Bakûrê Kurdistanê bê xwedî, bê pêşeng, bê rêber e…


Îbrahîm GUÇLU
(ibrahimguclu21@gmail.com)
Mirov dema xweser û tekekes be, hewcadariya wî bi xwediyekî, pêşengekî, rêberekî tune ye. Mirov xwe bi xwe dikare bi rêve bibe. Qedera xwe xweser tesbit û tayîn dike.

Lê mirov xweser najîn. Mirov xwediyê malbatekê ye. Malbat ji aliyê dê û bav tê bi rêve birin. Zarok jî bi daxwaz û bi nerînên xwe ji dê û bavê xwe re di rêvebiriyê de dibin alîkar. Diyar e ku malbetek jî bê xwedî, bê pêşeng, bê reber nameşe.

Ev rastiya ji bona eşîretekê, federasyon û konfederasyona eşiretekê jî derbas dibe û rastiyek e. Eşîr, federasyon û konfederasyona eşîretan ji kesan çê dibe, lê bi hemû kesan nayê îdare kirin û bi rêve birin. Ji bona eşîretê, federasyon, konfederasyona eşîretê rêbertiyek û pêşengiyeke kollektîf ku wan temsîl bike heye. Ew jî bi organîzasyoneke ku ji kesên ehîl tê ava kirin, tê meşandin. Lê hemû ferdên eşiretê jî xwediyê maf in ku di rêberî û di pêşengiyê de cî bigrin.

Ev rastiya ji bonna neteweyan jî derbas dibe. Neteweyek, ji mîlyonan, an jî bi sed hezar însan pêk tê. Di nav neteweyekî de olên cûda, mezhebên cûda, grûbên fikrî yên cuda û tebeqeyên civakî yên cûda hene. Loma jî her çiqas neteweyek qedera xwe bi îradeya xwe tepît jî dike, lê tevayîya ferdên neteweyekî nikarin bibin pêşeng, xwedî û rêberên neteweyê. Ji bona rêvebirina neteweyekî xwedî, pêşeng, rêber pêwîst e. Ku ji bona neteweyekî organîzasyona mezin dewlet ava bikin, dewletê bi rêve bibin.

Her neteweyek, gor demê ji bona xwe rejîmek û pergelek û sîstemekê dipejirane û gor wê jî xwedî, pêşeng, rêber çê dike.

Netewe, bi xwedî, bi pêşeng, bi rêberan biserketine, bûne dewlet, bûne dewlemend, bûna giranbûha, an jî bê qiymet.

Gelek aşkere ye ku netewe jî bê peşeng û bê xwedî, bê rêber nabin. Neteweyên bê xwedî, bê pêşeng nikarin bibin dewlet, li welatê xwe nikarin bibin desthilatdar, serbixwe.

Hîç şik tune ye ji bona neteweya kurd jî ev qanûna derbas dibe û bûye jî. Bi wesîleya hilbijartina herêmî em li Bakûrê Kurdistanê biçek ji nêzik ve li vê mijara stratejîk binêrin.

Kurdistan heta Peymana Lozanê du beş bû. Loma jî pêşengî û rêberî û xwedîtî bi awayekî hevbeş li du parçayên Kurdistanê didomand. Bakûrê Kurdistanê di çarçewe û sînorê Osmanî de bû. Loma jî li sê beşen Kurdistanê: Li Bakûrê Kurdistanê û li Rojhelatê Kurdistanê û li Rojavayê Kurdistanê heman pêşeng û heman rêbberî hebû.

Ji bona neteweya kurd dema ku ji xweditî, ji pêşengî, ji rêberî qal bê kirin: mirov ji ew kes û organîzasyona Kurdistanê ji bin destan xelas bike û dewlet ava bike, qal tê kirin.

Gelo li Kurdistanê ji aliyê xwedîtî û rêberî û pêşengî de rewş duho çewa bû, di vê merheleyê de çewa ye?

Li Kurdistanê di sedsala 19an, sala 1840î de mîran ji Kurdistanê re xwedîtî û pêşengî dikir. Loma jî Mîr Bedîrxan Beg li hemberî împeratoriya Osmanî ji bona mafên neteweya kurd serhildan çê kir. Şêxan, serok eşîran, mîran, meleyan, axayan ji wî re piştgirî kir. Xwedîtîyeke hevbeş, ji çîn û tebeqeyên serdest çê bû.

Di heman sedsalê, sala 1880yî de şêxan jî li Kurdistanê ji neteweya kurd re xwedîtî kir. Şêx Ûbeydûllah Nehrî ji bona dewleta milî ya Kurdistanê ava bike li hemberî Împeratoriya Osmanî û Farisî Şoreşa Milî dest pê kir.

Di sedsala 20an sala 1912-18an de mîr, şêx, axa, serokeşîran, rewşenbîrên edetî, meleyan, karkeran, gundiyan bi gelek rêxistinanan ji neteweya kurd re xweditî kirin. Berpirsiyarî û xwedîtiyeke hevbeş ya civakî û sosyalojîk ava bibû. Cemiyeta Tealî ya Kurdistanê, rêxistina diyar û hevbeş ya wê demê bû.
Lê dema ku dewleta Tirk ya Kemalîst ava bû, di şertên neteweya kurd de guhertineke bingehî çêbû. Dewleta Kemalîst di destpêkê de neteweya kurd tuıne qebûl kir. Pişt re Kurdistan bû çar parçe. Hem neteweya kurd parçe bû û hem jî wê demê xwedîtî, rêberî, pêşengiya neteweya kurd parçe bû. Her beşeke Kurdistanê li çareseriya xwe mêze kir.

Li Bakûrê Kurdistanê li hemberî siyaseta dewleta kolonyalîst ya tunekirina neteweya kurd, di sala 1919an de li Koçgiriyê serhildana milî dest pê kir. Şikest xwar.

Pişt re jî di sala 1925an de di bin pêşengiya Rêxistina Îstîklalê de serhildana milî ya Kurdistanê dest pêkir. Ji vê serhildanê re serokeşîran,şêxan, mîran, began,axan, rewşenbıran bi hev re bi awayekî hevbeş di bin serokatiya Şêx Seîd Efendiyê Pîranî û Xalid Begê Cibrî de pêşengî kir. Hezar mixabin vê serhildanê jî şikest xwar.

Di van herdu serhildanan de di hemandem de beşekî serokatiya neteweya kurd jî li Bakûrê Kurdistanê bi îdam û bi kûştinan ji holê rabûn.

Li Agriyê di bin serokatiya serok eşîran, axayan, rewşenbîran, mîran de serhildana milî dest pê kir. Serokê vê Serhildana Milî General Îhsan Nurî Paşa bû.

Hezar mixabin piştî demekê vê serhildanê jî şikest xwar.

Bi qetlîama Dersimê serokatiya edetî ya civakî û soyolojîk li Kurdistanê bi tevayî şikest xwar. Bi zorê û zordarî, bi îdam û kûştineke beşekeî mezin xwedî, pêşeng, rêberên Kurdistanê ji holê rabûn.
Yên mayin jî bi zorê hatin îzole kirin û ji Kurdistanê hatin dûrxistin. Beşekî wan jî hat teslîm girtin.

LI BAKÛRÊ KURDISTANÊ PİŞTÎ SERHİLDANÊN MILÎ NETEWEYA KURD BÊ XWEDÎ, BÊ PÊŞENG, BÊ RÊBER MA. DI SALA 1960-Î Û 1974AN DE PEŞENGIYEK Û RÊBERİYEKE NÛ ÇÊ BÛ…

Piştî ku Bakûrê Kurdistanê bê xwedî, bê pêşeng, bê rêber ma; demeke dirêj ji bona mafên neteweya kurd hîç xebatek û livandinek û bizaveke çênebû. Vê ehwalê heta salê 1959an dom kir. Di sala 1959an de livandineke xwendevanên kurdan çê bû. Lê beriya ku ev livandina milî xwe bi rêxistin bike şikest xwar. Doza 49an hate rojevê.

Lê li Bakurê Kurdistanê bayê Başûrê Kurdistanê, PDKê, Serok Mele Mistefa Barzanî jî, pel livandin. Rewşenbîrên Kurd bi gelek awayan xwestin ku xebata xwe ya milî bimeşînin. Beşek kurdên xwenda yên çep di TÎPê de cÎ girtin. Beşek rewşenbîrên inasyonalıst PDKT bi awayekî veşartî ava kirin. Beşek kurdên xwenda di hewirdora kovar û rojnameyan de; beşekî wan jî di komeleyên bajarên Kurdistanê de cî girtin xebata xwe ya milî pir bi plan nebe jî, meşandin.

Xebata xwendevan û rewşenbîrên kurdan ya xûrt, civakî, girseyî DDKOyan de di sala 1969an de organîze bû, li Kurdistanê gelek pêş ket û xurt bû.

Bi vê xebatê li Bakûrê Kurdistanê Bihara yekemîn ya Tevgera Milî ya dema nêzik dest pêkir. Hezar mixabin vê tevgerê jî bi Derbeya Leşkerî ya 12ê Adara 1971an şikest xwar.

Lê Tevgera Milî ya Bakûrê Kurdistanê piştî salên 1974an dîsa pêşket û xurt bû. Bihara Duyemîn ya Tevgera Kurdistanê dest pê kir. Gelek rêxistin û partiyên Kurdistanê ava bûn. Rêxistina di nava gel de şax da, xurt bû, bi hemû beşên civatê re pêwendî çêkir.

Tevgera milî ya Bakûrê Kurdistanê, di dema nû de ji xwendevan û rewşenbîrên Kurdistanê xwedî, pêşeng, rêberiyeke nu çê dibû.

Lê piştî Darbeya Leşkerî Dewleta Kemalîst dît ku nikarin pêşiya Tevgera Milî ya Kurdistanê bigrin. Ev car stratejiyeke nû pejirand. Li ser navê kurdan rêxistinek ava kir ku ew rêxistineke bi gelek babetan Tevgera Milî ya Kurdistanê tasfiye bike. Ev rêxistina, rêxistina operasyonel PKKê bû.

Dewletê hem bi destê xwe û hem jî bi destê PKKê dest bi tasfîyekirina Tevgera Kurdistanê kir. Lê dîtin ku di şertên xwezayî de nikarin Tevgera Milî ya Kurdistanê tasfiye bikin. Ev car ji bona ku darbeyeke leşkerî ya nû pêk bînin, PKKê bi kar anîn. Di vê planê de ji serkeftî bûn. Derbeya Kolonyalîst ya 1980yî hat li darxistin.

Piştî darbeyê gelek di nav prosesekê de pêşengiya, rêbertiya Tevgera Milî ya Kurdistanê tasfiye bû.
PKKê bû temsîlkarê kurdan. PKKê jî ji derveyî berjewendiya milî ya kurdan berjewendiya dewletên kolonyalîst parast û diparêze.

Mîr, şêxi serok eşîr, axa, mele jî rola ku di sedsala 19an û destpêka sedsala 20an de di tevgera millî de pêk dianîn, nûha pêk nînin. Ji neteweya xwe re xwedîtî, pêşengî, rêberî nakin.

Loma jî li Bakurê Kurdistanê kurd bêxwedî û bê pêşeng û bê rêber in.

Ev rastiya di hilbijartina herêmî de jî derket holê. Di hilbijartinê de partiyeke kurdan temsîl bike beşdarî hilbijartinê nebû. Li ser navê kurdan partiyên sîstemê û dewletê tevgeriyan..

XWEDÎ Û PÊŞENG Û RÊBERÊ NÛ DÊ ÇEWA ÇÊ BIBE?

Di vê QONAXê de pirs û pirsgirêke girîng li bakûrê Kurdistanê ev e. Her kurdekî dilsoz ji bona ku ev pirsa bersîv bibe, divê xebat bike, hewl bide, aqilê xwe bixebitîne. Divê hişmendiyeke nû çêke û bi vê hişmendiya nû li çareseriyê bigere.

Amed, 19. 04. 2019

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *