Siyamend Haco li ser pêwendiyên li ser pêwendiyên Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer ên bi Kurdan re got, “Ehmed Şer bi TikTokerekî re wêneyan digire lê pêşwaziyê li Kurdan nake.”
Foruma Hewlêrê ya Sêyemîn îro dest pê kir û dê heta 28ê vê mehê biajo.
Navenda Lêkolînan a Rûdawê, bi hevkariya bi hinek navendên lêkolînê û dezgehên navdar ên li Rojhilata Navîn û cîhanê re vê forumê li dar dixe.
Forum dê bi sernavê “Nedilniyayiyên Asêmayî di Paşeroja Rojhilata Navîn de” tê sazkirin.
Li panela duyemîn a sêyemîn Foruma Hewlêrê, bal li ser Sûriyeya nû bû.
Navê panelê “Hikûmetên Rojavayî û pirsa parastina mafên kêmaniyan a li Sûriyeya piştî rejîma Esed” bû.
Tê de Balyoza Almanyayê ya Bexdayê Christiane Hohmann û Serokê Nivîsgeha Têkiliyên Derve ya Eniya Kurdistanî ya Sûriyeyê Siyamend Haco axivîn.
Balyoza Almanyayê ya Bexdayê Christiane Hohmannê got li ser Sûriye û Rojavayê Kurdistanê got:
“Niha HSD hewl dide ku çareseriya pirsgirêkên ewlehiyê bike û hevpeymaniya navneteweyî jî piştgiriyê dike.”
Siyamend Haco jî dibêje “Necivandin û yeknekirina helwesta aliyên sereke yên Kurd, kêmasiyeke mezin e.”
“Divê hemû alî di diyalogên niştimanî de beşdar bibin û gotina xwe hebin”
Christiane Hohmannê her wiha got: “Ez ne berpirsê herî payebilind ê Almanyayê me li ser Sûriyeyê lê ez Balyoza Îraqê me û hewl didim li ser Sûriyeyê bersivê bidim.
Helwesta Almanyayê heman helwesta Ewropayê ye û em pîrozbahiyê li xelkê Sûriyeyê dikin, êdî dîktatorî nema lê astengî li pêş in ji bo avakirina Sûriyeyê û pêkvejiyanê.”
Hohmann dibêje “Sûriye bi pirrcureyiya xwe dewlemend e, çendîn netewe û ol li Sûriyeyê hene ku divê beşdarî pêvajoya siyasî bibin.
Pêwîst e hemû alî di diyalogên niştimanî de beşdar bibin û gotina xwe hebin.”
Her wiha Hohmannê got: “Berjewendiya hemûyan wisa dixwaze; hemû reng di diyalogên niştimanî yên Sûriyeyê de beşdar bibin.”
“Rakirana sizayên aborî yên li ser Sûriyeyê, girêdayî mecan in”
Balyoza Almanyayê amaje bi wê yekê kir ku vê duşemê wezîrên karên derve yên Ewropayê biryar da ku dorpêçên aborî li ser Sûriyeyê sivik bikin, ji ber ku welat bêyî aboriyeke baş nayê avakirin got:
“Lê ev bi tevahî girêdayî mercan e û eger gav bi armanca avakirina Sûriyeyê neyên avêtin, dibe ku rêkar berevajî bibin û siza wekî xwe bimînin.”
“HSD hewl dide pirsgirêkên ewlehiyê çareser bike û koalîsyon jî piştgiriyê dide”
Hohmannê li ser hewldana rawestandina êrişêm li HSDyê yên komên çekdar ên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan got:
“Ev astengiyeke mezin e, bi rastî em nîgeran in, yek ji xalên sereke ew e. Em dilniya bibin ku pêvajoyeke siyasî ya hemecihe li Sûriyeyê heye ku hemû alî tê de beşdar bin û bigihêjin rêkeftineke giştgir, ji ber ku rêkeftin ji bo yek welatî ye.
Niha HSD hewl dide ku çareseriya pirsgirêkên ewlehiyê bike û hevpeymaniya navneteweyî jî piştgiriyê dike, ev dimîne ser têkiliyên HSD û hikûmeta nû ya Sûriyeyê.”
Siyamend Haco: Federalî ji bo hemû Sûriyeyê baş e, ne tenê ji bo Kurdan
Siyamend Haco, Serokê Nivîsgeha Têkiliyên Derve ya Eniya Kurdistanî ya Sûriyeyê, yek ji axivdarên panelê bû.
Haco Li ser federaliyê got: “Divê em bizanibin; federalî ne tenê mafê Kurdan e lê di berjewendiya hemû Sûriyeyê de ye. Ev ne tenê ji bo Kurdan baş e, ji bo hemû Sûriyeyê baş e.”
Her wiha Haco got, “Divê Sûriyeyî bigihêjin wê baweriyê ku federalî ne tenê ji bo Kurdan girîng e, ji bo hemû Sûriyeyê girîng e.
Federalî ji welatekî ji bo welatekî din cuda ye, li Almanya û Swîsreyê ne wekî hev e, her welatek li gorî dîroka xwe tê guhertin.
Rast e federalî mafê Kurdan diparêze, ev ji ber wê ye ku bawerî tune. Çimkî demokrasî mafên neteweyên din û hemwelatiyên din naparêze.”
“Di desthilata nû ya Sûriyeyê de Kurd nînin”
Siyamend Haco rexne li desthilata nû ya Sûriyeyê girt û wiha pê de çû:
“Ev kesên ku niha li Sûriyeyê hatine ser desthilatê û hikûmeteke demkî pêk anîne, ti Kurd tê de nînin.”
Doh kongreya niştimanî hat lidarxistin, ji 600 kesan tenê 6 Kurd amade bûn, Haco wiha anî ziman:
“Divê garantiyeke destûrî ya me hebe. Ew jî tenê federalî dikare bide.
Em dizanin hejmareke zêde ya Sûriyeyiyan hikûmeteke navendî dixwazin, baş e ne pirsgirêk e, dikare navendî be û Şam hukim bike.
Lê bila herêmên otonom hebin, ev jî ne tenê daxwaza Kurdan e û pêkhateyên din jî vê daxwaz dikin.”
“Ehmed Şer bi TikTokerekî re wêneyan digire lê pêşwaziyê li Kurdan nake”
Bi baweriya Siyamend Haco, gavên îdareya niha ya Sûriyeyê, cudahiyeke zêde li gel hikûmeta Beasê nîne, heman gavên wê li dijî Kurdan avêtine got:
“Ehmed Şer, wêneyan bi TikTokerekî re digire, lê heta niha pêşwazî li Kurdekî nekiriye, ne siyasetmedarek û ne jî çalakvanekî.
Ev jî nîşana wê ye ku dixwazin Kurdan ji pêvajoya siyasî dûr bixin.”
Haco got, “Gelek şandeyên Kurd çûne Şamê, heta niha Ehmed Şer bi wan re neciviyaye.
Wekî min got, Ehmed Şer wêneyan bi TikTokerekî re digire lê ti wêne bi Mezlûm Ebdî re negirtiye. Ev nîşaneke ku ew pirsgirêkek bi Kurdan re hene.”
Kêmasiya Kurdan û berpirsiyariya PYD û ENKSyê
Haco mikur tê ku Kurdên Rojavayê Kurdistanê jî kêmasî hene û wiha anî ziman:
“Em Kurd jî kêmasiyên me hene, Desteya Tehrîrê ya Şamê di du mehan de karî Heleb û Şam kontrol bike û hikûmeta demkî ragihîne û kongreya neteweyî lidar bixe.
Lê partiyên siyasî yên Kurdan, nikarîbûn bi hev re rûnin da ku bizanin li hikûmeta nû ya Sûriyeyê çi dixwazin.”
Haco her wiha got, “Diviyabû şandeyeke yekgirtî ya siyasî ya Kurdî bi yekdengî biçûya Şamê, her du komên sereke yên siyasî Encûmena Niştimanî û PYD li ser vê yekê berpirsiyar in.
Eger bi hev re kar bikirna, demekê berê ew ê li ber deriyê wan bûna.”
Hohmann: Ji bo derxistina navê Ehmed Şer ji lîsteya terorê, hîn me biryar nedaye
Di dawiya panelê de, Christiane Hohmannê got, “Nabe li Sûriyeyê kes bê dûrxistin, rewş hewceyî nerîna hemû aliyan e da ku bigihêje çareseriyeke hemecihe.”
Bi gotina Hohmannê divê xelkê Sûriyeyê hest bi beşdariyê di hukmraniyê de bike ne ku dûrxistin, divê xelkê Sûriyeyê biryarê li ser xwe bide ne ku em.
Li ser derxistina navê Ehmed Şer ji lîsteya terorê û têkiliyan bi wî re, Hohmannê got:
“Divê em li reftar û kiryaran binêrin ne gotaran û daxuyaniyan, ji ber vê yekê me hîn biryar nedaye, em gelek daxuyanî dibînin, lê divê em rastiya bûyeran bibînin û bizanin çi diqewime.”
“Em bi baldarî çavderiyê li diyaloga niştimanî ya Sûriyeyê dikin da ku bizanin çiqas mafê hemû aliyan tê garantîkirin.” Ev jî gotina Dênhardt bû di panelê de.