Kak Veysî Zeydanlioglu

Bedlîsa ku di bin îdara Şerefxanan de çend sed salan  wek paytextekî Kurdistanê bû û heta van salên dawîyê jî şop û tesîra kultur û adetên mîrên kurd tesîra xwe lê hebû, ew bajar e Veysî abê (Kak Veysî Zeydanlioglu) lê ji dayîk bû û jê re bû warê zaroktî û xortanîya wî. Wan salan Adil begê Şerfxanî ( Adil Şerefhanoğlu ) serokê beledîyê ye û bi Zeydanîyan re elaqên malbatî pir germ in.

Li gor vegotina Veysî abê fêrbuna dîroka Bedlisê û hişmendîya welatperwerîyê ji Adil Begê wergirtîye.

Veysî abê ji bo xwendina bilind ya Huquqê sala 1963 an diçe Enqerê ew û kek Ziya Acar hev nas dikin. Bi rêya kek Acar ew rewşenbîrên ku jêra di gotin 49 lar zû nas dike. Ji Medet Sehat heya Said Elçi jı Canip Yıldırım heya Said Kırmızıtoprak bi hemuyan re hevaltî û dostanîya xwe pêş dixe .

Di destpêke de Veysî abê hevalên wî Cemal Saygılı, Abduelim Saruhan û Ömer Karayilan li Yurda Cebecî ( mala) xwendevanan dimînin. Piştî demekê ew karekî bi dest dixe û ew  Selahattin Kaya malekê kirê dikin. Selahattin Kaya ew kese ku dibe dîplamat û paşê dibe serokê beledîya Çapakçurê ( Bingolê.)

Temenê Veysî abê cend sala ji xwendewanên vê peryodê mezintir bû. Zanîna wî ya derheqê dîroka kurda, Lê helwêst, zanîn û tevgera wî ya taybet bu sebep ku xwendevan wî vek birayê mezin, wek şêvirmend qebul bikin.

Du (2) hobîyên Veysî abê hebun; yek xwendin, taybetî lêkolîna dîroka Kurdan û Kurdistanê. Hobîya din jî ku lîstika Koşkinê (nezerê) bû. Di nav çand û kultura kurdan de, du leyiztikên zêhnî hene ( zeka), yek Satranç e ya din Koşkin ( Nezere) ye. (ku jêra dibêjin brîç a kurdan). Satranç li gund û bajaran li herderê berbelave, lê koşkîn leystikêki taybet ya bajarvanî ye.

Wan deman qehwexaneyek li taxa Ulus ya Enqereyê heye ku kurd lê ciwar dibin û Kak Weysî jî carna diçe wê derê .

Nivîskar û rewşenbîr kek Umit Firat berî çend salan di maqaqalekî  behsê  ve qahwexanê dike û waha dibêje :

Wê demê xwendevanên kurd di nav jîyaneke bohem û lumpen de ne.  Li taxê ULUSê heta êvarî li qahwexanekê bi kesên bêkar û lumpên re rûdinin. Danê êvaran jî diçin gazîno û pavyonan heta berê sibê perê wve li wan deran xerc dikin û wext namîne ku biçin mektebê yan jî dersên xwe bixebitin. Evya bala Veysî abê dikişîne û wî nerehet dike. Ew dixwazê xwendevanan ji nav wê jîyana rezil der bixe.

Veysî Abê nezîkî fakulta Huquq û Syasalê (taxê Cebecîyê) qehwexanekî pak û erzan dibîne  ku piranîya xwendevanên unîwersîteyê diçin wê derê.  Ew hevalên xwe radikêşe wê derê. Piştî demekê ew der wek qehwexana Bitlîsiyan tê bi nav kirin. Ew der dibe mekanê Veysî abê û gelek hevdîtınên xwe yen sîyasî û civakî li wê derê rêve dibe û her daim li der dora wî civat heye. Koskin dilîztin lê mijar her wext dîrok e, Kurd e û Kurdistan e. Gelek kes hemfikirin ku Kak Weysî wê demê hêlîna hişmendîya welatperwerîyê ya gelek xortên kurd e.

Di wan salên xwendinê de Veysî abê şêwirmendê geç û xortên kurdan bu. Xebat u tekoşîna siyasî ya nav TİP (Turkîye İşçi Partisi) u damezrandina DDKO ye de xebat û keda Weysî abê gelek bi wate ye.

Veysî Abe pîstî mekteba huquqê temam kir. 1968 de wek aParêzer (avuqat) Li Tetwanê ofîsa xwe vekir.

Li wê mintiqê ew û Şerafettin Kaya, Ruşen Arslan, Zulkuf Şahin û Alpaslan Yaman wek parêzerên kurd di mehkeman de abuqatîya kurdan kirin. Piştî 12 Adarê 1970 Weysî abê ji çend caran hat girtin .

Di peryoda parêzerîya 10 salan li welêt li gel xebata xwe ya sîyasî û civakî de ew wek maqulekî qedirbilind û bawermend hate naskirin.

Pistî efuya 1974 di qada legalde Komel û grubên kurdan disa dest bi kar kirin. Veysî abê jî 1975 ê di bin serpeştÜıya  kek Kemal Burkay de di nav gruba Rêya Azadî de cî girt û bû endamê Patîya Sosyalîst ya Kurdistana Tirkîy ê ( PSKT) .

Bihara 1980 de dewlet êrişê tîne ser partîyê û kek Nazif Kaleli, kek Yilmaz Camlibêl û gelek kesên din tên girtin. Tehlika girtina Weysî abê jî zêde dibe. Pîştî Cunta12 Ilonê 1980yê partî biryarê dide ku derkevên derveyî welat. Weysî abê jî derbasî Surîyê bû. Jı bo dîtina Zîya Şerefxanoglu diçe Lubnanê û dibe mêvanê wî . Zîya beg derbarê xebat û tecerubên xwe yên derveyî welat de agahdarî dide wî. 1981 ê  Weysî abê hate Swêdê. Li wê derê çû mekteba kurdî û dîploma zimanê kurdi wergirt û bû mamostê dersên Kurdî. 1988 ê malbata xwe jî anî Swêde.

1988 an ew û çend hevalên xwe ji partîyê weqetîyan.

Veysî abê 2003 vedigere welat heqê xwe yê parêzvanîyê paşte digre.ofia parêzerî vedike. lê ji ber tendurustîya xwe 2014 de dîsan vegerîya Swêdê.

Wextê ez hatim Swêdê, min pirsa vî û Cemal xoce kir. “Gotin li centruma Stockholmê Pasaja GALERIAN ê qatê 2 diduyan pastexanetek heye, tu dikarî wana li wê derê bibînî .”

Wek li welêt li Swêdê jî grubek derdorê vî û Cemal Saygili berhev bûbû.  wek Yaşar Oğuz, Mehmut Baksi. Ez cûm min ew dîtin. Xeleka derdorê wî her di cû fereh dibû. Wek Mehmut Al, Eyyup Alacabek, Faruk Aras,  Rohat Alakom,  Abit Gürses û gelekên din li wê derê dicivîyan.

Demek hat êdî ew pastexana Galerîyan ji me re teng bû. Fikra cîyek nu, lokalek nû derket. Cemal xoce û Yasar Oguz gotin em komelekê danên lokalekê bigrin, 1997 de komela ( Kurd kultur förening ) ava kirin. Aha ew lokal bû mekanê Weysî abê û li vî mekanî gelek caran hevdîtin û civînên , sosyal, kulturî û sîyasî pêk hatine. heya îro jî berdeme ku jêra dibêjin qehwexana kurdî yan jî qehwexana Hecî.

Xuşk û Birayan

Yên Veysî abê nas dikin dibên ew kesekî camêr û nefsbicûk bû ew xwedî tolerans bu, Ew ne grupcî bû ,ew rastgo bû, maqul bu. ew zana û dilsoz bû û gelek taybetmedîyên din dikarin rêz bikin.

Ez dibêjim Weysî abê kultura dîrokî ya mîrên Bedlîsê ya Serefxanan û çand û adetên eşîretî  û şêxitî ya kurdan li gel kultura îroyîn di nav hiş û karekrera xwe de top kirî bûn û helandî bûn. Ew senteza van her sê kulturan bû. Ev pirek bû di navbeyna nifşê kevin û yê îroyîn de.

Gelî xuşk û biran, tiştê ku tozekî min tesellî dike ew jî ewe ku Veysî abê aram û  bextîyar ji nav me bar kir. Wî dizanî ku mîratekî (mîrasekî) baş ji bo me hiştîye.  Wî baş didît ku zarok û nevîyên wî; wê doz û xeyalên bavê xwe ber dewam bikin.

Keç û kurên wî Gulan burokrateka serkevtî, Baran lêkolêner û dîrokzanekî heja yê Kurdistanê. Welat akademîsyenekî serkevtî yê Swêd û Kurdistanê ye. Ev sermîyanekî hêja ye ku Guler Xanim û Weysî abê mezin kirin û pêşkêşî me kirin.

Guler abla bila serê we û serê zarok û nevîyên te sax be.

Gulan, Baran, Welat, Devrim, Gülsen, Naomi, Rojbar, Bejnê, Danyar, Adar, Dewran serê we sax be, ji we re sebir dixwazim.

Sersaxî bo hemu dost û hevalan. serê gelê Kurdistanê sax be.

Sipas û sipas û carek din sipas Veysî Abê, bo kar û xebat û zehmeta te. Ruhê te şad û cîyê te aram be.

Ikram Delen

  1. 06. 2024 – Stockholm

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *