Ji bo Serok Mesûd Barzanî peyama pîrozkirina TDK-Tevger

Tevgera Demokratik a Kurdistanê – TEVGER
 Kürdistan Demokratik Hareketi – TEVGER   
         Kurdistan Demokratische Bewegung – TEVGER  
      Democratic Movement of Kurdistan – TEVGER 

 


Serokê rêzdar Musûd Barzanî,

Em gelekî pê kêfxweş in ku kongreya PDK ya 14an bi awakî serketî dawî hat.

Kongreya PDK ya 14an di demek gelek hesas û taybetî de ku tevgera rizgarîxwazîya neteweyî ya Kurdistanê, herêma me rojhilata navîn û dinya tê de derbas dibe hate civandin.

Em di vê bawerîyê de ne, ku encam û biryararên kongreya 14an ya PDK dê ji bo parastin û berfirehkirina destkeftîyên Başûrê Kurdistanê û ji bo serxwebûna Kurdistanê ku armanc, xewn û xeyala her kurdekî/e neteweperwer e, bibe pêngav û qonaxeke nû.

Herweha em di vê bawerîyê de ne ku encam û biryarên kongreya 14an ya PDK wê xebat û têkoşîna ji bo weletekî serbixwe, miletekî azad û civateke demokratîk ya miletê Kurd û kurdistanîyên her çar perçeyan geştir, yekîtî, hevkarî û hemahengîya nava rêxistin û tevgerên neteweyî û kurdistanî berfirehtir û xurtir bike.

Bi van hêvî û daxwazan, em weke serokê PDK canabê we, cigirê serok PDK birêz Nîçîrvan Barzanî, birêz Mesrûr Barzanî û endamên Komîteya Navendî û hemû endamên PDK bi dilgerî pîroz dikin; di kar û xebata we de serketinê dixwazin.

Bi rêz û silavên me yên ji dil.

Amed, 07-11-2022

Tevgera Demokratîk a Kurdistanê
TDK- TEVGE

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *