Di dawiya axaftina xwe de Beşîkcî diyar kir ku divê neheqiya dîrokî ya li ser Kurdan were rastkirin û got, “Mafê diyarkirina çarenivîsa Kurdan pêwîstiyeke hiqûqa navneteweyî ye.”
Foruma Hewlêrê ya Sêyemîn îro dest pê kir û dê heta 28ê vê mehê biajo.
Navenda Lêkolînan a Rûdawê, bi hevkariya bi hinek navendên lêkolînê û dezgehên navdar ên li Rojhilata Navîn û cîhanê re vê forumê li dar dixe.
Forum dê bi sernavê “Nedilniyayiyên Asêmayî di PaÅŸeroja Rojhilata Navîn de” tê sazkirin.
Civaknas Îsmaîl Beşîkçî di forumê de axivî.
ÃŽsmaîl Beşîkcî got, “PiÅŸtî Åžerê Cîhanê yê Yekem, hêzên mezin ên ku ji nû ve cîhan ÅŸekil dan, li ser maseyan çarenivîsa Kurdan diyar kir.
Lord George (Serokwezîrê Brîtanyayê), George Clemenceau (Serokê Fransayê) û Woodrow Wilson (Serokê Amerîkayê) Kurd û Kurdistanê parçe kirin û di sîstema navneteweyî de bê nasname hiÅŸtin.”
“Gelekî 50 milyonî ku dewleta wî ya serbixwe tune”
Îsmaîl Beşîkcî bal kişand ser wê yekê ku tevî ku Kurd yek ji gelên herî mezin ên herêmê ne jî li qada navneteweyî statuyeke wan tune ye û got:
“ÃŽro tê texmînkirin ku nifûsa Kurdan li dora 50-60 milyonî ye. Lê belê di hiqûqa navneteweyî de wekî dewlet nayên naskirin.
Li hemberî vê, welatên wekî Kuweyt, Qeter û Behreynê ku nifûsa wan 1 milyon jî nîne, di sîstema navneteweyî de wek dewletên tam serwer cih digirin.
Heman rewÅŸ li Ewropayê jî hîn berdewam e; welatên wekî Luksemburg û Maltayê, her çend nifûsa wan kêm be jî, dewletên tam serbixwe ne.”
“Di serdema Neteweyên Yekbûyî de jî statu neguherî”
Beşîkcî destnîşan kir ku Neteweyên Yekbûyî, ku piştî Cemiyeta Miletan hat avakirin, ji bo Kurdan jî çareserî pêşkêş nekiriye û got:
“Di salên 1920î de erdên Kurdan hatin dabeÅŸkirin bo çar welatan. PiÅŸtî sed sal jî derbas bû, ev rewÅŸ bi ti awayî neguherî.
Di serdema Neteweyên Yekbûyî de, li gelek cihên cîhanê statuya siyasî guherî, dewletên nû hatin avakirin, lê ji bo Kurdan ti guherîn çênebû.”
“Daxwazên mafê Kurdan wek teror hatin dîtin”
Beşîkcî diyar kir di her rewşê de ku Kurdan mafên xwe xwestine, ji aliyê dewletên herêmê û hêzên navneteweyî ve bi tohmeta terorê re rûbirû mane û got:
“Li ÃŽraq, ÃŽran, Sûriye û Tirkiyeyê, Kurdan bi rêyên siyasî, leÅŸkerî û demokratîk gelek caran mafên xwe xwestin.
Lê hemû hewldanên wan bi awayekî sîstematîk bi terorê hatine girêdan. Di rastî de, Kurd tenê daxwaza edaleta dîrokî dikin.”
Beşîkcî diyar kir ku referandûma serxwebûnê ya ku di sala 2017an de li Herêma Kurdistanê pêk hatî jî ji aliyê sîstema navneteweyî ve hatiye astengkirin û got:
“Dema ku Kurd dixwazin bi rêyên demokratîk çarenivîsa xwe diyar bikin jî rastî astegiyan tên.
Di referandûma 25ê Îlona 2017an de, Kurdan bi piraniyeke mezin dengê xwe ji bo serxwebûnê bikar anîn.
Lê dewletên herêmê û hêzên navneteweyî rêz li vê encamê negirtin û encama referandûmê bi awayekî pratîkî ji wê re gotin ’tune ye’.”
“Divê Brîtanya û Fransa ÅŸaÅŸiya xwe ya dîrokî rast bikin”
Di dawiya axaftina xwe de Beşîkcî diyar kir ku divê neheqiya dîrokî ya li ser Kurdan li destpêka sedsala 20î hatiye kirin were rastkirin û wiha pê de çû:
“ÃŽro, hêzên sereke yên herêmê û bi taybetî dewletên ku piÅŸtî Åžerê Cîhanê yê Yekem Kurd parçe kirine bi taybetî Brîtanya û Fransa divê berpirsiyariyê bigirin ser xwe da ku vê ÅŸaÅŸiya dîrokî rast bikin.
Mafê diyarkirina çarenivîsa Kurdan pêwîstiyeke hiqûqa navneteweyî ye.” (Rûdaw)

