îlan kir ku ji her malbateke CHPyî yek kesek dengê xwe bide HDPê.

Dema ku em li dengên namzetê serokkomarî yê wan S. Demîrtaş binêrin baş xwe ya dike ku di navbeyna de ji %3.5 ferq heye. Ew jî tê wê wateyê ku HDPê nedikarî ji bendavê derbas bibe.

Diyar bû ku bi dengên emanetî ji bendavê derrbas bûye.

Piştî ku encamên hilbijartinê hatin aşkerekirin, derket holê ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Bakurê Kurdistanê dengên xwe gelek kêm kiriye.

HDP dengê xwe herî zêde bi sedî 13 an li bajarê Şirnexê kêm kir. Li Colemêrg jî yek ji wan bajaran e ku dengên HDPê bi dijwarî ketine.HDP li bajarê Mêrdînê ji sedî 8, li Îdirê ji sedî 7 deng winda kir.

Digel bajarê Bedlîsê, li Mûş, Sêrt û Diyarbekirê jî rêjeya ketina dengê HDPê li gor hilbijartina borî ji sedî 6 e. Herwiha li bajarê Wanê ji sedî 5, li bajarên wekî Agirî û Batmanê jî ji sedî 4 deng ji dest HDPê çûne.

HDP li bajarên wekî Dêrsim, Çêwlik û Qersê ji sedî 3, li bajarên wekî Xerpêt û Erziromê jî ji sedî 1 deng winda kiriye.

Ji aliyekî din ve, HDP li çend bajarên wekî Sêwas, Meletî, Semsûr, Riha, Dîlok û Erdexanê jî bi rêjeyek biçûk wekî sedî 1 deng zêde kir.

Balkêş e  Partiya Demokratîk a Gelan HDP dengên xwe li bajarên ku xendek hatibûn kolandin bi dijwarî winda kiriye.

Piştî şikestina pêvajoya aşitiyê PKK li bajar û bajarokên wekî Gimgim, Farqîn, Sûr, Nisêbin, Şirnex, Cizîr, Silopî û Geverê xendekan koland û dest bi şerê bajaran kir. Beramberî vê jî Arteşa Tirkiyê operasyonên dijwar bi rê ve bir û şer ji payîza sala 2015an heta havîna 2016an berdewam kir.

Di encamê de li gor daxuyaniyên fermî nêzîkê, 4 hezar gerîlayên PKKê û 400 leşker û polîs canê xwe ji dest dan. PKK vê amarê red bike jî, nayê redkirin di şerê xendekan de bajar û mal û avahiyên Kurdan hate hilweşandin û ji zêdetirî 500 hezar Kurd koçber bûn.” (Kurdişstan 24)

 Gor baweriya min di hilbijartina bê de jî dê pirsgirêke bendavê ya HDPê bidomîne.

Amed, 29 Hezîran 2018

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *