Tevgera Milî Ya Bakûrê Kurdistanê û Hilbijartina Herêmî…


ÃŽbrahîm GUÇLU

(ibrahîmguclu21@gmail.com)

Li Bakûrê Kurdistanêdema ku di sala 1946an di siyasetaDewleta Tirk de pêvajoyeke nû dest pê kir, kurdan demekî dirêjbes di partiyên dewletên de cî girtin

Dema ku di partiyên Tirkan de cî girtin wek tirkan siyaset meÅŸandinDi wan partiyan de derfet tune bû ku ji bona mafênkurdan xebat bikin

Bes di Partiya Karker a Tirkiyeyê (TÃŽP) de siyasetvanên kurdbi nasnameya xwe di partiyê de cî girtinMafên ziman Ã» çandkurd parastinDi sala 1974an de jî di derbarê pirsakurd de biryareke pozîtîf wergirtinDi biryarê de hebûnakurdan, mafên ziman Ã» Ã§anda kurdî hat parastin.

Divê em di nav partiyên tirk de ferqekê biçûk be jî diyar bikinPartiyên tirkan nisbî be jîli endamên xwe yên kurd biçavakîcûda mêze dikirin. CHP bi her awayî kurd Ã®nkar dikir. DP, disiyaseta fermî de kurd Ã®nkar dikirlê di bi awaye civakî kurdnas dikir

Di vê qonaxê de jî dinav partiyên tirkan de guhertineke mezin ya di stratejiya dewletê de bûyî tune ye.

Kurd li Tirkiyeyê piştî salên 1946an xwediyê derfet nebûn ku xweser bikevin hilbijartinan.

Bes piştî salên 1974an ji bona kurdan hilbijartinan wateyeke nûqezenç kir.

Kurdan, kurdperweran di qonaxa Bihara 2emîn ya Tevgera Bakûrê Kurdistanê de, dest bi niqaşeyê kirin, ku platforma hilbijartinê xweser bi kar bînin. Lê di nav rêxistin û partiyên Kurdistanê de nerînên cûda hebûn.

Wek tê zanîn kurdperwer Ã» partiyên wanbi namzetê serbixwebeÅŸdarî hilbijartinên giÅŸtî Ã» herêmî bûn.

Kurdperweran wê demê bi giranî tespît kirin, ku hilbijartin jibona kurdan, kurdperweran, partî û rêxistinên Kurdistanê,  taktîk e. Kurd divê ji bona ku propagandaya tevgera milî, pêşxistina şiûra milî, xûrtkirina tevgera milî û rêxistinên Kurdistanê, ji bona Dewleta Federe û Serbixwe ya Kurdistanê şert pêk bên, platforma hilbijartinê bi kar bînin.

Divê kurd û rêxistinên Kurdistanê, her dem platforma hilbijartinê bi kar bînin. Lê nayê wê wateyê ku partiyênKurdistanê û kurdperwer dê her dem beşdarî hilbijartinanbibin. 

Divê kurd û kurdperwer, rêxistin û partiyên Kurdistanê dema şert amade bin, dikarin beşdarî hilbijartinê bibin.

Li Tirkiyeyê 5 salan carekê hilbijartinên giştî û herêmî tên lidarxistin. Hilbijartin ji bona neteweya tirk stratejîk in. LewraTirk bi partiyên xwe beşdarî hilbijartinan dibin, bihilbijartinan berpirsiyarên dewletê û hikûmetê tespît dikin.

Lê ji bona neteweya kurd hilbijartin taktîk in. Kurd nikarin bi partiyên xwe beşdarê hilbijartinan bibin. Bi hilbijartinan li Kurdistanê desthilatdar û hikûmet bin.

Kurd, kurdperwer, partî û rêxistinên Kurdistanê dikarin biçend babetan beşdarî platforma hilbijartinê bibin.

1-Heger şertên partiyên Kurdistanê amade bin, dikarin xweser, an jî bi tîfaqa beşdarî hilbijartinê bibin.

2-Heger partî nikaribin li ser navê xwe beşdarî hilbijartinê bibin, şert pêk hatibin dikarin bi namzetên serbixwe beşdarî hilbijartinan bibin.

3-Heger ji derveyî partî û rêxistinên Kurdistanê namzetên serbixwe hebin, girêdayî armancên min li jor diyar kirin, dikarin ji wan namzetan re bibin piştgir.

4-Kurd, kurdperwer, partî û rêxistinên Kurdistanê dikarin hilbijartinan BOYQOT bikin.

5-Kurdkurdperwerpartî Ã» rêxistinên Kurdistanê dikarin jigel daxwaz bikin  ku neçin ser sendûqan Ã» deng nedin.

6-Kurd, kurdperwer, partî û rêxistinên Kurdistanê, bes ji bona propagandaya tevgera milî, pêşxistina şiûra milî, xûrtkirina tevgera milî û rêxistinên Kurdistanê, ji bona Dewleta Federe û Serbixwe ya Kurdistanê şert pêk bên, platforma hilbijartinê bikar bînin.

Beriya 12 Îlona 1980yî Tevgera Bakurê Kurdistanê bi her awayî hebû û xurt bû .. Xwediyê gelek partî û rêxistinan bû.

Di nav gel de xwediyê girseyekê mezin bû

Tevgereke sosyolojîk Ã» civakî bû

Bi hemû beşên civatê re xwediyê pêwendiyekê bû. Di têkoşînê de qerardariyek û îstikrarek hebû.

Gel û endamên rêxistin Ã» partiyan ji serokatiyên xwe bi bawerbûn

Tevgerê û rêxistinan di wextê de midaxeleyî bûyeran dikirin û dixwestin ku, jiyanê gor pîvanê nû ji nûve ava bikin.

Xwediyê serokatî Ã» endamên fedekar bû

Endam û berpirsyarên rêxistin û partiyan hêvîdar bûn ku dê gelê kurd azad bikin û Kurdistana serbixwe ava bikin.

Loma jî di platforma hilbijartinan de jî gelek taktîk û babetên xebatan dikarîn bi kar bîne. Serokê şeradarî û parlamenterîyên serbixwe qezenç bikin. Ew jî ji bona pêşketina Tevgera milî û şiûra milî dibû xebat û sedemeke girîng.

Hezar mixabin di wan şertan de di heman dem de bi destê dewletê di nav kurdan de  tasfiyekirina Tevgera milî ya Kurdistanê jî dest pêkir.

Dewletê ji bona tasfiye bi hêsanî bibe serî PKKê ava kir. 

Bi riya PKKê êrişî Tevgera Bakûrê Kurdistanê, rêxistin û partiyên Kurdistanê kir.

Lê dîsa jî dema dît ku bi operasyonên PKKê jî serkeftî nabedarbeya leÅŸkerî bi destê PKKê Ã» gelek rêxistinên radîqal yênçep Ã» rast amade kir.

Piştî darbeyê tasfiyeyê Tevgera Bakûrê Kurdistanê, rêxistin û partiyên  Kurdistanê bi rastî dest pê kir.

Di encamê de Tevgera Bakûrê Kurdistanê û hemû rêxistinên wê hatin tasfiye kirin. Eleqeya wan û serokatiya wan, bi gel re hat birîn.

Kurdan xwestin ku piÅŸtî salên 90î dîsa tevgera xwe ava bikinJi bona vê jî wek berê ne bi komeleyên yasayî Ã» bi partiyênyasayî siyaseta milî bimeşînin

Di encamê de ji aliyê hemû rengên kurdperwer ve HEP hat ava kirin. Hezar mixabin pişt re dîsa bi plana dewletê û biwesîteya beşek mirovên dewleta kemalîst HEP xistin bin bandora PKKê.

Piştî PKKê di nav partiya yasayî ya kurdan de hegemonya xwe ava kir, hemû beşên kurdperwer û hemû rengên kurdperwer hatin tasfiye kirin.

Dewletê beriya kurdan bi plan û organîzekirî dan partiyên yasayî yên PKKê. Wan partiyan bi mîlyonan xweser, bi tîfaqa SHPê, wek partî dengên kurdan wergirtin.

Lê van partiyan tu dem kurd temsîl nekirin û berjewendiya milî ya neteweya kurd naparastin. Ji hêjayîyên neteweya kurdre li Bakûr û li hemû parçeyên din yên Kurdistanê re dijminitî kirin.

Nûha jî ew rola xwe ya qirêj Ã» nebaÅŸ dilîze.

Di hamen dem de mixabin di vê merheleyê de jî tevgereke sosyalojîk û civakî û girseyî ya Bakûrê Kurdistanê tune ye.

Loma jî di qada hilbijartinan de serkeftinek çê nabe.

Di van salên dawî de partiya kurdan HAK-PAR gelek caran beşdarî hilbijartinên giştî û herêmî, bû serkeftî nebû.

Di hilbijartina 31ê Adar a 2019an de jî PAK û PSK bi tîfaq beşdarî hilbijartinê bûn.

Lê ji bona Tevgera Bakûrê Kurdistanê guhertinek Ã§Ãªnebû.

Carek din derket holê ku tevgereke milî ya sosyoloîk û civakî li Bakûrê Kurdistanê tune ye.

Ew rewşa divê baş bê şirove kirin. Ji bona ku ji ev rewşa nexweş bê derketin, her partiyeke Kurdistanê û kurdperwer jiher demê zêdetir bixebitin; li çareseriyê bigerin.

Amed12.04.2019

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *