Navenda Birêveberiya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta 8ê Mars, roja cîhaniya jin peyamek belav kir

Jinên azadîxwaz ên Kurdistan û Îranê!

Xebatkarên vekhevîxwaz

Bi hilkefta 8ê Mars, roja navnetewî ya jin, em bi germî pîrozbahiyê li we dikin û serkevtina xebata ve ya rewa li dijî çewsandin, cudatîdanîn û nevekheviyan, bi hivî dixwazin.

Rojhilatê Kurdistanê, meydana destpêkirina nûtirîn û mezintirîn serhildan bi dijî sitem û tawanên li hember jinan û landika dirûşma cîhangîr a “Jin Jiyan Azadî”, dîrokek teybet li xebat û sekinîn li hember rêjîma kevneperest û dijî jin a rêjîma Îslamiya Îranê de heye. Li vê derheqê de xelkê Rojhilatê Kurdistanê û herwisa jinên li Îranê, dîrokek hevşêwe hene. Hekî netewa bindest û mafxwaz a Kurd li Îranê, her ji yekem rojên hatinaserkar a rêjîma Îslamiya Îranê, şahidê dijayetiya vê rêjîmê digel maf û daxwaziyên wan bû, jinên li Îranê jî piştî 22ê Rêbendana 1357 a rojî anku 1979 a Zayînî ve, rastî destbiserdegirtina maf û azadiyên xwe hatin. Li heyama 45 sal temenê desthilatdariya rêjîma Îslamiya Îranê de vê rêjîmê ti demekê serkut û bêparragirtina netewa Kurd û jinên li wî welatî de piştguh nehavêtiye; Hevdem netewa Kurd li Îranê û jin li wî welatî de bi serîneçemandin û xweragirî û pêdegir li ser mafên xwe, her demê bûne kelemê nav çavê desthilatdarên Îranê û hemû dezgehên curbicur ên vê rêjîmê.

Asta bilind a yêkgirtin û hevxebatiya xelkê Kurdistanê û jinan li Îranê, piştî şehîdkirina “Jîna Emînî” ji aliyê geşta Îrşad a vê rêjîmê ve bû. Li dema canjidestdan û bi axpsartina “Jîna Emînî” li bajarê Seqizê û serîhildana xelkê Kurdistanê li dijî kuştina jinan û tawanên rêjîma Îslamî, bi beşdariya çalakvaneya keç û jinên biwêr li bajar û deverên din ên Îranê, serhildaneke mezin, seranserê Îranê li xwe girt, serîhildanek ku li dijî naveroka dije-jinî ya rêjîma Îslamî û daxwazî bo vekheviya jin û mêr, li serweyî dirûşm û daxwaziyan bû; jin û keçên hişyar û biwêr jî li refên herî pêşve de bûn. Rêjeyeke zêde ji wan jinan li ser şeqaman kevtine ber destdirêjiyê û hatine şehîdkirin, an piştî birîndarbûn û girtinê, li jêr azar û îşkenceyan de canê wan ji wan hate standin, herwisa binçavkirina 100an kes ji wan jinan ku heta niha jî nehatine azadkirinê şahidiyê bo jêhatîbûna jinan li Kurdistan û Îranê de li ser xebat bo mafên xwe didin. Rûpeleke geş a din ji xebata jinan li Kurdistan û Îranê, xweragiriya wan dayîkan e ku keç û kurên wan li pêvajoya serhildana “Jin Jiyan Azadî”yê de bi sedema tawankariyên rêjîma Îslamî, hatine şehîdkirin, an ciwanên şoreşvanên wan li girtîgehêan de bi azardan û îşkence û bi sêdareyan, canê wan ji wan standin.

Dîroka 45 saleya xebata jinan li Îranê, digel yasa û desthilata kevneperesta rêjîma Îslamiya Îranê bi taybet bi beşdariya pêşengane û berfireha wan li serhildana seranseriya “Jin Jiyan Azadî”yê de, hilgirê vê peyama eşkere û rohn e ku ti guherîneke siyasî li Îranê, bê erêkirin û fermînasîna vekheviya jin û mêr û bê hilveşandina cudatîdanînên yasayî yên ku çavkaniya vê ji yasayên Îranê hatine vergirtin, serkevtî nabe. Jin bi berdewamî li 2 waran de bi pêdegirî tekoşînê dikin: ji aliyekê cehdê dikin ku tevî hemû astengiyên civakî û adetan, xwe pêbigihînin û li warê hizrî û nasîna pêgeha mirovahiya xwe, ya bi kêrhatiya xwe, ji jinên cîhanê pare nemînin, ji aliyê din ve jî bo guherîna rewşa sepandî bi ser jinan û afirandina rewşeke dilxwaz, xebat kirine.

Xuya ye ku desthiltbidestên rêjîmê û ragihandin û demûdezgehên curbicur ên wan, gelek cehd kirine ku pirsa jinan bi serqotkirin û avêtina kincan û xwerûtkirinê bidin nasandin. Cehdkirinên wiha, berî hemû aliyekê ew rêjîma bi xwe bi atybet Elî xamineyî yê rêberê vê desthilata dojehî, rastî rûreşî û abûrçonê û mezintirîn pirsgirêkan kiriye, çimkî hicaba bizorê, kirine pirseke “Heysiyetî” û kirine nîşaneya serwetirbûna otorîteya rêjîma Îslamî û kultûra kevneperestaneya xwe bo ser civaka Îranê. Bê heger nîne ku jin li Îranê de ew hêma û nîşane, kirine armanc û bi eşkere wan hêma û nîşaneyan red dikin. Ew yeka ku jin li Îranê tevî hemû biryarên ecêb ên dezgeha dadweriya rêjîmê û hemû cehdkirineke tolhildanê ya meclîs û demûdezgeh û saziyên tepeserker ên rêjîmê li warê binpêkirina hicaba sepandî, bê hicaba bi zorê têne ser şeqam û cihên gîştî, lê ew bi tenê bi armanca redkirina wan cure hicaban nîne belku dijayetî û redkirina îdeolojî û tevahiya desthilata wan kevneperestan e.

Bo tevgera azadîxwazî li Rojhilatê Kurdistanê û hemû xelkê Kurdistanê, cihê şanazîkirinê ye ku mil bi milê wan xebat û dawîanîn bi sitema netewî, pirsa jinan her şan û pêgeha taybet bi xwe hebûye, hekî li Îranê de Xumêynî yê avakerê rêjîma îslamî û rêjîma wî û mîratgirên wî, 45 sal e hewla kêmkirina pêgeha miroviya jinan didin û bi navê ol, maf û azadiyên wan ji wan distînin, li Kurdistanê de 78 salan berî niha, “Pêşewa Qazî Mihemed”, Serkomarê Komara Kurdistanê, handerê jinan bo avakirina rêkxistina taybet bi jinan û hatina wan bo nav karûbarên siyasî û perwerde û tekoşîna civakî bû. 10an Sal e ku jin li Kurdistanê de li warên cur bi cur de mijûlê terkoşîna hizbî û rêkxistinên siyasî yên xebatkar, li refa hêza pêşmerge û herwisa li xebata medenî û giştî de ne û bi awayekî çalakane, beşdariyê dike. Yekîtiya Jinên Dêmokrat a Kurdistana Îranê ku li 24ê Reşemeya 1324 a Rojî, beranber bi “15ê March 1946” a zayînî, hatiye avakirin, heta niha jî li tekoşîn û xebat bo mafên jinan ên Kurdistanê berdewam e û ew yek ji destkevtên tevgera netewî û azaîxwaziya Kurdistanê ye.

 

Jin û mêrên vekhewîxwazî li Kurdistan û Îranê!

 

8ê Mars, roja cîhaniya Jinan, hilkeftek bo bîranîna erkên me li derheq pirsa jinan li Kurdistan û seranserê Îranê ye; Derfetek bo nûkirina soz û peyman digel wan jinên qehreman e ku li hember dîktatorekî hov û kevneperest ê desthilatdar de sekinîn da ku rabigehînin ku serdema mêrsalarî û cudatîdanînên regezî nemaye. Navenda Birêveberiya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li vê rojê de tevî dubarekirina piştevanîkirina xwe li xebata jinan li Kurdistan û Îranê li dijî sitem û nevekheviya regezî, bi erkê xwe û tevahiya organ û rêkxirawên Hizbî û tevahiya endamên vê Hizbê dizane û tevî rêxweşkirin bo beşdarî û rola zêdetir a jinan li tekoşîn û birêvebirina rêkxiraw û damezraveyên Hizba Dêmokrat, girîngî bi pirsa jinan li nav civaka Kurdistanê û Îranê de bidin û piştevanê daxwazên wan ên rewa bin.

 

Navenda Birêveberiya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

8ê Mars 2024

17ê Reşemeya 1402 a Rojî

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *