Îsmaîl Beşikcî: Karesata Kerkûkê xiyaneteke mezin bû û birîneke mezin e ji Kurdan re!

Duhok-KDP.info- Dostê gelê Kurd, ronakbîr û dîroknivîsê Tirk Îsmaîl Beşikcî di salvegera xiyaneta 16ê Cotmeha 2017ê de dibêje, xiyaneta Kerkûkê xiyaneteke mezin bû û birîneke mezin bû ji Kurdan re.

Îsmaîl Beşikcî di hevpeyvînekê de ligel malpera KDP.info ragihand: “Di 16ê Cotmeha par de xiyanet hat kirin, ku di encamê de çend navçe ji destê Kurdistanê derketin û ji ber wê yekê Kurd birîndar in.”

Derbarê referanduma beriya 16ê Cotmehê jî Îsmaîl Beşikcî wiha got: “Mafê giştpirsî û referandumê mafekî rewa yê miletan e. Naskirin û vegera bo nêrîna gelan yek ji bingehên sereke yên demokrasiyê, referanduma Herêma Kurdistanê jî wisa rewa bû. Pêwîst e gel û milet nêrîna xwe bi azadî bidin û nabe rêgirî li nêrîna wan kirin. Encama referanduma Herêma Kurdistanê pir erênî bû, ku piraniya xelkê Kurdistanê daxwaza serxwebûnê kirin. Ew encam pir girîng e û rola Serok Barzanî jî di wê proseyê de pir mezin bû û cihê rêzê bû.”

Derbarê karesata 16ê Cotmehê wek xiyanet binav dike û divêje, di wê rojê de Kurd û Kurdistan rastî xiyaneteke pir mezin bûn û Kurd ji ber wê xiyanetê rastî birîneke mezin bûne.

Wî nivîskarê mezin ê Tirk amaje bi wê yekê dike, tevî ku Kurdan rûbereke berfiref ji axa xwe jidest dan û niha di qonaxeke zehmet de ne, lê roja referanduma 25ê Îlona 2017 Kurd û xwediyê Kurdistanê diyar bûn.

Îsmaîl Beşikcî dibêje: “Pirsa Kurd û Kurdistanê pirseke 100 salî ye, gerek zûtir ev pirs hatiba çareserkirin û beriya 100 salî dewleta Kurdan heba.”

Beşikçî wiha domand: “DAIŞ hevkêşeya siyasî li Iraqê guhert û heta niha ew welat di rewşeke tije alozî de derbas dibe. Lê DAIŞ û Heşda Şeibî 2 bela û derdê serê Kurdan e. Ji bo ku metirsiya DAIŞ û Heşda Şeibî li ser Kurdan nemîne divê hizrek di serê mirovê Kurd de çêbibe ku zêdetir xwe rêxistî bike û bi awayekî baştir kar ji bo pirsên xwe yên çarenivîsaz bike.”

Derbarê welatên derdorê jî Beşikçî dibêje: “Îran û Tirkiye û Iraq û Sûriyê herdem dikarin li dijî Kurdan destê xwe bidin hev, lê pêwîst e Kurd li dijî wan yekgirtî û yekhelwêst bin.”

Derbarê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê jî ku PDK rêjeyeke mezin ji dengan tê de bidestve aniye, Îsmaîl Beşikçî dibêje, ew dengê mezin ên PDKê nîşan e ku ew partî li ser rêya rast diçe.

 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *