Nurî Aldur
Pêwîst nakê ku ez li vir qala (mîna ku bûyîye benîştê devan) birakûjîyê, parçebûn, neyekbûnî û bêtifaqîyê bikim. Bi gote gota van peyvokan anjî vê problema mezin ku dev jê qûrimîne, gûh jê kerrbûne, ziman lalbûne û belkî mêjî jî hişk û xerabûne.
Bajarê Silêmanîyê bi tarîx, ronakbîrî û kultura xwe ya gelerî meşhûr e. Ew gelek caran bi bajarê Hewlêrê re di rekabetê de ye; eve rekabet ne xeraba, bîlakîs proseseke erênî ye. Lê di van demên dawîde rewşa Silêmanîyê (berî her tiştî politîkî) bi awakî nebaş, nexweş û bi metirsayî (tehlîke) yê ve diçû û her diçê jî.
Bê goman ekonomî/aborî û jîyana civakî jî hat gûhertin û ber bi prosesên tarîtîyê ve diçê. Bi daxewe (malesef) rola parlamento û hûkûmeta walêt (li paytext Hewlêr) jî li Silêmanîyê wa dîyara ku pirr kême anjî zeîfe. Ev jî nokteyeke gelek tehlîke ye, ku eger hûkûmetek ne xwedî kontrol/hikm be li her derên walêt, wê hingî li wan derên bê kontrol (mîna hadîsên dawî li otêla Lalezar li Silêmanîyê) VALAYÎYEK çêbibe û van valayîyan wê kes û grûbên illegal, mîna MILÎSAN, ÇETE Û MAFYA dagirin. Hingî ti fonksîyon, statûs û rola dewlet û hûkûmetan namênê. Eve tişt li Mogadisho/Somalî heye, li Haiti heye, li gelek walatên Latînamerika heye. Eve tişt/sîstemokên mafya; kêm-zêde/hindik-gelek li walatên dîktator jî hene.
Helbet kar û wazîfên kabîna Hewlêrê nehêsana û gelekî jî zor û zahmet e. Lê bi daxewe, eger ev hadîsên bi awayên li Silêmanîyê li derne dî jî çêbibin (û rîsk jî pirr in ku bi qewimin jî) wê hingî ne emê bikarin doza serxwebûnê bikin û ne ti kesên din jî bawerîyê bi kapasîta daxwazîya serxwebûn, demokrasî û azadîya kurdan bikin. Rewş li başûr pirr hesasa û divêt politîkake hesas; lê zû û ACÎL bêt kirin- naxwe sibe karê dereng bê. Nuri Aldur. 2025.08.31
(Ev nivîs tenê nêrînên şexsî yên nivîskar derdixe pêş û temsîla nêrînên giştî yên malpera me nake. Berpirsiyariyên huqûqî yên vê nivîsê aîdî nivîskar in.)


