SÛPHIYÊ SÎWEREGÎ YÊ SEREKANIYA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ…

Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com) 

4 parçebûna Kurdistanê bi her awayî li ser jiyana neteweya me û li ser jiyana her kurdekî bandor û tesîreke gelek neyênî  çêkir. Ew rewşa neyênî dom ddike û bûye rewşeke dîrokî ya dramatik.

Parçebûna Kurdistanê malbat û eşîret parçekirin. Sûphiyê Sîweregî jî yek ji malbata parçebûyî bû. Ew ji Sîweregî bû. Lê malbata wî çûbûn li Serêkaniya Rojavayê Kurdistanê bi cî war bibû. Ew li wir mezin bû. Malbata wî jiyana xwe ya civakî li Sûriyeyê li Serêkaniya Rojavayê Kurdistanê avakir. Sûphî jîli wir mezin bû û wî jî jiyana xwe ya perwerdeyî û civakî li wir meşand. Li wir zewicî. Li wir bû xwediyê gelek zarokan. Li wir jiyaneke civakî û aborî ya ji derveyî dorê meşand. Di ciwantiya xwe de bû evîndarê welatê xwe. Di nav Tevgera Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê de cîh girt.

Hezar mixabin beriya salekê me û neteweya kurd Kurdperwerê Hêja û dilsozê Kurdistanê Birayê Hêja Suphî wenda kir. Mirina Birayê Hêja Suphiyê Sîweregê em û miletê me gelek xemgîn kir.  Lewra ew ji bona Doza Kurd û Kurdistanê wendayekî mezin bû. Wî di dilê me de birîneke mezin vekir.

Min Suphiyê Sîweregê di sala 1979an li Serêkaniya Rojavayê Kurdistanê nas kir. Cara pêşî, Ez û Şehîd Necmeddîn Buyukkaya bi hev re bûn mêvanê Wî. Me di heman dem de malbata wî ya hêja jî wê demê ji nêzik ve nas kir.

Dema min ew û malbata wî  nas kir, ew bi her awayî û bi danûstandinên xwe kurdên resen bûn. Ew bi zarokên xwe û bi hewirdora xwe re xwediyê pêwendiyeke demokrat û neteweyî bû. Di nav malbatê de her dem bi kurdî qise dikirin û bi kurdî tevdigeriyan.

Mala wî/wan ji her Kurdperwerekî re vekirî bû. Bi civata kurd re xwediyê pêwendiyeke çand û şopandariya kurdî bûn. Ji derdê her kurdekî re têkildar bûn. Qasî ji wan dihat bi aborî jî ji her kurdekî re alîkar bûn.

Xelkê Serekaniye ji wî gelek hez dikir û ji wî re rêzgirtî bûn. Her Kurdperwerekî jî, ji wî hez dikir. Lewra ew ji bona azadî û serxwebuna Kurdistanê tevdigeriya.

Wî jî qiymet dida her kurdekî û Kurdperwerekî. Ew evîndarê neteweya kurd û Kurdistanê bû.

Dema min ew nas kir, ew endamê Partiya Çep yên Kurdên li Suriyeyê bû. Ew li Serêkaniyê û li herêmê berpirsiyarê partiyê bû.  Ew endamekî partiyê yê çalak û xebatkar bû. Ew gelek nêzikî Sekreterê Giştî yê Partiyê, Îsmetê Seyda bû.

Neteweya kurd û Partiya Çep sekreterê giştî yê delal Îsmetê Seyda zû wenda kir. Ez baş dizanim ku em bi hev re û Suphiyê Sîweregî  dostê hêja  bi mirina wî gelek xemgîn bûn. Pştî mirina Îsmetê Seyda di partriyê de çalaktir bû.

Wî berpirsiyariya partiyê jî gelek baş dimeşand. Ew kesekî grupparêz û partîparêz nebû, ew kurdparêz û Kurdistanparêz  bû. Loma jî bi hemû partiyên kurd û Kurdistanê re pêwendiyên wî baş bûn. Qiymeteke mezin dida her kurdekî û partiyeke Kurdistanê û xebata partiyên Kurdistanê. Loma jî dema wî biryar dida ku li Serêkaniyê çalakiyeke kurdî û kurdperwerî bimeşîne, bi hemû partiyan û kurdperweran re pêwendî girîng didît.

Dema ku di sala 12ê Îlona 1980yî de li Tirkiyeyê kutete (Darbeya leşkerî) çêbû, bi sedan Kurdperwer, endam û berpirsiyarê Partiyên Kurdistanê ji Bakurê Kurdistanê reviyan çûn Rojavayê Kurdistanê, mala wî ji wan re her dem vekirî bû.

Mala wî wek beregeha kurdî bû. Dayika wî, hevjîna wî, zarokên wî di xizmeta xwe de, hîç kêmasiyek nebûn. Di Xizmeta kurdperweran de gelek kêfxweş bûn.

Ew xebatkarekî Doza Kurd-Kurdistanê yê gelek çalak bû. Ew dozkarê, doza Kurdistanê bû. Ew kesekî Kurdistanî bû. Ji bona wî ferqa beşê Kurdistanê tune bû.

Wî, xwe him xebatkarê tevayî Kurdistanê û him jî xebatkarê her beşeke Kurdistanê dizanî û bi nav dikir. Loma jî yekîtiya neteweya kurd û Kurdistanê ji bona cenabê wî armanceke stratejî bû.

Ew ji Dewleta Federe Ya Kurdistanê re piştgir bû. Loma jî çû li wir cîwar bû û Xizmeta Dewleta Federe ya Kurdistanê kir. Li wir jî jiyana xwe ji dest da.

Her çiqas di destpêkê de ji bona ku Partiya Çep bi PKKê re xwediyê pêwendî bû, wî jî bi wan re pêwendî meşand. Lê her dem karûxebatên PKKê yên ne kurdî û li dijî Kurdan û rêxistinên Kurdan rexne dikir. Eciziya xwe vekirî dianî ser zimên.

Di van salên dawî de gelek aşkere li dijî karûxebatên PKKê li Dewleta Federe ya Kurdistanê û li Rojavayê Kurdistanê bû. Wî dizanî ku PKKê ne partiyeke Kurd û Kurdistanê ye. Helwesta xwe gorî wê diyar dikir.

Suphiyê Sîweregî û Bavê Ferîd bi mirina xwe birîneke kûr di dil û mêjiyê me kurdperweran de çêkir. Me, ew tu wext bîra nekir. Em wek Kurdperwerekî wî jî divê bîra nekin

Ez bibîranîna Bavê Ferîd gelek kêfxweş im.

Ew dostekî min ê gelek baş bû. Me bi hev re gelek wextên xweş derbas kir. Derfeta me bû ku em di mijarên gelek girîng û Kurd û Kurdistanê û dinyayê de bîrûreyên xwe pêşkêşî hev bikin.

Ez dubare diyar dikim ku ez gelek xemgîn im.

Ez ji bona malbata wî ya hêja,  dost û hevalên wî, hevxebatkarên wî yên siyasî, neteweya kurd û Kurdistanê re sersaxî û sebir dixwazim.

Bila ciyê wî gulistan û Kurdistan be. Ez baş dizanim ku Bavê Ferîd li dinyaya xwe ya nû de jî kesekî xoşbîn û rûken e.

Bavê Ferîd te li me neheqî kir û te ji nav me zû koç kir.

Tu di dilê me û mêjiyê me de dijî yî. Zarokên te ciyê te dagirtine. Sipas ji Xizmeta te re.

Enqere, 05. 08. 2022

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *