TDK-Tevgerê xem û eşa malbata welatparêzê kurd Abid Gurses par ve dike!

Îro bi beşdarîya girseyek mezin, cenazeya welatparêz, siyasetmedar û nivîskarê kurd Abid Gurses li Stockholmê hate rakirin. Piştî wê dîsa bi beşdarîyek mezin tazîya wî hat li darxistin.

Hevalên TDK-Tevgerê jî di tazîya welatparêzê hêja Abid Gurses de, bi mesajek sersaxîyê xem û êşa malbatê, heval û hogirên gorbihuşt Abid par ve kirin. Em mesaja TDK-tevgerê li jêr belav dikin:

Ji bo bîranîna pakrewanê welatperwer Abid Gurses!

Birêz Abid welatparêzekî hêja, rewşenbîrekî bi rûmet û têkoşerekî doza

rizgarîxazîya neteweyî bû. Wî di nav van du salên dawîn de jî, li dijî

nexweşîya malkambax ya penceşêrê bi moral û motîvasyonek

berxwedanê li ber xwe da.

Lê mixabin ji ber vê nexweşîya malkambax,

sîyasetmedar û welatperwerê Kurd Abid Gurses, di 12 Hezîran 2022an

de ji nav me bar kir û koça dawî kir!

Em Tevgera Demokratîk a Kurdistanê TDK Tevger, bi koça dawîn ya birêz

Abid Gurses gelekî xemgîn bûn.  Me birêz Abid wek mirovekî

welatperwer, rewşenbîr, rastgo, xebatkar û dozdarekî tevgera

rizgarîxwazîya neteweyî nas kir. Ew kesayetîyekî xwedî şexsîyet bû û bi

helwesta xwe ya neteweyî serbilind bû.

Birêz Abid, di doza serxwebûna Kurdistanê de, di nav refên

welatperweran de, her dem cîyê bawerî û berxwedanê bû.

Mixabin dilsozê Kurdistanê û sîyasetmedarê Kurd, Abid Gurses zû ji nav

me bar kir.

Bila ruhê birêz Abid şad û goristana wî gulistana Kurdistanê be!

Bila serê malbatê, heval, hogir û miletê Kurd sax be!

TDK TEVGER

Komîteya Swêdê

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *