WATE YA “RÊBAZA BARZANΔ

Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Gelek rêxistinên Kurdistanê û bi mîlyonan kurdpewer dibêjin ku em Rêbaza Barzanî diparêzin.

Ew rêxistinan çiqas Rêbaza Barzanî dimeşînin, ew bi serê xwe pirsgirêkek e. Li ser vê mijarê bi deh salan e ku niqaşe hene û nivîs tên nivîsandin.

Ez di wê bawewriyê de me ku dema rewşa ew kes û rêxistinên ku Rêbaza Barzanî dimeşînin, di vê rewşê de be, dê hîn ew niqaşa domdar be.

Bi taybetî jî, ew kes û gurubên dibêjin em bi “Rêbaza Barzanî” re girêdane û “em Rêbaza Barzanî dimeşînin”, bibi dûvikê PKKê û dijiminê Rêbaza Barzanî û dijminên neteweya kurd û serxwebûna kurdistanê,, ew bi serê xwe mijareke qadestrof û dramatîk e.

Di van rojên dawî de Nurî Çelîk jî carek din li ser vê mijarê nivîsek ji raya giştî re pêşkêş kir.

Ez li ser wê mijarê ranawestim. Ez dixwazim “Rêbaza Barzani” terîf bikim.

Divê baş bê zanîn ku Rêbaza Barzanî di çarçeweke partiyan û gurubên siyasî de nayê terîf kirin û di demeke kurt de jî pêknehatiye û çê nebûye.

 

Rêbaza Barzanî xwediyê dîrokeke dirêj e. Di seda salî de çêbûye, gorî her demê û qonaxê jî dewlemend û nûjen bûye.

1-Rêbaza Barzanî, di dema Şêx Ebdûlselam de, bi fikrên wî yên nasyonalîst-reformparêz di têkoşîna wî ya neteweyî ya rizgariya Kurdistanê de qewimî. Felsefeya Şêx Ebdûlselam Barzanî di Rêbaza Barzanî de bingeha esasî ye.

2-Rêbaza Barzanî, ji dîroka Kurdistanê û serhildanên Kurdistanê re xwedî derketin, ji bona pêşvebirina wan xebat e. Mîradaşotê Mîrê Botan Bedirxan, Şêx Ûbeydullah û serokên din yên Kurdistanê ne.

3-Rêbaza Barzanî, piştî darvekiribna însanê pîroz Şêx Ebdûlselam, bi xebat û fikrên nasyonalîst yên Şêx Ehmed û Mele Mistefa Barzanî formetek qezenç kir.

4-Rêbaza Barzanî, piştî ku Mele Mistefa Barzani di sala 1979an de jiyana xwe dest da, bi pêşengî, fikir, têkoşîna Serokê Kurdistanê Mesût Barzanî û Neçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî û Barzaniyên din hat meşandin. Hîn jî tê meşandin.

Bi mîlyonan kurd jî rêya Rêbaza Barzanî dimeşînin.

5-Rêbaza Barzanî, felsefe û manîfestoya neteweyî ya Kurd û Kurdistanê ye.

6-Rêbaza Barzanî, ji bona rizgariya Kurdistanê xebata domdar e.

7-Rêbaza Barzanî, Kurdbûn û Kurdistanîbûn e. Ji bona neteweya kurd û Kurdistanê serxwebûn û azadî ye.

8-Rêbaza Barzanî, di her şertî û zehmetî de ji bona azadiya neteweya kurd û serxwebûna Kurdistanê berxwedan e. Gorî şertan û zehmetiyan rê û rêbazên nû keşifkirin û dîtine.

9-Rêbaza Barzanî, di despêka sedsala 20an de avabûna otonomiya reformxwaz ya Kurdistanê ye ku di bin pêşengiya Şêx Ebdûlselam Barzanê de di Împeratoriya Osmanî de ava bibû..

10-Rêbaza Barzanî, Komara Mehabadê ya Kurdistanê ye.

11-Rêbaza Barzanî, Otonomiya Kurdistanê ya sala 1970yî ye.

12-Rêbaza Barzanî, Dewleta Federe ya Kurdistanê ye.

13-Rêbaza Barzanî, Dewleta Kurdistanê ye. Di sala 2017an de bi Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ev gelek bi zelalî derket holê.

14-Rêbaza Barzanî, her kurdekî xwediyê Kurdistanê qebûlkirin e.

15-Rêbaza Barzanî, ji Kurd û Kurdistanê hezkirin e.

16- Rêbaza Barzanî, bi her awayî parastina neteweya kurd û Kurdistanê ye.

17-Rêbaza Barzanî, bi cîran û dinyayê re bê tawîz danûstandin ji bona berjewendiya neteweya kurd û Kurdistanê ye.

18-Rêbaza Barzanî, fedekarî û can baxişandin e ji bona Kurdistanê ye.

19-Rêbaza Barzanî, him serokatîbûn û him jî pêşmergetî ye.

20-Rêbaza Barzanî, ji maf û hiqûqa neteweya kurd re rêzgirtin e.

21-Rêbaza Barzanî, bi neteweyên din, gurubên alên din û mezhebên din re çanda pêkvejiyanê ye. Ji bazadiya baweriyê re rêzgirtin e.

22-Rêbaza Barzanî, demokratîkbûn e. Loma jî dema Partiya Demokrat ya Kurdistanê di sala 1946an de ava bû, xwe bi “demokrat” bi nav kiriye.

23- Rêbaza Barzanî, mirov hezkirin, di navbera însanan de ferq çênekirin e.

24-Rêbaza Barzanî, dema ku xûrt be ne êrîşker û dema qels be jî seriyê xwe li ber dijmin netewandin e.

25-Rêbaza Barzanî, wekhevî ye û hiqûq û edalet e.

26-Rêbaza Barzanî, ji mafên jinan re rêz girtin e.

27-Rêbaza Barzanî, aşitîparêzî ye.

29-Rêbaza Barzanî, ji xelkê re xizmet e.

Diyarbekîr, 10. 06. 2022

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *