Kurd û rêxistinên Bakurê Kurdistanê divê çi bikin û çi nekin?

İbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Hîç şik tune ye ku nêrînên ez bînim ser zimên, nêrînên ne xwezayî û ne asayî ne.  Ev nêrînan ji aliyê her kurdekî û rêxistineke Kurdistanê ve tên zanîn, an jî divê bê zanîn. Lê em kurd û rêxistinên Kurdistanê di pêkanînê de xwedî pirsgirêk in. Loma di dubarekirinê de pirsgirêk tune ye.

DIVÊ KURD Û RÊXISTINÊN BAKURÊ KURDISTANÊ ÇI BIKIN?

1-Divê her kurdek û rêxistineke Kurdistanê bi berpirsiyarî tevbigere. Divê bê zanîn ku ew/em kurd in, xwediyê neteweyeke cûda û welatekî cûda ne. Loma jî dema kurdek bibêje ku kurdbûn û kurdnebûn ferq nake, ev şaşî û xeterîyeke mezin e. Bi vê nêrînê ji Tirkbûnê re rê vedike û xizmet dike.

Hîç şik tune ye ku divê rêxistinên Kurdistanê jî, wek kurd tevbigerin. Divê bizane ku ji rêxistinên Tirkan cûda ne. Loma jî rê û rêbaza wan dê bi her awayî ji rêxistinên Tirkan cûda bin. Divê bê zanîn ku rêxistinên Kurdistanê li welatekî cûda li Kurdistanê xebatê dikin. Stratejiya Rêxistinên Kurdistanê û Rêxistinên Tirkan sedî sed ji hevûdu cûda ne.

2-Divê her kurd bizane ku ew bindest in û hemû mafên wan ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye xesip kirin.  Welatê wan cûda ye û Kurdistan e; welatê wan hatiye dagirkirin. Ew wek neteweyekî bindest in, xwedîyê desthilatdarî û serwerîya xwe nîn in. Dewleta Tirk dixwaze wan bike Tirk û dagirkeriyê li welatê wan bide domandin. Divê her kurdek, gorî van rastiyan helwesta xwe û tevgera xwe serrast bike.

Rêxistinên Kurdistanê jî divê bizanin ku girêdayî van rastiyan ava bûne, divê gorî van rastiyan tevbigerin û xebata xwe bimeşînin. Rêxistinê Kurdistanê girêdayî van rastiyan jî, di navbeyna xwe û rêxistinên Tirkan de cûdayetî diyar bikin. Gorî vê jî xebata xwe bidomînin.

3- Her kurdek, di şertên Bakurê Kurdistanê de, ji bo ku li ser piyan bisekine û wek kurd bimîne, hewil bide û tevbigere. Wê demê, dê wek ferdekî neteweyeke bindest vatiniyên/wezîfeyên xwe dikare pêk bîne. Ji bona vê jî divê her kurdek li mala xwe, li derve bi hevalên xwe re, bi dostên xwe re, li dibistanê bi hevalên xwe re, li ciyê kar bi hevalên xwe yên kurd re, kurdî qise bike. Li çanda kurdî xwedî derkeve û gorî çanda kurd tevbigere. Li kevneşopî û dîroka kurd xwedî derkeve û dîroka xwe fêr bibe.

Rêxistinên Kurdistanê jî,  divê xebat û têkoşîna xwe ya neteweyî bi awayekî giştî bi zimanê kurdî bimeşîne. Endamên rêxistinên Kurdistanê bi hev re û bi derdorên xwe re kurdî qise bikin. Divê çapemenîya xwe bi kurdî, bi hemû zaravayên kurdî biweşînin. Lê ji bona ku li hemberî Dewleta Tirk û kolnyalîzma Tirk xebat û têkoşînê dimeşînin, bi Tirkî jî dikarin çapemeniya biweşînin, yanî bi du zimana çapemenîya xwe biweşînin. Konferans û semîner û civînên xwe mitleqe bi kurdî bimeşînin.

4-Divê kurd di dezgehên giştî yên Tirk ên sivîl de (wek sendiqan, rêxistinên pizişkan) dema kar kirin, divê her dem û her saat wek kurd tevbigerin. Di dezgehên sivîl de ji bona ku du ziman (Tirkî û Kurdi) bê bi kar anîn, xebat bikin, zor bidin berpirsiyaran. Divê baş bê zanîn ku dema rêxistineke sivîl du zimana bi kar nîne, ew nabe rêxistineke sivîl. Ew dibê rêxistinek fermî ya miletê serdest û îdeolojiya dewleta Kemalîst.

5-Divê her kurdek baş bizane ku partiyên siyasî û dezgehên din yên Tirkan û Dewleta Tirk, tu wext nabe rêxistinên wan. Loma jî divê her kurdek ji bona ku partiyeke siyasî ya Kurd û Kurdistanê derkeve holê xebat bike; partiyên Kurdistanê yên ku xwediyê vê potansiyelê ne, ji wan re bibe endam û ji wan re bibe piştgir. Lewra ji bona ku em wek neteweyekî bindest mafên xwe yên neteweyî qezenç bikin û şertên serxwebûna Kurdistanê çê bikin, rêxistinbûn li Kurdistanê û rêxistina neteweya kurd şertekî mitleq e.

Rêxistin û partiyên siyasî yên Kurdistanê jî divê bi vê berpirsiyariyê tevbgerin, Daxwazên neteweya kurd program bikin û girîngtir mijar jî ew e ku ev daxwazên gel cî bi cî bikin.

6-Divê her kurdek û her rêxistineke Kurdistanê, ji bona serxwebûn û dewletbûna Kurdistanê xebat bike. Ev armanca pîroz li her derê û di her platformê de biparêze. Bi taybetî jî divê rêxistinên Kurdistanê li hemberî dezgehên dewletê, li hemberî hikûmetê, li hemberî dadgehên dewleta Tirk, serxwebûn û dewletbûna Kurdistanê biparêzin. Her rîskê bigrin ser milên xwe.

7-Her kurdek û bi taybetî jî rêxistinên Kurdistanê, divê gelek aşkere û bi îsrar ji gel re diyar bikin ku PKKê dijminê serxwebûn u Dewlata Kurdistanê ye.

8-Divê her kurdek û rêxsitinên Kurdistanê ji bo serxwebûna Kurdistanê û Dewleta Kurdistanê her fedekarî bikin.

Lê divê baş bizanin ku PKK bi zanyarî û wek rêxistineke operasyonal ya dewletê û aparata dewletê dixwaze kurdan û tevgera kurd ji holê rake. Loma divê hîç kurdek beşdarî PKKê nebe û ji PKKê re nebe alîkar. Bi taynetî jî divê rêxistinên Kurdistanê di vê mijarê de gelek zelal bin, gelê me şiyar û serwext bikin.

9-Divê her kurdek û rêxistinên Kurdistanê her dem diyar bikin ku PKK/HDP rêxistina kurdan û Kurdistanê nîn e. Lê divê ev mijara bi taybetî di demên hilbijartinên giştî yên Dewleta Tirk de, her dem, bi qerardarî vê mijara stratejik bînin ser zimên.

10-Divê her kurdek û rêxistinên Kurdistanê,  karên qirêj yên li dijî neteweya kurd ji aliyê PKKê ve pêk hatine, baş deşifre bikin. Kurdkujiya PKKê bê diyar kirin. Maf û hiqûqa kurdpewer û pêşmergeyên ji aliyê PKKê ve hatine şêhîd kirin, li her derê û her dem bê pirsîn.

11-Divê hemû kurd û rêxistinên Kurdistanê dijmintiya PKKê ya Dewleta Federe ya Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê, Rojhelatê Kurdistanê diyar bikin. PKKê tewanbar bikin û ji PKKê hesab bixwazin.

12-Divê her kurdek û rêxistinên Kurdistanê, tespît bikin ku Tevgereke Neteweyî li Bakûrê Kurdistanê bi wateya sosyolojîk û girseyî û bersîvdana hewcedariyên neteweyî, tune ye. Divê sedemên vê bên tespît kirin û çi pêwîst e, wê bikin.

13-Divê her kurdek û bi taybetî jî rêxistinên Kurdistanê, li dijî destwerdana PKKê ya dagirker, terorîst, barbar li Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê derkevin. Ji bo ku PKKê ji wan beşên Kurdistanê derkeve, daxwazkar bin.

14-Divê kurd û rêxistinên Kurdistanê, pêşiya PKKê bigrin û di nav gel de xebatek xurt bikin ku ciwanên Kurdistanê nebin qûrbanê PKKê.

15-Divê her kurdek û rêxistinên Kurdistanê, metoda deşîfrasyonê û qûrbankirina PKKê aşkere bike ku ciwanên Kurdistanê gelek bir rehetî ji bona berjewendiya dîktatoriya partiyê (PKK) û îdeolojiyê (Apoyî+Kemalîzm+Stalînîzm+Baasîzm) û serokiyê, nebe piştgir û endam û çekdarên PKKê.

DIVÊ KURD Û RÊXISTINÊN BAKURÊ KURDISRTANÊ ÇI NEKIN?

1-Divê kurd û rêxistinên Kurdistanê, ji kurdbûn û kurdistanîbûnê dûrnekevin. Ji neteweya kurd û Kurdistanê re biyanî nebin û nebin Tirk.

2-Divê kurd û rêxistinên Kurdistanê, netewetiyê fêdayî îdeolojiyan û dînan û mezheban nekin.

3-Divê kurd û rêxistinên Kurdistanê, ji dewletê re xizmet nekin. Her dem kurdbûn û Kurdistanîbûna xwe biparêzin.

4- Divê kurd û rêxistinên Kurdistanê, hîç wextekî pesna dewletê û aparata wê PKKê nedin.

5-Divê kurd û rêxistinên Kurdistanê, nebin alîgir û endamê PKKê.

6-Divê rêxistinên Kurdistanê, bi helwesta xwe ciwanên Kurdistanê nekin qûrbanê PKKê.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *