Hêvî û Tewqe ji Înglistanê 

Siddik BOZARSLAN

”Komela Pêşketina Kurdistanê ji alîyek ve weha pişta xwe bi prensîpên Wîlson girêdaye; ji alîyek ve jî jibo pêkanîna wan prensîpan li Kurdistanê, hêvî û tewqe ji Înglistanê kirîye. Ji ber ku Înglistan wê demê dewleteka xurt bûye û di şer da zora dewleta Osmanî birîye, her weha parçeyek ji Kurdistanê jî digel Îraqê dagir kirîye, welatevînên Kurd hêvîya alîkarîyê jê kirine û xîyala ku bi alîkarîya wê Kurdistanê rizgar bikin di dilê xwe da danîne. Ew xîyal û ew hêvî, di sohbeteka komelê da hatîye eşkerakirin û daxwazkirin. Ew sohbet û ew daxwaz di kovara ”Jîn” da jî derketîye. Memdûh Selîm, di nivîsara xwe ya bi sernivîsara ”Sohbetek di Qulûba Kurdan da” (Kürd Kulübünde Bir Musahabe) qala wê sohbetê kırîye û daye zanîn ku di Hezirana 1919´an da li xanîyê Komela Pêşketina Kurdistanê civîneka mezin pêkhatîye, gelek zan û xwenda û xwendekarên Kurd di wê civînê da beşdar bûne, berpirsîyarekî komelê di civînê da li ser xebat û daxwazên komelê peyivîye, tiştên ku heta wê demê di meydana sîyasî, civakî û dîplomasî da hatine kirin, dane zanîn.

Li gora haydarîyên ku wî berpirsîyarî dane, Komela Pêşketina Kurdistanê, standina heqên Kurdan ên neteweyî li gora Prensîpên Wîlson xistîye bernama xwe û di heqê daxwaza gelê Kurd da haydarîyên pêwist digel xerîta Kurdistanê dane temsîlkarên her çar dewletên mezin li Stanbolê. Ew her çar dewlet Emrîka, Fransa, Înglistan û Îtalya bûne.

 

Peymana Sevrê

”Şerîf Paşa, dema domkirina Konferansa Parisê, ji alîyek ve bi temsîlkarên dewletên Ewrupî ra peyivîye û doza gelê Kurd bi wan daye zanîn, di heqê doza gelê Kurd da ew serwext kirine; ji alîyekî dî ve jî bi temsîlkarê Ermenîyan Nobar Paşa ra peyivîye û sazkirina dewleteka xweser jibo gelê Kurd bi wî jî daye qebûlkirin û her duyan di heqê sazkirina dewleta Kurdistanê ya xweser da beyaneka tevayî îmza kirîye û daye konferansê. Bi wî awayî, ew xebata Şerîf Paşa ya diplomasî jî berdar bûye.” (Jîn, Cild I, r. 34, ji tîpên erebî bo latinî û tirkî û kurdîya xweser, M. Emîn Bozarslan)

Di dûwayîya konferansê da, di tarîxa 10ê08ê1920´î da li derê Parisê di Koşka Sêvres da ”Peymana Sevrê” hatîye îmzakirin. Li gora wê peymanê, ji çemê Ferat heta sînorê Ermenistanê û Îranê Kurdistan hatîye naskirin û heqê kifşkirina pêşedema xwe bi xwe ji neteweyê Kurd ra hatîye qebûlkirin. Her weha hatîye qebûlkirin ku, eger gelê Kurd bixwaze dikare li ser axa xwe dewleta xwe ya xweser jî saz bike. (Zinnar Silopî, Doza Kurdistan, r. 56- 58)

Bi wê peymanê, di dîroka Kurdistanê da cara pêşîn heqê gelê Kurd di meydana navberneteweyî da hatîye naskirin û hem dewleta Osmanî, hem jî dewletên Ewrupî jibo naskirina heqê gelê Kurd îmza dane. Ji ber wê yekê, Peymana Sevrê di tarîxa neteweyê Kurd da belge û wesîqeyeka pir giring e, welew ew wesîqe di arşîvên dewletên îmzakirox da mabe jî û nehatibe pêkanîn jî.

Qet guman tune ku Peymana Sevrê li Kurdistanê di nava kîtleyên gelê Kurd da şayî û kêfxweşîyeka bêsînor afirandîye. Dr. Nurî Dêrsimî di vî babetî da weha nivîsîye:

”Ew roja ku dewletên hevgirtî di heqê sazkirina Kurdistaneka xweser da li Sevrê amade kiribûn, di nava tebeqên gelê Kurd ên fire da şayî û heyecaneka kûr afirandibû û ew neteweyê ku ji sedsalan virda di binê nîrê bîyanîyan da dinalîyan, rakiribû ser lingan.” (Dr. Nurî Dêrsimî, Di Dîroka Kurdistanê da Dêrsim- Kurdistan Tarihinde Dersim- r. 171)

Leave a Reply

Your email address will not be published.