Nivîskar, lêkolîner û sîyasetvanê Kurd Evdirehman Onen jîyana xwe ji dest da!

Em bi koça dawî ya siyasetmedar, erdnîgarnas, lêkolîner, nivîskar û niştimanperwerê hêja Evdirehman Onen gelekî êşîyan û xemgîn in.

Birayê Evdirahman di warê xebata rizgarîxwazîya neteweyî û demokratîk de, ji bo welatekî serbixwe û azad jî gelek xebat û têkoşînek hêja dida.

Xebat û lêkolîna birayê Ebdirahman ya di warê lêkolîna erdnîgarîya Kurdistanê ku bi zimanê kurdî amade kiribû û weke kitêb hatibû weşandin, xebatek gelek taybetî û hêja ye. Ev nîşanek berbiçav ya hişmendîya wî ya neteweyî, zanistî û evîndarîya wî ya zimanê kurdî ye.

Bila rahma Xwedê lê be û mekanê wî rohnî be!

Bila sere birayê Fûad, malbatê, heval û hezkirîyên gorbihuşt û miletê Kurd sax be!

Em xem û êşa birayê Fûad, malbat, heval û hogirên hêja Ebdirehman par ve dikin!

Tevgera Demokratîk ya Kurdistanê
(TDK-TEVGER)

 

 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *