Xalid Begê Cibrî û Rêxistina Azadiyê û Serhildana Milî ya 1925an

İbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Di Dîroka Kurdistanê de deme ku ji serhildana milî ya Kurdistanê ya 1925an bê qal kirin du navên dîrokî û hêja derdikevin pêş. Yek ji wan Xalid Beg e. Yê din jî, Şêx Seîd Efendî ye. Xalid Beg serokê Rêxistina Azadiyê (Komîteya Îstîklalê ya Kurdistanê) ye. Şêx Seîd Efendî, serokê Tevgera 1925an e.

Seroké Rexistina Azadi Xalid Beg û hevalê wî Yisûf Ziya Beg di 14 Nîsana 1925an de hatin darvekirin. Ew û hevalê wî Yisuf Ziya Beg bi awayekî nehiqûqî hatin darizandin.

Jiyana Xalid Beg a malbatî û leşkerî û siyasî û rêxistinî…        

 Xalid Beg, di sala 1882an de li Gimgimê (Wartoyê) tê dinyayê. Bavê wî Mehmûd Beg e. Mehmûd Beg him serokeşîrê Cibran e û him jî li Wanê qeymeqamî kirîye. Dêya wî Xaltîya Şêx Seîd Efendî ye. Xalid Beg, di heman dem de bi Şêx Seîd Efendî û Şêx Abdûllahê Melekan re kurmet û kurxaltiyê hev in.

Xalid Beg, dibistana Eşîretî ya li Kabataşê û Dibistana Leşkerî ya Bilind xelas dike. Ew yek ji yaverên leşkerî yê jîr e. Wezîfeya wî ya yekem Fîlîstîn e. Erebî û Farisî jî baş dizane. Ew kesekî çand û edebîyadhezê kurdî bûye jî. Loma li ser çand û edebiyata kurdî û li ser zimanê kurdî jî xebat kiriye.

Mirovê doza miletê kurd bûye. Kemalîstan xwestine ku dema ew dest ji doza kurd berde, dê îmkanên mezin ji wî re pêk bînin. Ew vê yekê red dike.

Di dema Şerê Osmanî û Rûsya`yê de di bin serokatîya Xalid Beg de çend hêz ava dibin. Ew hêzan, di şer de gelek serkeftî dibin.

Dema ku leşkerên Rûsyayê tên Xinûs û Wartoyê, wê demê Alaya Xalid Beg tê Elazixê û zivistana xwe li Paloyê derbas dike (1915). Di sala 1916-an de hikûmet wezîfaya avakirina Qonaxa Ovacık a Dersîmê dide Xalit Beg. Wê demê ji Apê kevneparlamenterê SHPê Mehmed Elî Eren Xidir Beg re dibe mêvan. Leşkerên xwe li ser erdê wî bi cîh dike.

Xalid Beg li Ovacıxê ji pêwendîya dewlet û gel eciz dibe. Loma jî li hemberî siyaseta dewletê helwestekî rexnegirî bi awayekê nîşan dide. Loma jî dewlet, ji wê helwesta Xalid Beg eciz dibe û loma jî alaya wî paşve digrin.

Di sala 1918an de Eşîretên Elewîyan êriş tînin ser Eşîreta Cibranîyan. Mehmet Şerîf Firatê ku nivîskarê “Dîroka Wartoyê”, giliyê Xalid Begê ji dewletê re dike. Dibêje ku: “Halid Begê Mîralay yê Cibrî û Halid Begê Mîralaya yê Eşîra Hesenan eşîretan çekdar dikine. Bi cilûbergên kurdî li gûnda digerine. Propagandaya kurdewarî dikine. Li gûndan pirtûkên xwe yên bi kurdî nivîsandine û pirtûka Ehmedê Xanî Mem û Zînê li gûndan bela dikine.”

Xalid Beg pişt re li Erziromê dibe Serleşker.

Nûrî Dersîmî, endamê Cemîyeta Tealî ya Kurd bû. Ew yek ji serokatîya Koçgirîyê bû û di serpêhatîyê de dibêje ku Xalid Beg li Kurdistanê li gelek bajaran rêxistinên Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê ava kiriye.

Ew agahdarî jî derdixin holê ku Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê li gelek herêmên Kurdistanê di bin serokatîya Xalid Beg de rêxistin bûye.

Ev rastîya bi nêrînên M. Şerîf Firatê ku Dîroka Wartoyê nivîsandiye û li dijî kurditî bûye jî derdikeve holê.

Xalid Beg, piştî Şerê Cîhanî yê Yekemîn dest bi xebata rêxistinkirina kurdan dike.

Piştî ku Cemiyeta Tealî ya Kurd belav dibe, Xalid Beg ji bona ku rêxistinek nû ava bike, bi mîr, axa, şêx, serokeşîr, mele û munewerên Kurdistanê re danûstandin dike. Encama van danûstandinan jî di sala 1921-an de Rêxistina Azadiyê ava dikin.

Wek tê zanîn piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn, di 10 Tebaxa 1920an de Peymana Sevrê pêk hat. Vê peymana şer qedand.

Peymana Sevrê, peymanek naverok dagirtî bû. Ji sê sed xalî zêdetir bû. Di Peymanê de ji bona kurdan jî mafê dewletbûnê hatibû pejirandin. Ew xalên Peymana Sevrê, xalên 62-65an bûn. Di Peymana Sevrê de hatibû tespıt kirin ku: Komîsyonek dê ji Îngilîzan, Fransızan, Îtalyanîyan ava bibe. Ev Komîsyona, dê li beşek Kurdistanê li Rojavayê Firatê sîstema rêvebiriyek herêmî çê bikin.

Piştî salekê, dema Kurdan xwestin, dê serî li Cemiyeta Miletan bidin dê bibin serbixwe û dewletekê.

Xalid Beg, her çiqas ev peymana ji bona miletê kurd û Kurdistanê peymanek têr û tijî nedidît jî, piştgiriya Peymana Sevrê dike. Ji bona ku xalên Peymana Sevrê yên di derbarê miletê kurd û Kurdistanê bikevin jiyanê xebat dike. Hezar mixabin Xalid Beg, di ev hewildana xwe de bi sernakeve. Lewra Kemalîst li dijî vê xebatê derdikevin. Kurdan berdidin hevûdu.

Wê demê Xalid Beg, ji bona doza Kurdistanê vekirî û profesyonelî xebat dike,  dixwaze ji wezîfeya xwe dest berde û îstîfa bike. Lê îzin nayê dayîn. Encama vê rewşê Xalid Beg, tê sirgûn kirin.

Xalid Beg, dişînin Dersîmê. Dema ku Xalid Beg diçe Dersîmê Ovacikê, ji bona ku kurdên elewî û sûnî di armanca milî û Kurdistanî de bibin yek xebat dike.

Ev yeka Kemalîstan û dewleta wan eciz dike, Alayîya Xalid Beg, li Dersîmê xeter tê dîtin, loma jî emir tê dayin ku ew paşve vegere. Ew vedigere Wartoyê (Gimgimé), li wir xebata xwe didomîne.

Di wê demê de, Kongreya Erziromê tê li darxistin. Ji bona kongreye, Xalid Beg jî tê vexwendin. Lê Xalid Beg, vê vexwendinê red dike û beşdarî kongreyê nabe. Ev helwesta Xalid Beg, zêdetir Kemalîstan eciz dike. Loma jî biryar tê girtin ku Xalid Beg ji serokatîya eşîrê were dûrxistin bête şandina Erziromê. Ew, di sala 1920-an de sirgunî Erziromê dibe.

M. Şerîf Firatê Wartoyî, ew hewildana Xalid Beg ya di derbarê Peymana Sevrê de di pirtuka xwe ya “Doğu İlleri ve Varto Tarihi” de qal dike. Wusa dibêje:”… Di vê navberê de Mîralay Xalid Begê Cibrî, li herêma Gimgimê, Kopê, Melezgirtê, Kela Xinûsê, Kanîreş, Boglan û Çewligê ji serokeşîr û şex û mela û keyayên gûndan mezbetayên morkirî berhev dikir û bo Cemîyeta Tealî ya Kurd dişand. Ji wira jî, qaşo ji bo vî karî, bo Mistefa Nemrûdî û Şerîfê Kurd ku li Yekîtiya Netewan dixebitin, dihatine şandin.” (s. 156-157)

Piştî ku Xalid Beg sirgunî Erziromê dibe, êdî navenda xebata wî ya milî dibe Erzirom. Ew bi hevalên xwe re dest bi rêxistineke nû dikin. Di vê xebatê de, leşkerên payebilind yên kurd cîh digrin. Di xebatê de rola Mîralaybûna Xalid Beg gelek mezin e.

Ew rêxistinekê ava dikin.  Ev rêxistina “Komîteya îstîklalê ya Kurdistanê (Azadî)” ye. Rêxistin di sala 1921-an de ava dibe. Rêxistina Azadî, ji mîran, axayan, serokeşîran, şêxan, muneweran, meleyan, efserên kurd ava dibe.

Di derbarê Rêxistina Azadî de agahdarîyên zêde di belgeyên îngilîzande hene.

Beşek damezrênerên Azadîyê ev in: Xalidê Begê Cibrî, Dr.Fuat, Ekrem Cemîlpaşa, Hecî Mûsa, Husên Paşayê (kor) Heyderanî, İhsan Nuri Paşa, Şêx Tahir, Seyid Ebdilqadir, Hecî Axdî (Bavê Tûjo), Hecî Mûsa Beg, Wusif Ziya, Xalidê Hesenan.

Rêxistina Azadîyê, heta sala 1923an xebata xwe îllegal (veşartî)  û di qadeke teng de dimeşîne.

Lê piştî ku Peymana Lozanê teye îmzakirin, Rêxistina Azadîyê, dest bi rêxistinek giştî li Kurdistanê dike. Di demek kurt de, li 23 bajar û bajarokan şaxên wê tên ava kirin. Ji hemû çîn û tebeqeyan gel dibe endam û piştgirê Rêxistina Azadiyê. Xebata xwe gurr dikin ku di rewşek musaît de dest bi serhildanê bikin.

Dîlketin û îdama Xalid Beg û Dadgeha Dîwanê Herb ya Bedlîsê…

Pêşketina xebata Rêxistina Azadîyê bala dewletê bi xurtî dikşine. Agahdarî ber bi Enqereyê di derbarê Rêxistina Azadîyê de û xebata Xalid Beg de diherike.

Mistefa Kemal, piştî van agahdarîyan, di dawîya sala 1924 de diçe Erziromê. Di şîvekê de Mistefa Kemal û Xalid Beg hevûdu dibînin. Xalid Beg,  ji Mistefa Kemal re dibêje ku “ez dixwazim ji wezîfeya xwe ya leşkerî îstîfa bikim. Ez nizanim ku çima hûn nahêlin yekî ku bi were îxanetîyê dike ji kar veqete?” Axevtin germ dibe. Xalid Beg derdikeve derve.

Mistefa Kemal û hevalên wî, baş fahm dikin ku Xalid Beg ji wan dûr e û ew xwediyê armancek din e û dixwaze ku ji bona Kurdistanek serbixwe xebat bike.

Dema ku birayê wî Ehmed Beg (Ahmet Sever) vê yekê tespît dike, ew diçe Erziromê Xalid Beg re hevbûdîtin çê dike.

Ehmed Beg dibêje: “Dema ku min ji Xalid Beg re got, jiyana te di xetereyê de ye, divêt tu ji Erziromê derkevî!”.

Wê demê wî ji min re got: “Ez hay jê heme ku li dora min xeterî heye, lê çi dema ku ez vê serê zivistanê ji Erziromê derkevim, ev dê ji bo kurdan bibe felaket, teqez divêt em li benda biharê bimînin.”

“Piştî van gotinan, lê zêde dike û dibêje “Herin, xwe amade bikin lê bisekinin heta ku bihar tê.”

Xalid Beg, wê demê gelek aşkere biryar dide ku biharê dest ji wezîfeya xwe berde, bi profesyonelî karên rêxistinî bike û amadekarîya serhildanê bike.

Hezar mixabin, berîya wê, serîhildana Beytuşebabê dest pê dike. Wê deme, di derbarê Rêxistina Azadiyê de operasyon dest pê dike.

Xalid Beg, di roja 20 kanûn 1924 de, li Erziromê tê girtin û wî dibin zindana Bedlîsê. Wê demê Yûsif Zîya Beg jî dîl dikeve.

Xalid Beg û Yûsif Zîya Beg, di Dîwana Herbê ya Bedlîsê de bi awayekî ne hûqûqî û bi lezûbez tên darizandin.

Xalid Beg û Yûsif Ziya Beg di dadgehê de parêznameyek gelek cidî û naverok dagirtî pêşkêş dikin. Di parêznameyê de Rêxistina Azadiyê, armancên wê, mafên miletê kurd, mafê çarenivîsiya miletê kurd diparêzin.

Di derbarê Xalid Beg û Yûsif Ziya Beg de biryara îdamê tê dayin.

Ew, di 14ê Nîsan a 1925-an de, bi gulebarandinê hatin kûştin. Piştî Serhildana 1925an, demekî kurt şûnda hatin îdam kirin.

Diyarbekîr, 09. 04. 2021

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *