Tevgera Nucebayê: Berxwedana Îraqê êrişî Pêşmergeyan nekiriye

Endamê Polîtborûya Nucebayê Dr. Heyder Lamî îdia kir ku grûpên Berxwedana Îslamî ya Îraqê êrişî Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê nekiriye.

Endamê Polîtborûya Nucebayê Dr. Heyder Lamî ji Rûdawê re got ku, “Berxwedana Îslamî ya Îraqê grûpeke cemawerî ye û ne beşek e ji Heşda Şebiyê.

Dema ku ev grûp hêzên dagirker li Îraqê bi armanc digire, nabe li ser Heşda Şebiyê bê hesabkirin ku saziyeke ewlehiya fermî ya Îraqê ye û girêdayî Serokwezîriya Îraqê ye.”

Heyder Lamî derbarê nasnameya grûpa “Berxwedana Îslamî ya Îraqê  got, “Amerîka dizane grûpên hevbeş ên parastinê kî ne ku li Îraqê bi Berxwedana Îslamî ya Îraqê tên naskirin.”

Grûpên çekdar ên Şîe li Îraqê ku nêzîkî Îranê ne, bi navê “Berxwedana Îslamî ya Îraqê” tên naskirin.

Ji 17ê Çiriya Pêşînê ya 2023yan ve 27 caran êrişî ser Herêma Kurdistanê û 29 caran jî êrişî ser baregeha leşkerî ya Eyn Esedê ya li Enbarê kiriye. 

Derbarê berdewamiya wan êrişan Heyder Lamî got ku ew kar “Erkê şerî, mirovahî, yasayî û parastina pîrozî û bîr û baweriyan e”. 

Heyder Lamî got, “Peyama me zelal e, ev êrişên bi dron û mûşekên yên li dijî baregehên Amerîkayê yên di navxwe û derveyî Îraqê de berdewam bin heta wê dema ku êrişa hovane ya li ser zarokên me li Xezeyê bi dawî dibe.”

Derbarî wê yekê ku çima naçin li Xezeyê şer nakin jî Lamî got:

“Eger hin welatên Ereb ên ku piştevaniya statûya zayûnî dikin rê bidin me, em amade ne ku biçin.

Lê  niha ne pêwîst e ku em di nava Filistîna dagirkirî de bin, ji ber ku mûşekên me digihêjin baregehên Îsraîlê yên li Karîc û Um Reşaşê.”  

“Em êrişî Pêşmergeyan nakin”

Roja 30 Kanûna Pêşînê ya 2023yan bi dronekê êrişî ser baregeheke hêzên Pêşmerge ya li Pîrmamê hat kirin lê Berxwedana Îslamî ya Îraqê ew êriş li xwe negirt.

Heyder Lamî got ku “Hêza Pêşmergeyan ji aliyên grûpên Berxwedana Îslamî ya Îraqê ve nebûne armanc.

Ji ber ku hêza Pêşmergeyan hêzeke fermî ye û ne pêkan e ku grûpên parastinê wan hêzan bikin armanc. 

Em di navxweya Îraqê de ti welatî û saziyekî fermî bi armanc nagirin. Armancên me ên sereke baregehên Amerayê û baregehên Mossadê yên li Îraqê ne.” 

Bi gotina Heyder Lamî, ew piştevaniya bi armacgirtina ti hêzeke ewlehiyê ya Îraqê nakin, çi hêza Pêşmergeyan be yan jî her hêzeke din be ku parastinê li Îraqê dikin û rêzê ji yasayên wê yên navxwe digirin.

“Êrişên nû dê bên kirin” 

Lamî da zanîn ku dê xalên nû hedef bigirin û wiha domand:

“Êrişên me yên bê dê gelekî taybet bin û dê berdewam û berfirehtir bibin.  Çekên taybet dê bêne bikaranîn ji bo armancgirtina cihên diyar.”

Lamî herwiha tekez kir ku çekên baş û taybet li ber destê wan hene ku bi hêsanî dikarin bi kar bînin.

Tevgera Nucebayê grûpeke çekdar ya Şîe ya Îraqê ye û sala 2013an hatiye avakirin.

Ew ji grûpa Esayîb Ehlî Heqê veqetiyan ku Qeyîs Xezelî serokê wan bû.

Hejmara çekdarên wê bi nêzîkî 10 hezar kesan tê texmînkirin.

Niha Ekrem Keibî serokatiya wê dike. 

Rûdaw

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *