ENFALA HEYÅžT HEZAR BERZANÃŽYAN

Sal 1983, kafir bi suretê Enfalê hatin û ji 7 salî heta 85 salî 8000 kes ji Barzanîyan birin.

Berê 8 Hezar mêrên Kurd dane rêya mirinek bêbext û agir xistin dilê netewa Kurd!

Belê yên ku hatin leșgerên kafir bûn; yên ku li hember vê komkûjiyê bêdeng bûn kafir bûn. Bext nebû, mirov nebû, xwedî û xwedan nebû!

Kafir bêbext in.

Mirin ji ber bêbextiya wan ji xwe șerm kir!

Zarokên bê guneh mîna ferîște ne.

Kafir ferîșteyên bê guneh kûștin.

Mirovantî li gel wan hate kûștin.

Bêdengî sûc e.

Bêdengí kûștin e.

Heta îro, kafirên li hawîrdor, Qûrana pîroz di destê wan de û ew bêdeng û gunehbar in!

Encax Kurd dikarin birînên hew û din derman bikin.

Encax Kurd dikarin êș û kul û kederên hew û din parve bikin.

Encax Kurd dikarin ji hevdu re bibin pișt û bibin çiya.

Encax Kurd dikarın ji can û malên hew û din re bibin star, bibin mertal.

Enfal êș û șewata dilê me Kurdistaniyan e.

Dîroka me, li serê me kirine dîroka komkûjiyan; lê dîrok șahid e: Kurd bi kûștinê xilas nabin; ji ber ku Kurd ji mirinê mezintir in.

Ez îro perçek ji êșa qurbaniyên Enfalê me!

Suretê enfalê li ber çavên min, mîna fermana kûștinên qelaş û bêbextiyê ye.
Hezar rehmet li ser gîyanê șehîdên enfal û yên hemî șehîdên Kurdistanê be..

ÇETO OMERÎ

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *