XEMGÎNIYEK MEZIN!

Mixabin di van rojên dawî de, em dîsa xeberên reş û diltevzînî li dû hevdû dibihîzin.

Îro jî me bi xemgînîyek mezin bihîst ku Serokê rûmetê yê Yekitiya Kurdên Sovyetê û endamê Asembleya gelên Kazaxistanê, rewşenbîr, welatparêz, nivîskar, akademîsyen û profesorê Kurd yê bi nav û deng Nadir Nadirov koça dawî kir û ji nav me bar kir.

Di 2019an de Grûba Kurmancî ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê civîna xwe li Almaataya Kazaxistanê çêkir. Prof. Nadir Nadîrov li wê derê hate ziyareta me. Me bi hevdû re sohbet û şevbihêrkek gelek xweş û hêja derbas kir. Ew mirovekî gelekî nefsbiçûk û zanyarakî gelekî mezin bû.

Bila Xwedeyê dilovan wî bi rahma xwe şad bike, mekanê wî rohnî û cihê wî bihuşt be!

Bila serê malbata wî, civata kurdên me yê Kazaxistanê, heval, hogir û hezkirên wî û miletê Kurd sax be!

ÇEND TÊBINÎ JI KURTEJIYANA PROF. NADIR NADIROV

  • Di 6ê çileya 1932an li Nexcîwanê ji dayik bûye.
  • Di sala 1933an de koçberî Kazaxistanê bûye.
  • Li Enstituya Pedagojîyê ya Gogol beşê Kîmya û Bîyolojî xwendîye.
  • Di sala 1956an de li Enstîtuya Lenîn ya Moskowayê lîsnasa bilind girtîye.
  • Di sala 1967an de doktora xwe ya di warê kîmyayê de girtîye.
  • Di sala 1970yî de bûye profesor û weke ”Bavê, Maraşalê Gaz û Petrolê” hatîye ragihandin.
  • Di sala 1983an de nasnavê Akademîsyentîyê girtîye.
  • Endamê Akademîya Zanistî ya Navdewletî bû.
  • Serokatîya Akademîsyena Kîmya ya Kazaxistanê kirîye.
  • Demekê Serokatîya Komeleya Kurdên Kazaxistanê Berbangê kirîye.
  • Cîgirê Serokê Akademîya Endazyarên Kazaxistanê bû.
  • Di sala 2010an de şewirmendîya Serokatîya Kazaxistanê kirîye.
  • Li derdora 950 gotarên zanestî, bi qasî 250 patentên zanyarî û 35 pirtûkên wî yên çapkirî hene.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *