Partîyek Tirkîyeyî nikare pêşengîya tifaqek Kurdistanî bike.

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê, pirsa hilbijartinên Parlementoya Tirkiye û serokkomariyê di rojevê de bi germî tê gotubêj kirin. Ji bo hilbijartina tifaqên cuda têne avakirin.Lê pirsa Kurd di rojevê de gelekî ne diyar e. Ji bo vê yekê me hinek pirs aresteyî Berdevkê Tevgera Demokratîk a Kurdistan (TDK) birêz Cano Amedî kirin. Me xwest ku em dîtina wan di derbarê hilbijartinan de bizanin.

Pirsên Rojeva Kurd û Bersîvên Cano Amedî:

Em weke TDK-Tevger di vê bawerîyê de ne ku riya welatekî serbixwe, neteweyekî azad û civateke demokratîk, di yekitî û hevkarîyên neteweyî, demokratîk û kurdistanî de derbas dibe.

Cano Amedî

Rojeva kurd: Gelo li gora baweriya we dê encamahilbijartinan çawa be? Dê Encama hilbijartina çi bandora xwe li ser pirsgirêka Kurda hebe?

Cano Amedî: Di vê rewşa tevlihev de, wê zahmet be ku em bikaribin li ser encamên hilbijartinan zêde texmînan bikin. Lê em dikarin bi hêsanê bibêjin ku di vê rewşê de, wê ji bo tevgera neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê tu encamên bi destan bêne girtin tune be. Ji ber ku dewleta Tirk hebûna xwe li ser bingehê înkar û tunekirinê miletê Kurd avakirîye; ev siyasetek stratejîk û bingehîn ya vê dewletê ye. Loma jî, bandorên hilbijartinan di vê sîyaseta dewleta Tirk ya stratejîk û bingehîn de ne xwedî rolek zêde girîng e û heta îro jî rê li ber guherdin û çareserîya pirsa meletê Kurd û Kurdistanê venekirîye.

Weke tê zanîn, DewletaTirkîyeyê li ser înkar, tunekirin û asîmlasyona miletê Kurd û pêkhateyên Kurdistanê hatiye avakirin; li gorî qanûna bingehîn, qanûnên partîyan û hilbijartinan; herweha li gorî Destûra Navxweyî ya ParlamentoyaTirkîyeyê û sazûmana parlamentoya heye ku zimanê Kurdî dahî weke ‘’zimanekînenas’’ pênase dike, ev parlemento dê nikaribe bibe cîhê çareserîya pirsa miletê Kurd û Kurdistanê.

Ev parlemento dê nikare bibe cîhê avakirina demokrasîyek rastî, azadîyê, wekhevî û dadmendîyê. Em di vê bawerîyê de ne ku pirsa neteweyî û demokratîk ya miletê Kurd û Kurdistanê bi hevdîtinên di navbêna nûnerên gelê Kurdistanê û DewletaTirkîyeyê û bi çavdêrîya dewletên cîhanê dikare bê çareserkirin. Loma jî divê em li gorî vê rastîyê û vê çarçeweyê, li pirsa hilbijartinan binerin û “hêvîyên bêhîvî” ji hilbijartinan nekin. Lê eger em bikaribin ji bo tevgera rizgarîxwazîya neteweyî û demokratîk; ji bo azadîya gelê xwe û daxwazên wî yên acîl, weke derfet û qadek xebat û têkoşînê bi kar bînîn,emdê li gor û mercên wê demê, rewşê binirxînin û helwestê bistînin.

Rojevakurd: Li Tirkiye bi navê ‘’Tifaqa Cumhur’’ û Tifaqa Millet’’ du tifaqhene, HDPê jî li gel hinek partiyên çepên Tirkt îtifaqek ragihand û herweha di serokatiya HDPê de bi navê ‘’Tifaqa Kurdistan’’ jî tifaqek heye. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin?

Cano Amedî: Di vîwarî de, divê em xalekê zalal bikin ku HDP bi xwe, xwe weke partîyek kurd û kurdistanî nabîne; ew xwe weke ”PartîyekTirkîyeyî” pênase dike. Li gorî me partîyek Tirkîyeyî nikare pêşengîya tifaqek kurdistanî bike. Ji xwe di vê em diyar bikin ku heta niha ev partî û derdorên xwe weke ”Tifaqa Kurdistanî” bi nav dikin, bi awakî resmî xwe ji raya giştî re îlan nekirine; program û aramanca xwe jî deklere nekirine. Lê ji tecrûbeyên heta niha em dizanin ku gengeşî û bazarîya berjewendîyên şexsî an partîyan yên ji bo „kursîyan“ bêtir dikevin rojevê û geş dibin. Em ne di vê bawerîyê de ne ku lêgerîna „tifaq“ û bazêrên bi vî rengî, wê feydê bighîne tevgera neteweyî û demokratîk ya Bakurê Kurdistanê. Pêwîstiya tevgera neteweyî û demokratîk, bêtir bi hevkarî, yekitî, hevahengî û platformên li ser esasê prensîbên siyasî yên stratejîk û mayende; herweha tevkarî û platformên cihêreng yên pêdivî û daxwazên acîl yên miletê Kurd û kurdistanîyan hene.

Rojevakurd: Gelo li gorawe HDP nûnertiya Kurda li Tirkiye û bakure Kurdistanê dike?

Cano Amedî: Li gorî me, partîyek tirkîyeyî nikare nûnertî an jî pêşengîya tevgera rizgarîxwazîya neteweyî ya miletê Kurd û kurdistanîyan bike.

Rojevakurd: Heta wek vê gavê hun ne di nava Tifaqî de ne û we tu tifaq jî ranegihandiye. Di vê derbarê de hun di navat evgerekî de ne ? Dîtina we diderbarê Tifaqa de çiye?

Cano Amedî: Li gorî me, teva hinek xatên zêde nezelal, li Bakurê Kurdistanê du xetên easî û berbiçav hene. Yek jê xeta neteweyî, demokratîk û kurdistanî ye; xeta din jî xeta entegrasyon û kedîkirina miletê Kurd û kurdistanîyan bi dewletaTirkiyê re ye. Lê mixabin xeta engrasyonê di van şert û mercên heye de, xeta serdest û girseyî ye; xeta neteweyî, demokratîk û kurdistanî di warê rêxistînî û piştgirîya di nava xelkê de jar û hejar e. Loma jî yek ji erk û wezîfeya tevgera neteweyî û demokratîk ya bingehîn jî ew e ku li Bakurê Kurdisdanê rê li ber vê stratejî û projeya entegrasyona bi dewleta kolonyalîst, teslîmgirtin û kedîkirina ji bo tirkîyeyîbûnê bigre. Ji ber ku yek ji astengên herî sereke ya li hemberî tevgera rizgarîxwazîya neteweyî, ev projeya kedîkirin ya tirkîyeyîbûnê ye. Ev sîyasetadewletaTirk û hevkarên wê ya entegrasyon û kedîkirinê, bîr û bawerîyên ji bo weletakî serbixwe, miletekî azad û civateke demokratîk jar û hejardike; serê gelek kurdên welatparêz tevlihev dike, bîr û bawerîyên neteweyî şolî dike. Tiştê herî xerab jî PKK û hinek derdorên bi wê ve girêdayî ne, ev yek kirine sîyasetek sitratejîk û gelek kurdên welatparêz jî piştgirîya wan dikin.

TDK- Tevger, di van şert û mercên îro de, li Bakurê Kurdistanê avakirina hevkarîyek siyasî ya li ser xeta neteweyî, demokratîk û kurdistanî weke wezîyek girîng û acîl dibîne. Li Bakurê Kurdistanê îro tunebûna hevkarîyek weha, di her qada xebata siyasî, rêxistinî, civakî û kulturî de derdikeve pêşîya me. Loma jî TDK-Tevger hewil dide û wê hewl bide ku bi partî, rêxistin û hêzên neteweyî û kurdistanî re, li ser bingehê bîr û bawerîyên ku Kurdistanê weke welatekî kolonî û dabeşkirî, miletê Kurd weke miletekî perçekirî û Alaya Kurdistanê weke sembola neteweyî dibîne û mafê çarenivîsa xwe tayinkirinê ji bo miletê Kurd diparêze, yekîtî û hevkarîyên sîyasî û rêxistinî yên stratejîk ava bike. Herweha; TDK-Tevger wê hewil bide ku li gor rewş, pêwîstî û menfeetên tevgera neteweyî û demokratîk, bi hemû rêxistin û dezgehên cihêreng yên civatê re, hevkarî û xebatên demkî yên hevbeş bike. TDK-Tevger, girîngîyek taybetî dide xebat û kampanyayên gelemperî yên ji bo parastîn û geşkirina zimanê kurdî, çanda kurdistanî û parastîna kevneşopîyên dîrokî û xwezaya Kurdistanê. Bê guman, TDK-Tevger wê li gorî hêz û derfetên xwe bi awakî çalak, beşdarî nav van xebat û platforman bibe.

Di vê çarçeweya giştî ya me li jorê diyar kir, em xebat û hewildanên PAK, PSK û TDK-TEVGERÊ ya ji bo avakirina hevkarîyek neteweyî, demokratîk û kurdistanî, herweha ”Ji bo rê li berçareserîya pirsaKurd û Kurdistanê vebe, û li ser Daxwazên Acîl”avakirina platform an jî alîyekî herîberfireh yê kurdan gelekî girîng dibînin. Bêgûman, em hevkarîyêk weha, weke pêngav û helwestek girîng û bingehîn ya xebat û têkoşîna neteweyî û demokratîk ya Bakurê Kurdistanê dibînin.

Rojevakurd: Hun dikarin li gel HDPê bikevin nava ”Tifaqa Kurdistan” de yan helwesta we çiye?

Cano Amedî: Yekitî, tifaq an jî hevkarîyên kurdistanî, di nava tevger, rêxistin û pariyên kurd û kurdistanîyan de pêk tên. Weke me li jor jî diyar kir, em ne di wê bawerîyê de ne ku „partîyek tirkîyeyî“ dikare „tifakek kurdistanî“ ava bike û pêşengîya wê bike. Em di vê bawerîyê de ne ku, divê partî û rêxistinên kurd û kurdistanîyan, divê li ser programek neteweyî û demoktarîk ya hevbeş hevkarîyek neteweyî, demokratîk û kurdistanî ava bikin. Ev hevkarî dikare ji bo bidestxistina hinek mafên çandî, ziman û daxwazên acîl yên miletê Kurd û kurdistanîyan bi partî, rêxistin, tevger û dezgehên sivîl û meslekî re, platformên cihêreng û berfireh ava bike. Em ji bo bidestxistina û parastina mafên neteweyî û demokratîk yên miletê Kurd û kurdistanîyan amade ne bi hemû partîyên Kurd û Kurdistanê re pêwendîyên xwe bidomînin û geştir bikin.

Rojevakurd: Gelo hun platformek Kurdistanî ku li ser bingehê destxistina mafê rewa yê Kurdan wek pêwistiyekî dibînin? Ji bo vê çi pêwiste bê kirin?

Cano Amedî: Weke me li jor jî diyar kir, em li Bakurê Kurdistanî, yekitî û hevkarîyên li ser xetek neteweyî, demokratîk û kurdistanî girîng û pêwîst dibînîn; ev wezîfeyek esasî ya tevgera rizgarîxwazîya netewyî ya Bakurê Kurdistanê ye. Em weke TDK-Tevger di vê bawerîyê de ne ku riya welatekî serbixwe, neteweyekî azad û civateke demokratîk, di yekitî û hevkarîyên neteweyî, demokratîk û kurdistanî de derbas dibe. Pêwistîya gelê Kurd û kurdistanîyan li hemû perçeyên Kurdistanê bi bi yekitî, hevahengî û tifaqên stratejîk, rasteqîn û mayînde heye. Pêwistîya me bi hişmendîyek netewî û demokratîk, bi xurtkirin û parastina destkeftîyên neteweyî heye. Ev wezîfeyek dîrokî ya hemû partî, rêxistin, welatparêz û rewşenbîrên kurdan e.

Em bi hevdû re dikarin bi hêztir bibin û bêtir dikarin lêstik û planên dewletên dagirker û hevalbendên wan pûç û stewir bihêlin.

Bi rêz û silavêngerm.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *